Nexweşiya pişîkê nexweşiyeke ku ji sedî 70’yê wê bê nîşaneye û bandorê li ser organên nefesê dike. Jinên du canî zêdetir bi vê nexweşiyê dikevin û rasterast bandorê li ser zarok dike.
Mehran Remezan
Nexweşiya pişîkê (kitik) yek ji nexweşiyên veguhêze. Çavkaniya wê parazîta bi navê Toksoplasma gondii ye. Ev nexweşî di sala 1908’an de hatiye tespît kirin. Di zimanê tibî û zanistî de ji vê nexweşiyê re Toxoplasma tê gotin.
Sedema ku jê re nexweşiya pişîkê tê gotin ewe ku ev parazît bandorê li pişîkan bi xwe nake, lê ji bo veguhestina mirov û heywanên din pişîk wek navendek ya veguhestinê ye.
Metirsiya bi vê nexweşiyê ketinê bê cûdahî li ser her du rêgezan heye. Lê bi rêjeyek zêdetir bandora xwe li ser jinan heye. Di jinên du canî de dibe sedemê ji destdana zarokan yan jî nexweşiyên zikmakî yên wek nexweşiyên mejî.
Ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir li ser vê nexweşiyê, bandorên wê bi taybetî jî li ser jinên du canî û zarokan, Pispora Nexweşiyên Jinan û Welidînê Esra Îsmaîl bersiva pirsên me da.

Nexweşiya Pişîkê çiye?
Navê vê nexweşiyê ji parazîtek hatiye ku mirovan bi vê nexweşiyê têxe. Ev parazît ne vîrose û nejî bakteriye, ji pîsatiya pişîkê peyda dibe.
Ev parazît bi kîjan rêyê derbasî mirov û ajelên din dibe?
Derbarê şêwazê veguhestina vê parazîtê (Toksoplasma gondii) Dr Esra got; Ev nexweşî bi du rêyan derbasî mirovan dibe;
Yekem; Bi rêya temasa li gel pişîkê, dema ti xweparêziyek wek lepik bikarnayîne, piştî destê xwe dide pişîkê û piştre destên xwe naşo ev nexweşî derbasî mirov dibe.
Duyem; Bi awayek ne rasterast, dema pişîk pîsatiya xwe dixe binê axê û diveşêre, ajelên wek çêlek û bizin dema giyayên ku li ser wê axa ku pişîkê pîsatiya xwe xistiye dibin de dixwin. Ew parazît bi rêya wî giyayî dikeve hindirê rûviyên wê ajelê de. Piştî ku mirov goştê wê ajelê dixwe ew parazît derbasî nava rûviyên mirovan jî dibe û têde bicih dibe, dibe sedem ew mirov bi nexweşiya pişîkê bikeve.
Nîşaneyên herî diyar ên Nexweşiya Pişîkê çine?
Bi awayek giştî nîşaneyên Nexweşiya Pişîkê nîne. Lê dema jinek du canî ta pêre çêdibe, yan gêjbûn, werimîna lenfan û êşa masûlkeyan pêre peyda dibin. Ev hin ji nîşanên vê nexweşiyê ne.
Di kîjan dema du caniyê de diyar dibe ku dayîk bi Nexweşiya Pişîkê ketiye?
Piraniya caran di sê mehên destpêkê yên du caniyê de metirsiya bi vê nexweşiyê ketinê li ser dayîkê zêdetire. Her wiha ew dem asantire ji bo were zanîn ew jin bi nexweşiya pişîkê ketiye yan na.
Kîjan test tên girtin ji bo were zanîn kesek bi wê nexweşiyê ketiye yan na?
Dayîkên du canî di sê mehên destpêkê de divê serdana bizîşk bikin. Bi rêya soner (Ultrasound) dikare were zanîn ka ew dayîk bi nexweşiya pişîkê ketiye yan na.
Nexweşiya Pişîkê çi bandorek li ser tendirustiya dayîk yan jî zarok dike?
Bandorê li ser tendirustiya dayîkê nake, lê rasterast bandorê li ser tendirustî û pêşketina zarok bi taybetî jî di aliyê pêşketina mejî, çav û sihê dike. Gelek caran dibe sedem zarok astengdar (seqet) û ne temam be.
Ji bo piştrast bibe, çi cûre testek pêşwext heye?
Ji bo destnîşankirina pêşwext û piştrastbûnê bi rêya testa xwînê dikare were diyar kirin. Yan jî bi girtina testa ava derdora zarok dikare were diyarkirin ka dayîk bi nexweşiyê ketiye yan na.
Wê çawan piştrast bibe ku dayîk bi nexweşiya pişîkê ketiye?
Di sê mehên destpêkê de eger sê caran zarok ji ber dayîkê çû, yan jî di dawiya du caniyê de yan jî ji dayîkbûna pêşwext derdikeve ku dayîk hilgirê parazîta Toksoplasma gondii ye.
Tenê bi rêya sonerê dikare were zanîn dayîk bi nexweşiya pişîkê ketiye?
Belê dema dayîk serdana bizîşk dike, pişte behsa nîşaneyan ji bizîşk re dike, yekser cara yekem testa xwînê ji bo dayîkê tê girtin. Piştre bi rêya wê testa xwînê li bergiriya laş tê nêrîn ka laşê wê li dijî wê parazîtê dest bi çêkirina antîkoran kiriye yan na. Laş du cûrên antîkoran çêdike.
Ya yekem, IGG ye, ev cûr nîşan dide ku dayîk demeke bi nexweşiya pişîkê yan jî parazîtê ketiye. Di vê dema du caniyê de zêde bandora xwe nine.
Ya duyem, IGM ye. Yanî dayîk nû bi nexweşiyê ketiye û divê hîn zêdetir lêkolîn li ser bike.
Di her du deman de bandora li ser tendirustiya zarok cûdaye. Ji bona wê divê ji qonaxa bi nexweşiyê ketinê piştrast bibîn.
Hinek car dayîk bi nexweşiya pişîkê dikevin û bêy ku bizanin derbas dikin. Ev çawan çêdibe?
Dema dayîkek yekem car bi nexweşiya pişîkê dikeve, derbas dike û pêjî nahese. Ji berku nîşaneyên vê nexweşiyê nine. Ji sedî 70’yê nexweşiya pişîkê bê nîşaneye.
Gelo zilam jî bi nexweşiya pişîkê dikevin?
Belê hemû kesek bi nexweşiya pişîkê dikeve, bi heman rêya ku jinên du canî pê dikevin zilam jî bi nexweşiyê dikevin. Heman nîşane di zilaman de jî derdikevin. Lê nîşanên li ser zarokên di zikê dayîka xwe de zêdetir bandor dike û divê kar li ser were kirin.
Bandorên nexweşiya pişîkê yên li ser zarok çine?
Beriya hefteya 18’emîn a du caniyê eger dayîk bi nexweşiya pişîkê bikeve, wê bibe sedema kombûna avê li nav mejiyê zarok de û hecma wê mezin bibe. Wê nexweşiya iltihaba mejî û çav bi xwere çêke.
Wê kengî bandora wan derkeve?
Hinek deman di dema du caniyê de, hinek caran jî di dema ji dayîkbûna zarok de. Mejiyê zarok ne temame yan jî bi felca mejî dikeve.
Qet amarek li ber dest heye ku dayîkek ji ber nexweşiya pişîkê jiyana xwe ji dest dabe?
Nexêr ti amarek li ber dest nine. Ji berku kengî dayîk serdana bizîşk dikin, ji aliyê bizîşkê pispor ve tê kontrolkirin.
Ji bo dayîk bi nexweşiya pişîkê nekevin, divê çibikin?
Divê dayîk destê xwe nedin pişîkan, divê ava paqij vexwin û goşt bi awayek baş kelandî bixwin. Şîrê ajelan baş bikelînin û wisan vexwin. Divê bi berdewam destên xwe bişûn.

0 Yorumlar