Kurdistan erdnîgariyeke ku bûye dergûşa şaristaniyan, cihê ku lêgerînên dîrokî herî zêde nîşan dide ye, bi mîrate û kevneşopiyên xwe yên dewlemend mezin dibe û bi çiyayên xwe yên ser bilind bûye stargeha lehengan. Kurdistan bi lehengî û qehremantiyê her ewlatekî xwe ve geş bûye û şax daye. Qehremanên ku di nav vê axê de jiyan kirî, bi lehengiya xwe ve bûye evînek di dilê mirovatiyê de. Yek ji van lehengan jî Evîndar Îzer ango Evîndar Cudî ye.
Heval Evîndar di sala 1989 li G.Remo di nav malbatek
xwedî nirxên têkoşîn û welatparêziyê de çavên xwe li cîhanê vedike. Di heman
salê de dijmin êrişî Gundikê Ramo dike, gund dişewitîne û talan dike. Tenê vî
nekirin bi çekên giran gund kirin hedef û malê wan wêran kirin. Ji ber vê yekê
dayîka wî navê zaroka xwe yê ku nû hatiye dinyayê dixe Evîndar û dibêje; ‘Kurê min
wê bibe evîndarê welatê xwe.’ Bi vê gotinê pêşeroja kurê xwe diyar kiribû.
Evîndar di nava wan êrişên dijmin de çavên xwe li cîhanê vekiribû û biwan çavên
xwe yê bêçûk şewitandina gundê xwe dinihêrî û hewara dayîkên dil bi êş bi wan guhên
xwe yê biçûk dibihîst. Ev êrişên dijmin her ku diçû tuntir dibû. Malbata heval Evîndar
neçar man ku di nav welatê xwe de bibe penaber, derbazî Slopya dibin. Di 93 de
carek din malbat neçar dimîne ku vê rêya peneberiyê berdewam bike. Vê carê berê
xwe didin Başurê Kurdîstanê. Rêheval
Evîndar di wî temenê xwe yê biçûk de bibû zarokek penaber. Rêyek dûr û dirêj li
pêş wî bû. Her qada ku jê derbas dibûn heval Evîndar biwan çavên xwe yên biçûk
li derdora xwe dinihêrî û her gava ku davêtin ji welatê xwe, ji axa bav û
bapêrê xwe dûr diket. Ev wek pêlên agir di çirûska çavên wî de gurdibû û dilê wî
yê biçûk dişewitand. Di vê rêya penaberiyê de di nav zorî zehmetiyan de carna
birçî, tî û carna jî bi êrişên PDK’ê re rû bi rû diman. Pir qadan derbas kirin
lê ti qad ji wan re nedibû war, heya xwe gihandin Mexmûrê. Li ser çol û çolistanek
hewl didin ku ji bo xwe jiyanek ava bikin. Rêheval Evîndar li Mexmûrê, li cîhaneke
nû ya ku her kêliya wê bi çanda jiyana welatparêzî dihat avakirin mezin dibe.
Tevê ku ji welatê xwe dûr bû jî, bi zimanê xwe dest bi dibistanê dike. Neçar bû
ku li Hewlêrê Zanko bixwîne. Lê Dema li wir dixwîne dikeve wî ferqê ku di wan
zankoyan de mirov ji rastiya wan dûr dixe. Ji ber wê jî biryar dide naxwîne. Dibêje
‘Ez pirtûkên Rêbertî bixwînim ji min re çêtire ji ber ku ez ciwanek ji rêxistina
azadim ji bo wî jî ez di nav sîtema kesî de naxwînim’. Heval Evîndar di
zarokatiya xwe de xwedî kesayetek xurt û têkoşer bû. Kesek rûken û bi nîqaş, xîtabet
û uslubê xwe yê pêşketî ve ciwanan dora xwe kom dikir û beşdarî çalekî û karê
nava wargehê dikir. Di saziya ciwanan de dibe berbirsiyar. Di her hêlê de ji bo
pêşengiya xwe ya li beranberî civakê bi cîh bine, di her karî de pêşengî dikir.
Wek her malbatekê, malbata heval Evîndar jî 2 mam û birayê wî tevlî tevgera
azadiyê bibû. Ev yek bandorek li ser çêkiribû. Bi xwendina pirtûkên Rêbertî re
xwe di hêla fîkîr de pêşdixe û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re ji hestyariyê
derdixe digihêje hêza têkoşînvaniyê. Ber vî yekî digot; ‘Divê ez vê têkoşîna
xwe bilindtir bikim’ li ser vî esasê bîryar dide ku bibe yek ji şagirtê Rêbertî.
Belê Evîndar xatirê xwe ji malbatê dixwaze û di sala 2012 de dikeve ser rêya
çiyayên welatê xwe. Heval Evîndar Kesek wêrek, fedekar û radîkal bû. Ji bo wî
metirsî çibû nizanî bû. Her tim dixwast di çeperê pêş de şerbike û tola gundê
wan ê ku hatiye şewitandin hilîne. Piştî perwerdeya kadrotiyê karê çapemeniya
azad dike. Di her lutkeyên çiya de destek wî de kamera destê din de ji çeka wî
têkoşîna xwe dida meşandan. Piştî demekê ji karê çapemaniyê derdikeve û diçe Şemzînan.
Di jiyana xweya 27 salî de hertim bi fîkirê azad jiyan kir û di sala 2016 li Şemzînan
dema diçe çalakiyê, paşvekişandinê de digihije karwanên nemiran.
Piştî
şahadeta Rêheval Evîndar dayîka wî bi vê sitranê êşa dilê xwe dianî ziman.
Çiyayê
çelê bilinde, te nabînim.
Wele tu
Nameyek ji min re rêke da bixûnim
Wele hege
tu nexweş bî, wez nemînim
Wele heger
tu birîndarî wez hekîmim
Wele dayîkê
çiyako Çiyakê li sermere, li sermere
Wele Te
kir kula mala xweyî şewitî şînbûye hê pîjan tere, pîjan tere
Wele Evîndarê
mino mane min pir neda refê xwe re.
.

0 Yorumlar