Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna amûrên mûzîkê ya Saziya Stêra Zêrîn ku bi navê dewreya Şehîd Mizgîn di meha Gulanê de hatibû destpêkirin, bi şahiyekê dawî bû.
Saziya Stêra Zêrîn di havînê de dest bi dewreya perwerdeya Şehîd Mizgîn a amûrên mûzîkê kiribû. Di nava van sê mehan de zarok û ciwanên Wargeha Penberan a Şehîd Rustema Cûdî (Mexmûr) hatin perwerde kirin. Dewreya perwerdeyê duh bi şev bi şehiyekê dawî bû.
Şahiya bidawîbûnê li parka Aryen Cûdî bi amadebûna xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê mamostaya dewreya perwerdeyê Helena Babat ve axaftinek hat kirin.
Helana Babat di destpêka axaftina xwe de xêrhatina kesên amade kir û wiha got: “Em vê dewreya perwerdeya xwe di kesayeta Şehîd Devrim de diyarî hemû şehîdên çand û hunera Kurd dikin. Em spasiya hemû malbatên xwe dikin. Ji ber ku yên zarokên xwe teşfîqê vê perewedê kirîn û bi wan re bûyîn alîkar ku bikaribin di aliyê çand û hunerê de xwe pêşbixin malbat bûn. Di nava van sê mehan de me gelek ked da. Îro ji hertiştî zêdetir çanda me di bin qirkirinê de ye, ji bo wê jî pêwîste ji her tiştî zêdetir em xwedî li çanda xwe derbikevin.”
Her wiha Endama Komîteya Perwerdeyê Leyla Arzû Îlhan jî axivî û di destpêkê de spasiya xwe ji bo mamostayên dewreyê dane destpêkirin kir û wiha got: “Di roja me ya îro de ji hemû tiştî zêdetir sîstema desthilatdar bi rêya qirkirina çandî û şerê taybet dixwaze civakê têk bibe. Lê eger em di nava penabertiyê de jî bi sedan ciwanên xwe di aliyê çand û hunerê de perwerde bikin, em dikarin bi hêsanî planên desthilatdaran têkbibin.”
Herî dawî mamosta, ciwan û zarokên di dewreyê de perwerde dîtine, hunera xwe bi stranan pêşkêşî malbalbatên xwe kirin.
0 Yorumlar