Mamostayên Stêra Zêrîn têkildarî dewreya perwerdeya Şehîd Mizgîn axivîn û diyarkirin ku ew wek mamostayên amûrên mûzîkê ev demeke zarokên wargehê perwerde dikin û wiha gotin: “Ji ber ku ciwan û zarokên wargehê bi dilxwazî û kelecanek mezin berê xwe didan perwerdê, me di nava van sê mehan de encamek gelek baş ji vê perwerdê girt.”
Jiyan
Pîran
Stêra
Zêrîn di betlaneya havînê de dest bi perwerdeya dewreya Şehîd Mizgîn a amûrên
mûzîkê kir. Di nava van sê mehan de zarok û ciwanên Wargeha Penberan a Mexmûrê bi
heskirinek mezin berê xwe dan Stêra Zêrîn ku bikaribin xwe di aliyê huner û
amûrên mûzîkê de pêşbixin. Girêdayî vê mijarê mamostayên Stêra Zêrîn ên ku
perwerde didin ji rojname me re axivîn.
‘Hêviyên me mezintir bûn’
Ronahî
Yeman di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser perwerdeya ku di nava van sê
mehan de dayîn zarok û ciwanên wargehê û wiha got: “Ev perwerde li ser bingihê
fêrkirina sê amûrên mûzîkê yên weke Tembûr, Gîtar û Erbane hat dayîn. Di meha
Gulanê de amadekariyên vê dewreyê hat kir. Ji ber ku biryara vê dewreyê di
salvegera şahadeta Şehîd Mizgîn de ango di 11’ê Gulanê de hat dayîn, ji bo wê me
navê dewreya perwerdê kir dewreya şehîd Mizgîn. Ez mamostaya amûra mûzîkê ya Erbanê
me. Ez di vê perwerdeyê de bi 24 xwendevanan re eleqeder dibûm. Ji ber ku bi
dilxwazî û kelecanek mezin ciwan û zarokên wargehê berê xwe didan perwerdê, di
nava van sê mehan de me encamek gelek baş ji vê perwerdê girt. Hemû xwendevanan
di demekî kin de ji bo xwe amûrên mûzîkê kirîn ku di demek kin de beşdarî
perwerdê bibin. Ne tenê ciwan û zarok di heman demê de malbatên wan jî eleqeyek
mezin nîşanî perwerdeya me dan, gelek malbat hatin vir û xwestin zarokên wan
beşdarî vê perwerdê bibin. Ji ber ku malbat zarokên xwe teşfîqê hunerê dikirin,
hêviyên me mezintir bûn.
Ronahî
Yeman di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku wek Stêra Zêrîn di her werzên
havînê de wê dewreyên perwerdê bidin destpêkirin û wiha gotinên xwe bidawî kir:
“Em niha jî amadekariyên girtina dewreyê dikin. Emê encama xebatên xwe yên sê
mehan di roja girtina dewreyê de pêşkêşî malbat û gelê wargehê bikin. Ji ber ku
wê di rojên pêşiya me de dibistan vebin û hemû xwendevanên me biçin dibistanê,
emê dawî li perwerdeyê bînin. Me ji serê vê mehê ve dest bi amadekariyên şahiya
girtina dewreyê kiriye. Em di xwazin şeva 10’ê Îlonê bi şahiyekê vê dewreyê bi
dawî bikin. Daxwaza me ew ku em her werza havînê dewreyên mîna vê dewreyê
rengîn pêşbixin.”
‘Ya ku reng dide civakê hunere’
Mamostaya Tembûrê
Zenûra Babat jî daxuya kirin ku zarok û ciwanên wargehê bi kelecanek mezin berê
xwe didan vê perwerdeyê û wiha peyîvî: “Ez perwerdeya Tembûrê didim. Piranî
zarok û ciwanên ku serlêdana vê perwerdê dikirin, berê xwe didan perwerdeya Tembûrê,
ez bi vê yekê gelek şanaz bûm. Di perwerdeyê de heskirina fêrbûnê gelek bû, min
jî wek mamosta ji vê yekê hêz girt. Ev du havînin me ev perwerde daye
destpêkirin. Li gorî havîna derbazbûyî, di vê havînê de xwesteka xwendevanan û
hatin vir gelek zêde bûye. Têkiliyek gelek xweş di navbera xwendevanan de hebû,
hemûya bi hev re kedek didan û komîn bûnek gelek xurt li vir pêşdiket. Ya ku
reng dide civakê hunere, civakekî bê huner civakekî seqet e. Ji ber vê yek
pêwîste em lingê hunerê di civakê de xurt bikin.”
0 Yorumlar