Muhamed Îşlek
ango Rojhat di sala 1982 de li gundê Zûrava di nav malbatek welatparêz de çavên
xwe li jiyanê vedike. Heval Rojhat di nav jiyanekî ku bi êrişên dijmin re rû bi
rû dibîne mezin dibe.
Rêheval Rojhat di 7 saliya xwe de, rojekê bi
dayîka xwe re diçe dar komkirinê û dema diçe di wê çolê de dû hevalên Gerîla
dibîne. Yekem car ku dîtina wî ji bo gerîla, dibe evînek di nav dilê wi yê biçûk
de. Çi dema dayîka wî biçûya çolê ji bo dar aninê, Rojhat jî bi dayîka xwe re
diçû ji bo hevalan bibîne. Her ku Rojhat mezin dibû ev evîna wî jî mezin dibû û
di nav wî dilê biçûk te şax vedida. Dihişt ku Rojhat bikeve nav lêgerînek nû ya
jiyanek azad. Ji bo dabara malê dest bi
karê şivantî dike. Rojhat di hembêza dayîka xweza de xwe azad hîsdikir û dema
xwe di nav xwzayê de derbas dikir. Di
jiyana xwe de dibe kesek zîrek, çalak û serhildêr. Hê di biçûktiya xwe de serî
li himber neheqiyê nedidanî, ne li himber xwe, ne jî li hiber kesan nikaribû neheqiyê
qebûl bike. Li kuderê neheqiyek bidîtiba, dibû xwedî helwest. Fedekar û bi cesaret
bû. Di nav hevalê xwe de dihat heskirin û dikaribû bi her kesê re di nav
danusandinan de be. Di sala 1993 de her diçû êrişên dijmin li ser gundê wan zêdetir
dibû. Ji ber wê jî malbata Rojhat neçar dimîne di nav welatê xwe de bibe penaber.
Di 93 de dest ji gundê xwe berdidin derbazî Cizîrê dibin. Lê li Cizîrê jî carek
din dijmin bela xwe ji wana venake bi hêcetên cûda cûda êrişî malbatê dike,
ferdên malbatê digre û bi êşkenceyan re derbas dike. Malbat carek din neçar dimîne
ku bikeve ser rêya penaberiyê. Vê carê Zaxo ji bo xwe dixin war. Heval Rojhat
li wir dest bi dibistanê dike. Belê Zaxo welatê Kurdan bû lê bi îxanetê re rû bi
rû mabû. PDK wek dewleta Tirk, tevdigeriya û êrişî malên Kurdan yên ku ji ber sedema
êrişên dijmin penaber bûne. Roj nebû ku PDK êrişî wan nekiriba. Zext li ser kesên
penaber dikir û wan bê ser û şûn dikir. Rêheval Rojhat dema van êrişên PDK’ê didît
nerazîbûna xwe dida diyarkirin. Dibêje; ‘Em ji ber êrişên Tirka neçarî
penaberiyê bûn lê KDP ji wana jî xirabtire. Ev ne Kurdin. PDK êrişê me dike û
diçe li beranberî hevelan şer dike, divê em bê deng nemînin. Em bibin xwedî
helwest.’ Di wî temenê xwe yê biçûk de, di nav wî dilê xwe yê biçûk de li
beranberî dijmin û hevkarê wî hêrs û kînek mezin dihewand. Malbata Rojhat li
beranberî van êrişên PDK û dewleta Tirk ti carî ji rûmeta xwe gav şunde navêje
û neçar dimîne ku carek din bikeve ser rêya penaberiyê, derbazî herêma Zelê
dibin.
Rêheval
Rojhat bîryar dabû ku ev têkoşîna xwe ya penaberî bi gerîlatî tacîdar bike. 3
caran dixwaze ku tevlî bibe, ji ber temenê wî yê biçûk paşde vedigerînin.
Rojhat vê yekê qebûl nake û helwesta xwe
dide diyarkirin. ‘Divê ez niha biçim xwe zane bikin. Ger ez niha neçim piştî
mezin bibim pêwîst nake ku ez biçim.’ Belê wek Rêbertî gotî azadî ji zarokatiyê
destpê dike. Bi rastî jî Rojhat di nav temenê xwe yê 12 salan de, di wî dilê xwe
yê biçûk de fîkrek azad dihewand. Li ser vî esasî di sala 1993 de beşdarî nav
gerîla dibe û li Zelê bi hevalên temenê xwe re dibistana xwe berdewam dike.
Rêheval Rojhat dibe kesek fedakar, dilnizim û aktîf. Çi kar hebûya di wî temenê
xwe yê biçûk de dikir. Ji bo her hevalek yê xwe dibe fermandarek biçûk. Rêheval
Rojhat evîna di dilê xwe de ku dihewand di her kêliya jiyana xwe de bi xayalê Kurdistanek
azad tevgerya û di sala 1993 de li kampa Zelê di êrişa balefiran ya li ser Zelê
de digihije karwanên nemiran.
0 Yorumlar