Rûyê xemgîniyê dîsa li xwe zivirî, vê xakê gelek kurên leheng winda kirin. Ev erd bi xwîna gelek bedenên ciwan hatin avdan. Ev ax bi hêsirên ku piştî her xwînrijandinê de wek lehiyê diherikî û tovên xwe li cîhanê belav dikir. Her zindiyek ku li çiyayên vê xakê dijî, mîna ku şahidiya van berxwedanan bike, li ber bayê azadiyê ve diçûn. Kurdistan tevî xemgîniya zarok û dîroka xwe jî, sira jiyanê di nava xwe de dihewîne. Kurdistan bi lehengiya zarokên xwe serbilid bû. Yek ji van lehengan jî rêheval Deyndar bû.
Idrîs
Demiroglu ango Deyndar di sal 1980’de li Bêlat a ser bi Çelê di nav malbatek
welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Rêheval Deyndar di nav malbateke hêja
de ku xwedî li nirxên welatparêziyê derdikeve û di têkoşîna azadiyê de cih
digre mezin dibe û dibe zarokek dilnizim û kesek jîr. Taybetmendiyek wî ku bala
her Kesê dikişand aştîxwaz bûna wî û ne qebûlkirina wî ya li beranberê neheqiyê
bû. Heval Deyndar li gund dest bi dibistanê dike. Piştre li Çelê dibistana xwe
bernewam dike û heta navîn dixwîne. Demê xwe yê vala de ji bo debara malê û berpirsyartiya
ku dikeve ser milê wî bi cîh tîne. Car karê şivantî û carna jî karê gîha dirûnê
dike. Wek her gundekî Kurda Bêlat jî di bin erîşên dijmin de jiyana xwe didomandin.
Hemû rojan xelkê Bêlat ê bi erîş û êşkencaya dijmin re rû bi rû diman. Rêheval
Deyndar ku di biçûktiya xwe de şahîdiya erişên dijmin dikir, ev êrişane dibû
kînek di nav dilê wî de. Her roja ku derbas dibû di nav fikir û bîrdoziya
welatekî azad de mezin dibe û bî xayalê rojek wek her gerîlayekî di çiyayên
azad de li ser şopa heqîqetê bibe parêzvanê welatê xwe û heyfa her zarokekê Kurdan
hilîne bû. Her roja ku derbas dibû evîna çiyayên wî di dilê wî de şax vedida.
Belê Idrîs evîndarê
çiyayên Kurdistanê bû ji vê kêliyê şûnde ango di sala 1993 de ketibû ser rêya
evîna xwe. Navê xwe xist Deyndar û heta kêliya jiyana xwe ya dawiyê jî wê xwe
deyndarê welatê xwe bîdîta li ser vî esasî têkoşîna xwe bê hempa bimeşanda. Rêheval
Deyndar di demek kin de xwe di hêla leşkerî û bîrdozî de pêşdixe û di jiyana
xwe de dibe
keseyetak jîr, wêrek û kedkar. Di temenê xwe yê ciwantî
de ji bo her hevalek xwe pêşengî dikir û di hêla erênî de dibû kesek bandorker di
nava rêhevalên xwe de. Dilnizimbû û di hemû karê xwe de bi zane tevdigeriya. Di
meşa xwe ya azadî de dibe xwedî ezmûnên mezin û li ser her kevir, lat û ava ku
diherikî de hêviya rojên azad neqiş dikir. Bi vê hêviyê di her çalekiyekê de bi
cesaret di çeperên pêş de cih digirt û çalekiya xwe bi serketfin bi cîh danî. Belê
rêheval Deyndar bi hesret û xeyalên rojê azade, bi stranên gelêrî li ser rêyên
welatê xwe meşiya. Kete kemînê û di nîvê şevê de pevçûnên ku bi rojan domkirin
bi cesaret şerkir û bû evînek di nav dilê her havalekî xwe de. Di 97’an de
şerek giran li her çiyayek Kurdistanê dimeşiya. Xeta xiyanetê carek din li ser
kar bû. Rêheval Deyndar li beranberî xiyanetê di çeperê pêşde bê hempa şerdikir
û ala berxwedaniyê berz dikir. Li ser vî esasî di sala 2997’ de di çalakiyekê de
dema êrişî xiyanetkaran dike digihije karwanên nemiran. Kurdistan xemgîn bû
carek din şahîdiya êşa zarokekî xwe dikir. Pelek din li pelên dîroka xwe zêde
dikir. Dar û berên çiyayên azad bi xemginî bi yek dengî qîrdikirin, wê xeta
xiyanetê binkeve, xeta berxwedaniyê bi serkeve û digotin em deyndarê welatê xwe
ne.

0 Yorumlar