Ticker

10/recent/ticker-posts

BÊDENGIYA JI TECRÎDÊ RE DÛRKETINA JI AZADIYÊ YE

Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezarkirin û bang li ciwanan kirin da ku tevlî nava refên gerîlayan bibin û li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest.

Armanc Herekol

Ev 25 sal in di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, ji aliyê dewleta Tirk û hêzên hegemon ve tecrîdek li ser tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz tê meşandin. Ji 25’ê Adara 2021’an ve, ev tecrîd girantir bûye û bi ti şêwazî agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Li dijî vê tecrîda der zagonî, li her derê Kurdistan û derveyî welat çalakiyên nobetê û xwepêşandan çêdibin. Her wiha timî parêzer û malbat ji bo hevdîtinekî pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Li rûxmê wê jî ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên li Herêma Parastina Medyayê ji rojnama me re axivîn.

Kêr gihiştiye hestî!

Gerîlaya YJA-STAR’ê Zîlan Zagros di destpêka axaftinên xwe de tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got: “Armanca tecrîdê, gel û Rêber Apo ji hev dûrxistin e. Di nava tecrîdê de, tecrîdan didin pêkanîn. Bi vê yekî diyar dibe ku dijmin ji fikrên Rêber Apo ditirse û naxwaze gel ji Rêber Apo agahî bigire. Tecrîda li ser Rêberê me, tecrîda li ser gelê Kurd e. Ji bo wê divê gelê Kurd, taybet gelê me yên Bakûr dakevin qadan û serhildan bikin. Bi daxuyanî yan jî şermezarkirinan tecrîd nayê şikandin, pêwsîte gel rabe û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her derê bikin qada têkoşînê. Ji ber ku kêr gihiştiye hestî! Tiştekî ku gelê Kurd winda bike, nemaye. Tenê Rêbertiya me ji me re girînge û ji bo wê divê em hertiştî bikin.”

Rêber Apo jin ji mirinê rakirin

Zîlan Zagros anî ziman ku ji her hêlê ve êriş li ser gelê Kurd hene û rojane li dijî gerîla çekên qedexekirî tên bikaranîn û wiha behs kir: “Dewleta Tirk her roj li dijî me çekên kîmyawî bikar tînin û girtîgeh tejî kirin e. Gerîla di her hêlê de li ber xwe dide û şerê man û nemanê dide meşandin. Pêwîste gel jî bi wê ruhê tevbigere. Gel kengî bêdeng dibe, tecrîd jî wisa giran dibe. Wek gerîlayek a YJA-STAR’ê em minetdarê Rêberê xwe ne. Rêber Apo jin ji mirinê rakirin û divê em jî bi wi ruhî xwedî li Rêber Apo derbikevin. Ciwan û bi taybet jinên ciwan, divê rastiya xwe bibînin û berê xwe bidin çiyayên azad.”

Rêber Apo xeta sor e!

Li ser heman mijarê gerîlayê HPG’ê Serdar Farqîn jî axivî û di serî de tecrîd wek sûcê dijî mirovahiyê bi nav kir û wiha axivî: “Ev 25 sal in, bê navber tecrîdek girankirî li ser Rêberê me tê meşandin. Li her derê cîhanê, mafên girtiyan hene ku ev maf di asta navdewletî de hatine dayîn, lê ev maf ji Rêberê me re nayê pêkanîn. Di kesayeta Rêber Apo de, gelê Kurd tê mehkumkirin. Rêber Apo betona li ser Kurdan qelişand û ji nav wê betonê gul û nêrgiz şînkirin. Tecrîda li ser Rêber Apo, nîşaneya êrişên li ser Kurdistanê ye. Fikir û ramanê Rêber Apo, fikir û ramanê gelê Kurd e. Ji bo wê Rêber Apo xeta me ya sor e!”

Berê xwe bidin çiyayên azad

Gerîla Serdar Farqîn destnîşankir ku gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên niha li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî her cure çek û teknîkê li ber xwe didin, hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo digirin û wiha pêde çû: “Em wek gerîla, hêza xwe ji Rêberê xwe digirin. Ji bo wê divê gelê Kurd jî bi vî ruhê Zap’ê xwedî li Rêber Apo derbikevin. Her roj êriş û zilmê li Kurdan dikin, ji bo wê divê gelê Kurd bizanin, tekane rêya azadiyê Rêber Apo ye. Ez bang li gelê Kurd û ciwanan dikim, li dijî tecrîdê dakevin qadan û berê xwe bidin çiyayên azad.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar