Endama Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan têkildarî 13. Konferansa Meclîsa Îştar ya ku bi dirûşmeya ‘Bi jina azad re ber bi pêşerojek azad bimeşin’ di 16’ê Mijdarê de hatibû lidarxistin axivî û got: “Ji ber ku lingekî bingehîn yê civakê jine ji ber wê jî Meclîsa Îştar hemû pirsgirêkên girêdayî jin û civakê digre dest. Em di wê hêviyê de ne ku kar û xebatên du salên pêşiya me, em bi awayekî serkeftî bimeşînin.”
Xurbet Tallî
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku her du salan carekê Konferansa Meclîsa Îştar tê lidarxistin, îsal jî 13. Konferansa xwe bi dirûşmeya ‘Bi jina azad re ber bi pêşerojek azad bimeşin’ di 16’ê Mijdarê de bi tevlîbûna 300 delegeyan hat lidarxistin. Di vê konferansê de gelek nirxandinên binirx hatin kirin, bi wê ve girêdayî kêmaniyên kar û xebatên du salên derbazbûyî hat nîqaşkirin. Di derbarê vê mijarê de Endama Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan ji Rojnews re axivî.
Sultan Yildiztan di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku konferans bi serkeftî derbaz bû û wiha got: “Bi rastî em çiqasî bêjin jî wekî jin kar û xebatên Meclîsa Îştar girane, ji ber ku lingekî yê civakê Meclîsa Îştare yanî jin e. Di konferansa me ya ku hatî lidarxistin de ji bo karbeşiyê rêveberên jin hatin hilbijartin. Rêveberiya wê ya fireh 81 kes hat destnîşankirin, rêveberiya teng 31 kesin û her wiha Kordînasyona Meclîsa Îştar jî ji 7 kesan pêktê. Bi vî awayî wê kar û xebatên du salên pêş yên Meclîsa Îştar were meşandin. Me li jor dabû diyarkirin kar û xebatên Meclîsa Îştar hemû li ser milê jinane, her wiha ji hemû saziyên wargehê jin cihê xwe di nava Meclîsa Îştar de digire, her yekê berdefkekî xwe heye û di rêveberiya meclîsê de cih digire, bi vî awayî kar û xebatek hevbeş tê kirin. Di Meclîsa Îştar de hemû pirsgirêkên jin, pirsgirêkên civakê tên destgirtin. Ev kar û xebat wê ji aliyê wan hevalên ku di meclîsê de cihê xwe girtine ve werin meşandin. Em di wê hêviyê de ne ku kar û xebatên van du salên pêşiya me bi awayekî bi tendûrist û serkeftî bê meşandin.”

‘Ew hucre ne tenê ji bo Rêbertiye’
Yildiztan di dewama axaftina xwe de balkişand li ser salvegera avabûna PKK’ê û wiha peyîvî: “Sibe 27’ê Mijdarê ye, ji ber ku roja vejînê ye divê her kesek lê xwedî derbikeve û dakeve qadan û pîroz bike. Ji ber ku tiştekî ku em jê bitirsin nîne, divê em wek dayîk, wek jin, wek gelê Kurd yê aştîxwaz ji bo azadiyê biqîrin. Di konferansa me de jî ji bo Rêber Apo gelek pêşniyar hatin kirin û weke jin wê çalakiyên cûr be cûr werin kirin. Çi dibe bila bibe emê li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin, ji bo Rêbertî çi bê xwestin em amadene pêkbînin, heta em digihijin azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe. Em wê tecrîda ku li ser Rêbertiya me tê meşandin şermezar dikin, ji ber ku derveyî mirovî û exlaqiye ku her carekê şeş meh cezayê disîplînê dide Rêbertî. Ew hucre ne tenê ji bo Rêbertiye, bi rastî ji bo jina Kurd, ciwanên Kurd û gelê Kurd e. Ji bo wê jî divê em hemû xwe di wê tecrîdê de bibînin. Yên ku îro li Rêbertiya me xwedî derdikevin em silav û rêzên xwe ji wan re rêdikin.”
Sultan Yildiztan di dawiya axaftinên xwe de behsa guhertin û veguhertina di nava Meclîsê de kir û wiha pêde çû: “Her du sal carekê guhertin tê çêkirin. Dibe ku di meclîsê de hinek kes heman bin, lê li gorî encamên kar û xebatên me guhertin tê pêkanîn. Encamnameya me ya Konferansê wê dema pêş ji bo gel were ragihandin. Emê jî wek endamek ya Meclîsa Îştar cihê xwe têde bigirin. Em vê konferansê destpêkê li Rêber Apo, hemû şehîdan û hevalên ku di tengasiyê de li ber xwe didin, li hemû jinên Kurd û jinên cîhanê yên ku azadîxwaz û aştîxwaz pîroz dikin.”

0 Yorumlar