Şandeyek ya Wezareta Karên Hindir ya Iraqê bi serokatiya Dr. Elî Yasirî ku ji Bexdayê hatibû, serdana Wargeha Penaberan ya Mexmûrê kir.
Şandeyek ya Wezareta Karê Hindir ya Iraqê bi serokatiya Dr. Elî Yasirî ji paytext Bexdayê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ziyaret kir.
Şande destpêkê li Navenda Netewên Yekbûyî (NY) ya Mexmûrê bi Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê re civiya. Civîna her du aliyan ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Li gor agahiyên ku Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver ji ajansa me re ragihandine, di civîna her du aliyan de mijarên îdarî, zagonî û xizmetgûzariyê hatin gotûbêjkirin.
Piştî civîn bidawî bû, şandeya Wezareta Karên Hindir ya Iraqê li nav wargehê geriya û serdana konê sersaxiyê malbatek ya wargehê yê binavê Ebdulmecîd Hilalî kir. Piştî serdana konê sersaxiyê şandeya Iraqî ji Wargeha Mexmûrê derket.

0 Yorumlar