Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê kûçik ket nav pez û 11 berx kuştin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) serê sibehê kûçikek ket gova pezê malbatekê û 11 berx kuştin.

Wek tê zanîn xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piranî xelkê Botanê ye kedkarin û hîn zêdetir debara jiyana wan li ser xwedîkirina lawir û çandiniyê ye.  Li rûxmê hemû bê derfetiyan jî xelkê wargehê dest ji xwedîkirina lawiran bernedaye. Mirov dikare bêje ji debara jiyanê zêdetir wekî çandekê jî lêhatiye.

Vê sibehê kûçikek ketibû gova pezê malekê 11 berx jê kuştin. Têkildarî vê bûyerê Nezîr Şahîn ji Rojnews re axivî.

Nezîr Şahîn wiha behsa hatina kûçik ya di ketina gova pez de kir: “Ev pezên ku hatine kuştin yên Serbest Mehmûd e. Dema ku Serbest serê sibehê demjimêr 6:00’an diçe xwarin bide pezê xwe, dibîne ku kûçikek ketiye nava berxên wî, 10 berx kuştiye û 1 jî xwariye. Ji beriya niha jî kûçik ketibûn nav pezên du mal din jî, çend pezên wan jî xwaribûn.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar