Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê: Em naxwazin nuqteyên leşkerî radestî PDK’ê bên kirin

Xelkê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ji ber xeta xiyanetê ya PDK’ê naxwaze nuqeteyên leşkerî yên li Çiyayê Qereçûx radestî çekdarên PDK’ê bêne kirin û dixwazin di bin kontrola artêşa Iraqê de bin.


Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ber xeta xiyanetê ya PDK’ê naxwaze nuqeteyên leşkerî yên li Çiyayê Qereçûx radestî çekdarên PDK’ê bêne kirin.. Dixwaze di bin kontrola artêşa Iraqê de bin û rasterast ji aliyê artêşa Iraqê ve serpereştiya van nuqteyan bê kirin.

Hevseroka Meclisa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak têkildarî mijarê ji dengê Amerîka re axivî û ragihand ku ew nuqteyên leşkerî yên nêzîkî Wargeha Mexmûrê radestî çekdarên PDK’ê bêne kirin, ji ber ku PDK bi dijminê herî mezin yê gelê Kurd re hevkariyê dike, lewra wê ji bo xelkê wargehê bibe metirsiyeke mezin.

Xelkê Wargeha Mexmûrê Naxwaze Nuqteyên Leşkerî Radestî  PDK’ê Bên Kirin

Ji ber ku PDK bi awayek eşkere û vekirî mil daye milê artêşa Tirk û hevkariyê bi kiryarên terorî yên MÎT’a Tirk li Başûrê Kurdistanê dike, lewra xelkê Wargeha Mexmûrê naxwaze nuqteyên leşkerî yên ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve bi biryara NPG’ê hatin valekirin û hêzên artêşa Iraqê têde bicih bûn, radestî çekdarên PDK’ê yên xizmeta dewleta Tirk ya qirker bên kirin. Ji ber ku ev nuqteyên leşkerî ji bo ku hinceta dewleta Tirk ya dagirker ku dibêje çekdarên PKK’ê li Wargeha Mexmûrê ne, nemîne û ji holê rabe, ev nuqteyane bi lihevkirinekê ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve hatin valakirin û radestî artêşa Iraqê hatin kirin.

Lê li ser van nuqteyên leşkerî yên li Çiyayê Qereçûx yê devera Mexmûrê ku dikeve aliyê bakurê Wargeha Mexmûrê di 22’yê Cotmehê de, di navbera artêşa Iraqê û çekdarên PDK’ê de ku endamên MÎT’a Tirk jî di nav de bûn şer û pevçûn derket û di encamê de 3 çekdarên PDK’ê û du leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin û ji her du aliyan gelek kes birîndar bûn.

Gerîlayan li Çiyayê Qereçûx Mexmûr û Hewlêr ji DAIŞ’ê Parast

Ev sê nuqteyên ku bû sedem di navbera artêşa Iraqê û çekdarên PDK’ê de şer û pevçûn derbikeve, li sala 2014’an ji bo parastina xelkê Mexmûrê û bajarê Hewlêrê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser daxwaza xelkê Mexmûrê hatin lê bicih bûn û nehişt çeteyên DAIŞ’ê Mexmûr û Hewlêrê dagir bikin. Herwiha di dîroka şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de cara yekemîn DAIŞ li Wargeha Mexmûrê ji aliyê gerîlayan û hêzên xwecihî ve hate şikandin û Hewlêr ji dagirkeriya DAIŞ’ê hate parastin. Ji wê demê û vir ve Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xelkê Mexmûrê û herêm ji hemû metirsiyan parast û bi temambûna erkê xwe yê parastina xelkê yê Mexmûr û Başûrê Kurdstanê bi biryara Fermandariya NPG’ê hêzên HPG û YJA Starê ji bo Herêmên Parastina Medyayê hatin vekişandin û bi lihevkirinekê radestî artêşa Iraqê hatin kirin.

Piştî derketina alozî û şerê di navbera artêşa Iraqê û çekdarên PDK’ê de, lîjneyek hevbeş ji aliyê Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo lêkolîna bûyerê û çareserkirina aloziyê hate pêkanîn. Yek ji pêşniyarên bicihnebûna her du hêzane li van nuqteyên leşkerî. Tê payîn di rojên pêş de çareseriyek mayînde ji aloziyê re bê danîn.

Yorum Gönder

0 Yorumlar