Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi merasîmekê koma çalakiyê ya 25’emîn çalakî dewrî koma 26’emîn kir.
Dewrgirtina çalakiyê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 25’emîn Mizgîn Kara axivî.
Mizgîn Kara di destpêka axaftina xwe de Cejna Vejînê li Rêberê Apo û hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikîn û serkeftinên ji koma nû ya çalakvanan re dixwazîn. Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye. Wek tê zanîn îro 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî ye. Em wek jin bi vê boneyê hemû cûrên tundiyên li ser jinê şermezar dikîn. Bila dijmin baş bizane ku wê ew qet nekare me bin bixîne, teqez serkeftin ya me ye.”
Her wiha çalakvana bi navê Rêzba Çelî jî diyar kir ku ewê heta azadiya Rêber Apo mîsoger dibe di nava çalakiyan de bin û wiha got: “Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye. Wek jin tişta bikeve ser milên me ji bo azadiya Rêbertî xwe em amade ne. Pêwîste hemû gelê Kurd jî di vê pêvajoyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser lingan be.“
Merasîm bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedan Mexmûrê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.



0 Yorumlar