Di 17’ê Tîrmeha sala 2019’an de li restoranta Hoqebaz ya li bajarê Hewlêrê, sixûr û endamê MÎT a Tirk Osman Kose û du kesên din hatin kuştin. Restorana ku Osman Kose lê hat qetilkirin ji aliyê şebekeya asayîşa PDK’ê ve tê şopandin û piraniya neviyên Barzanî tê de rûniştîbûn.
Bilez dezgeha emnî ya PDK li gel Asayîş û Dije Terorê, Parastin, Komando û Zêrevan derdora Hewlêrê girtin û hemû kamerayên çavdêriyê komkirin. Bi navê ‘kirdarên buyera Hoqabaz’ hinek welatparêzan binçavkirin. Senaryoya ku ji bo tenê dilê dostên xwe Tirkiyeyê razî bikin çêkirîn, tenê ew bi xwe jê bawer dike.
Bi hinceta buyera Hoqebaz, Mexmûr xist bin ambargoyê
Piştî buyera li restoranta Hoqebaz, PDK’ê ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û destbi serdegirtina malên ku xelkê Mexmûrê li Hewlêrê tê de bûn kir û gelek ciwanên wargehê binçavkirin. Rayedarên PDK’ê yên di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo razîkirina Enqereyê daxuyaniyên şermê dan û soz dan ku Başûrê Kurdistanê bikin qada lîstikê ya MÎT a Tirk.
PDK amade bû hemû hêzên xwe di nava çend deqeyan de ji bo kuştina berpirsek payebilind ê MÎT a Tirk bêxe nobetê. Lê li heman bajarî, dema di 18’ê Îlonê de dema MÎT a Tirk di nava rojê de êrişî Navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê a li Hewlêrê kir û Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun şehîd xist, PDK’ê weke ku ne ba û ne jî baran dîtiye, ti gotinek jî li ser negot. Heta piştî derbazbûna çend saetan li ser buyerê asayîşa PDK’ê nû çû cihê buyerê û hemû qeydên kamerayan û belgeyên sûc desteser kir. Her wiha rê neda ku medya êrişê bişopîne.
Gelo ji PDK’ê re ya giring çiye?
Gelo ji berpirsên PDK’ê re kuştina hemwelatiyên Kurd girîngtire, yan kuştina berpirsekî payebilind ê MÎT’ê yê ku destê wî di xwîna Kurda de heyî û plana qetilkirina şoreşgerên mezin ên Kurdan kirî?
PDK di dîroka xwe de wek yek ji partiyên Başûrê Kurdistanê ku hertim destkeftiyên her çar parçeyên Kurdsitanê ji bo berjewendiyên xwe û malbata Barzanî kiriye qurbanî tê naskirin. Ji destpêka damezrandina xwe ve dijminatiya partiyên Bakur, Rojhilat û Rojavayê welat kiriye û ji bo vê razîkirina dilê dijmin bi dehan serok û çalakvanên partiyên din ên Kurdistanî qetil kirine.
Tenê yek rol û erk heye; rewakirina êriş û bombebaranan
Niha jî parçeyek ji dagirkerî û êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê, welatiyan û Gerîlayên Azadiyê pêktîneye. Piştî kuştina her şoreşger, welatparêz û azadîxwazekî ji aliyê MÎT’a Tirk ve, êrişkar direvin Hewlêrê û xwe digihînin PDK’ê. Her wiha hemû sazî û dezgehên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê xistiye bin xizmeta dewleta Tirk a dagirker de. Tenê yek rol û erkê sereke heye ew jî rewakirina êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker û veşartina sucên wî ye.

0 Yorumlar