Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Jiyan Sîvas (Zeynep Erdem) ya ku di sala 1995’an de li Wargeha Etrûşê ji aliyê PDK’ê ve hatibû şehîdxistin û 3 gerîlayên ku di sala 2014’an de di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Jiyan Sîvas (Zeynep Erdem) ya ku di sala 1995’an de li wargeha Etrûşê, ji aliyê PDK’ê ve hatibû şehîdxistin û gerîlayên HPG û YJA Starê Şehîd Avesta, Şehîd Siyabend Zap û Şehîd Diyar yên ku di êrişa DAIŞ’ê ya 2014’an a li ser Mexmûrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê bi pêşengiya Akademiya Şehîd Jiyan û Meclîsa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan hat organîzekirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan, Bêrîvan Botî axivî.
Bêrîvan Botî di destpêka axaftina xwe hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê di keseyeta her çar şehîdan de bibîranî û wiha got: “PDK di xiyaneta xwe de bi israre. Dibe ku nav, cih û cilên desthilatdariyê çûda be, lê armanca wan têkbirina xeta azadiyê ye. Şehîd Avesta, Siyabend û Diyar ji bo parastiya wargehê di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bibûn. Armanca heval Jiyan jî li Etrûşê heman tişt bû ku dixwest wargehê li hember êrişên ji derve bi parêze. Bi dehan xelkê wargehê di pêvajoya penabertiyê de ji aliyê PDK’ê ve hatin qetil kirin. PDK niha jî li çiyayên Kurdistanê heman xayîntiyê dike. Pêwîste helwesta me wek gelê Kurd li hemberî xwefiroş û xayînan zelal be ku em bikaribin bigihin armanca xwe.”
Piştî axaftina Bêrîvan Botî, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Jiyan Sîvas hatibû amadekirin hat nîşandan.
Merasîm bi berz kirina dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan Azadî’ bi dawî bû.

0 Yorumlar