Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê, li dijî biryara PDK’ê û Iraqê wê bimeşin

Hat zanîn ku duh di navbera artêşa Iraq û PDK’ê de li ser xalên Çiyayê Qereçox a Mexmûrê lihevkirinek çêbûye û di encamê de wê 3 xal bên dayîna Hêzên PDK’ê û 3 xal jî bê dayîna Hêzên Iraqê. Xelkê Mexmûrê wê li dijî vê biryarê îro saet 14:00’an de ber bi seytereya Iraqê ve bimeşin.

Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxûyanekê da diyar kirin ku hemû hêzên xwe ji Mexmûrê vekişandine. Piştî vekişîna HPG’ê, li Çiyayê Qereçoxê ji ber xalên berê yên HPG’ê, di navbera hêzên PDK û artêşa Iraqê de şer û pevçûn çêbûn. Di encamê de, ji her dû aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

Duh hat zanîn ku li firqeya 14’an a Mexmûrê di navbera şandeya PDK’ê û Iraqê de hevdîtin çêbûye. Di encama hevdîtinê de 3 xalên li çiyayê qereçox wê bê dayîna hêzên PDK’ê û 3 xal jî wê di destê hêzên Iraqê de bin.

Li dijî vê biryarê wê xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) îro di demjinêr 14:00’an de meşek girseyî li dar bixin û wê wê heta seytereya Iraqê a derketina wargehê bimeşin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar