Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Roja Kobanê ya Cîhanî bi daxuyaniyekê hat pîroz kirin û bang li gelê Kurd hat kirin ku xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Roja Kobanê ya Cîhanî ku di sala 2014’an de ji bo piştgirî dayîna berxwedana Kobanê hati û diyarkirin, bi daxuyaniyekê hat pîroz kirin.
Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên nemir ên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê Wargehê Cîgirê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Robar Îlhan axivî.

Robar Îlhan di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên berxwedana Kobanê bibîranî û wiha got: “Mîna Rêber Apo gotî Kobanê bi serket. Di kesayeta hemû şehîdên Kurdistanê de Gelhat, Arîn û hemû hevalên wan em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazîn û hevalên birîndar yên li Kobanê parçeyek ji laşê xwedayî bejna xwe li beramber wan ditewînîn. Kobanê sembola serketina Rojhilata Navîne. Di bin pêşengtiya Rêber Apo de komara Tirkiyê cara destpêkê di Kobanê de hat şikandin. Ji ber wê yekê ne ji bo gelê Kurd tenê girînge. Sinorê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de hate rakirin û Lozan parçe kir. enceq dayîkên Kobanê dikarin qala berxwedaniya Kobanê bike. Kobanê rûmeta gelê Kurde. Berxwedan 40 salan ya têkoşerên azadiya Kurdistanê li Kobanê gihişt lotkeya herî jor. Em soz didin şehîdên Kobanê emê bibin şopdarê rêya wan.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.

0 Yorumlar