Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Feryat Buldan hate bîranîn

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê, Feryat Buldan ku hemwelatiyê wargehê ye û duh li Rojavayê Kurdistanê di encama êrişa balafirên dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bû, hat bîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê, Feryat Buldan ku hemwelatiyê wargehê ye û duh li Rojavayê Kurdistanê di encama êrişa balefirên dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bû, hat bîranîn.

Merasimê bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan di kesayeta Feryat Buldan de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Hevşaredarê Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî axivî.

Pîranî di destpêka axaftina xwe de Şehîd Feryat û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîranî û wih got: “Em dîsan li Saziya Malbatên Şehîdan, li mala şehîdan şehîdek din yê xwe oxir dikin. Beriya mehekê me dîsa me li vêderê ji bo ciwanê bi navê Dilovan Îşlek yê ku dîsa di encama êrişên dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bû merasîm çêkir, îro jî em hevalekî xwe, dilsozekî yê vê tevgerê yê ku dilê wî ji bo azadiya Rêber Apo lêdide hevalê Feryat bibîrtînin. Ji bo şehîdan gotin  têrê nake, lê em dizanin ku dijminê xwînxwar û xedar av disekine ew nasekine ji bo wê jî Kurdekî welatparêz, ji bo azadiya gel û çanda wî dilê wî lêbide li kûderê be di hedefa dijmin de ye. Ev li Herêmên Parastina Medya dibe, li Rojavayê Kurdistanê dibe, li Şengal dibe, li Başûr dibe ferq nake. Heta li Ewropa jî gelê Kurd di hedefa dijminê xwînxwar de ye. Ji ber vê yekê jî em ji van êriş û şehadetane ne xerîbin. Îro malbata me ya welatparêz û malbata me ya mezin wargeh xemgîne. Ji ber ku me ciwanekî din yê xwe jidest da. Lê li beranberî vê wekî wargeh û malbata şehîd Feryat bi bîr û bawerin roja ku berê xwe dane vê penaberiyê, roja ku ji bo azadiya Rêbertî û welatek azad berê xwe dane vê rêyê, ev tişt hemû li pêşiya xwe dîtibû.”

Her wiha Pîranî di nava axafitinên xwe de Mamoste Sedîq Hilalî yê ku ev demek dirêj bû bi nexweşiya penceşêrê ketibû û îro wefat kir bibîr anî û wiha axivî: “Mamosta Sedîq, mamostayek pir hêja û kedkar bû. Mamoste Sedîq ku ev du sal bûn nexweşiya penceşêrê pêre hebû, îro siharê wefat kir. Mamoste Sedîq jî mamostayek yê vê wargehê bû û zarokê vê wargehê hemûyan li ber desetê wî perwerde didît, mamostayek kedkar bû, keda wî ya di van sih salên penaberiyê de ti carî nayê ji bîr kirin. Em mamosta Sedîq jî bibîr tînîn û em dibêjin şehîd nirxên me yên herî pîrozin. Em jî dê bibin layîqê vê keda wan û ala ku wan di nîvî de hiştî emê heta serkeftinê bibin. Em dîsa dibêjin destpêkê serê Rêbertî, gerîlayên serê çiyan, gelê Kurd yê azadîxwaz û bi taybet malbatên hêja saxbin.”

Li ser navê Malbata Şehîd Feryad, mamê wî Niyazî Buldan jî axivî û diyar kir ku Feryad ne şehîdê malbatê tenê ye, şehîdê hemû Kurdên welatparêz û yê we hemûyane. Em vê wargehê wekî malbat dibînin, em hemû malbatekin, em hemû xwedî şehîd û şervanin, em wana serbilindin. Em neçarin şehîdan bidin ji ber ku welatê me di destê dijminê me de ye. Ji ber ku em xwedî erdin û ew jî didestê xelkê de ne, em jî dibêjin destpêkê serê Serok Apo, serê hevalên serê çiyan li ber xwe dide, serê partiyê, serê gelê me yê welatparêz saxbe şehîd namirin, Bijî Serok Apo.”

Bi wê ve girêdayî li ser navê Malbatên Şehîdan Huseyîn Kara jî destpêkê sersaxî ji bo malbata Şehîd Feryad xwest û wiha axivî: “Şehîd nirxên me yên herî pîrozin, Şehîd temsîla rêya heqîqet, azadî û demokrasiyê ne, şehîd temsîla xeta Rêber Apo ne. Em deyndarên şehîdanin.  Hemû destkeftiyên me bi xêr û keda şehîdan pêkhatiye, ji bo wê yekê jî divê em erk û berpirsyariyên xwe yên li beranberî şehîdan pêkbînin. Emê şopdarê rêya wan bin, emê wek wargeh layîqê wan bin. Em dubare sersaxî ji her du malbatên xwe yên hêja, malbata Buldan û malbata Mamosta Sedîq re dixwazin.”

Piştî axafinan merasîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar