Ticker

10/recent/ticker-posts

JIN JIYAN AZADÎ


Tekoşîna sinûr derbas kirî “Jin Jiyan Azadî” dibe ku bi qetilkirina Jîna Amînî re ev weke dirûşmeyekê derketibe pêş lê belê fikir, felsefe û perspektîfa “Jin Jiyan Azadî” xwediyê dîrokek demdirêj û tekoşînek mezine. Bi derketina tevgera azadiya gelê Kurd ya di pêşengtiya Rêber Apo de tekoşîna azadiya jinê bû bingehê tekoşîna azadiya civakê. Rêber Apo li ser perspeketîfa “heta jin azad nebe civak azad nabe” azadiya jinê kir navenda tekoşîna gelê Kurd. Rêber Apo dibêje: “Di dîroka me de peyva jin û jiyan yeke, lê dema em temaşe dikin bi destê sîstema desthilatdar ev her dû peyv bûne dû peyvên nakok, em vê valahiyê dadigirin û em Jin û Jiyanê dikin yek, ev pêşveçûnek gelek başe” bi vê yekê tekoşîna azadiya jinê û azadiya civakê dibe yek.

Di dîroka tekoşîna gelê Kurd de gelek caran jina Kurd rolê xwe yê pêşengtiyê leyîstiye û li dijî dagirkerî, zilm û bêmafiyê tekoşîn daye meşandin û ber daye geşedanên çêbûyî. Ev rastiyek ya civaka Kurd û jina Kurde. Lê ti caran weke di dîroka tevgera azadiya gelê Kurd ya dibin rêbertiya Rêber Apo de jin ne bûye navenda tekoşînê.

Dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bû nasnameya tekoşîna azadiyê ya jina Kurd û li tevahiya cîhanê belev bû. Rêber Apo dibêje: “Jin netewa ku cara yekem hatî dagirkirin û kole kirine” li ser vê yekê jina Kurd bû xwedî hêza netewa ku cara yekem bikare ji dagirkerî û koletiyê rizgar bibe. Ji bo jina Kurd tekoşîna azadiyê dayîna meşandin ewqasî hêsan nebû û niha jî ne hêsane. Ji ber ku bi gelemperî jin û bi taybet jina Kurd ji aliyê sîstema desthilatdar, olên yek xwedayî û saziya malbatê ve hatibû tine hesibandin û ev tinebûn bi jinê jî dabûn bawerkirin û qebûlkirin. Ji ber wê tekoşîna azadiya jinê bi hêsanî nîne. Ev rastiyeke koleyê ku di ferqa koletiya xwe de be, hêza bikaribe tekoşîna azadiyê bide heye, lê koleyê ku koletî qebûl kiribe û bi koletiyê razîbe bi hêsanî tekoşîna azadiyê nikare bide. Di dîrokê de jin jî bi koletiya xwe razî biribû. Rêber Apo bi tekoşînek mezin ev bêhêvîtiya di jinê de hatibû çêkirin vegerand hêzeke mezin ya tekoşînê û jina ku tine dihat hesibandin êdî bû “xwebûn”. Ev pêşveçûn û hêzek gelek mezine ji bo jinên Kurd û bi jinên Kurd re ji bo hemû jinên cîhanê.

Bê gûman bi hêsanî jina Kurd nebû xwediyê hêza “xwebûnê” li hember dagirkeriyê tekoşînek gelek mezin hat dayîn û jina Kurd gelek bedelên giran biha dan. Li zindana Amedê li hember teslîmkariyê Heval Sara bû cesareta “Berxwedana jiyanê” li hember bê îradebûn, bêhêzî û îxanetê Heval Bêritan bû qêrîna azadiyê. Li heber tine hesibandin û qirkirinê Heval Zîlan bû manîfestoya jiyana azad. Li hember hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê Arîn Mirkan bû pêşenga şoreşa azadiyê. Êdî jina Kurd hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo mirovahiyê bû pêvajo û ber da tekoşîna azadiyê. Dara azadiyê ya ku Rêber Apo çandî û bi xwîna hezaran canguriyên gelê Kurd hatî avdan, bi Şoreşa Rojava re berhem da û ev berhem bû hêza tekoşîna li hember dagirkerî, bê mafî û tine hesibandinê.

Jina Kurd Jîna Amînî di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê sîstema desthilatdar ya Îranê ve ji ber ku ne li gor sîstema wan ya dagirkeriyê laçika xwe li serê xwe kiribû hat qetilkirin. Bê exlaqan qaşo erkdarên exlaq avakiribûn û bi vê yekê sîstema xwe ya xwînmij didan meşandin Jîna Amînî qetilkirin. Çirûska azadiyê ya ku jina Kurd pêxistî bû agirê dojehê ji bo dagirker, xwînmij û hovên bi navê Ol hewil didan xwe veşêrin. Bi qetilkirina Jîna Amînî re dengê “Jin Jiyan Azadî” bilind bû û li tevahiya cîhanê deng veda. Jinek bi awayê herî hovane hat qetilkirin lê qêrîna vê jinê bû hêrsa jinên azadixwaz û ev qêrîn bû tirsa herî mezin ya zebaniyên dojehê.

Leyla Arzu Îlhan

Yorum Gönder

0 Yorumlar