Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê: Li şûna Iraq xwedî li xelkê wargehê derkeve, paşguh dike

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bang li dewleta Iraqê kirin ku li hemberî wargehê erk û berpirsyartiyên xwe pêkbînin û wiha gotin: “Gelek karkerên me di rêyan de ji ber pirsgirêkên nasnameyan hatin girtin û zivirandin. Pêwîste Iraq û NY li ser vê mijarê raweste û di demek nêz de çareser bikin.”

Jiyan Pîran

Her sê sal carekê nasnameyên xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyên Neteweweyên Yekbûyî ve tên nûkirin. Xelkê wargehê bi vê nasnameyê dikarin li bajarên Iraqê hatin û çûyînê pêkbînin. Lê di demên dawî de nûkirina nasnameyên wargehê ji aliyên Iraq û NY’ê ve tê paşguh kirin. Têkildarî paştguh kirina nasnameyan, şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.

‘Bila cîhan çavê xwe li me veke’

Jina bi navê Rihan Hevlerî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser bê mafiyên ji aliyê Hikumeta Iraqê ve li ser xelkê wargehê tê pêkanîn û wiha got: “Piştî rûxandina rejîma Sedam Hisên, wargeha me ket di bin sêwana hikumeta Iraq û herêma Kurdistanê de û niha jî em di bin sêwana hikumeta Iraqê û NY’ê de ne. Wek hemû penaberên cîhanê pêwîstiyên me jî hene, çawa îro pêwîstiyên penaberên di nava axa Iraqê de tê pêşwazî kirin divê pêwîstiyên me jî werin pêşwazî kirin. Divê hikumeta Iraqê pêwîstiyên me yên jiyanî pêşwazî bikin. Pêwîstiya me ya sereke jî nûkirina nasnameyên me yên penabertiyê ye. Ji ber ku di hatin û çûyînê de ji bo nexweş û karkerên me pirsgirêkan derdixin. Gelek karkerê me di rêyan de ji bo pirsgirêkên nasnameyan hatin girtin û zivirandin. Pêwîste Iraq û NY li ser vê mijarê raweste û di demek nêz de çareser bikin. Em di bin banê hikumeta Iraqê de ne, divê Iraq li me xwedî derkeve. Dewleta Iraqê dibêje, emê nasnameyên we nûbikin niha jî li gotinên xwe nabin xwedî. Em di bin zilm û zoriyê de ne, bila cîhan çavê xwe li me veke.”

‘Pirsgirêkên hatin û çûyînê çêdibe’

Her wiha şêniyê bi navê Hamid Otun jî di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku dewleta Iraqê gelek soz ji wan re dane lê heta niha ti sozên xwe bi cih ne anîne û wiha axivî: “Dewleta Iraqê dibêje em ji wargeha Penaberan a Mexmûrê berpirsyarin, lê ti pêwîstiyên me pêk nayînin. Gelek hevdîtin li ser rewşa wargehê bi dewleta Iraqê re hatine pêkanîn, di hemû hevdîtinan de jî gotine; ‘Emê li hemberî we erkên xwe pêkbînin’ lê mixabin ev erkê wan tenê di gotinê wan de man. Em di bin berpirsiyatiya hikumeta Navendî ya Iraqê de ne. Dîroka nasnameyên me ya penabertiyê qediyaye, di rêyan de ji bo karker û nexweşên me pirsgirêkên hatin û çûyînê çêdibe. Lê hikumeta Iraqê bi me re nebûye alîkar, erk û berpirsyatiyên beramberî me pêknayîne. Em xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê penaberên siyasîne û di bin siwana Hikumeta Iraqê de ne, pêwîste di hemû şert û mercên jiyanê de li vî gelî bibe xwedî.”

Hamid Otun her wiha diyar kir ku gotin û nêrînên hikumeta Iraqê yên di hevdîtinan de li ser mêze dimîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ne tenê hikumeta Iraqê, ti saziyên mafê mirovan jî li vê wargehê xwedî dernakeve. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku li gotin û nêrînên xwe bibe xwedî û erk û berpirsyatiyên li hemberî vî gelî bi cih bîne.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar