Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Wargeha Mexmûrê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir

Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê şermezar kirin.

Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li herêma Sîdekan bi tundî şermezar kir. 

Piştî ku xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bû, di kesayeta şehîdên meha Îlonê de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Têkildarî êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li Sîdekan li ser navê xelkê wargehê Qedrî Şirîşeyî axivî.

Qedrî Şirîşeyî êrişa PDK’ê ya li herêma Sîdekan ya li dijî gerîla şermazar kir û wiha axivî; “Ev demekê dirêje li herêmên derdora me êriş û geşedan di qewimin. Hemû cûrên êriş û xiyanetê li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê tên kirin. Eger sê sale tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me tê pêkanîn, ev hemû nîşaneyên wê yekê ye ji bo gelê Kurdistan hemû carek din di sedsaleke din di qirkirinê re were derbazkirin, ji hemû mafên xwe bên bêpar hiştin, ji axa xwe bê koçberkirin.”

Herwiha Şirîşeyî da zanîn ku dijminê gelê Kurd li gel xiyaneta navxweyî bi desteka hêzên hegemon bi her awayî di nava êrişê de ne û dewam kir; “Eger ev sê salin tecrîd li ser Rêbertiya me tê meşandin, ev îspata wê ya herî şênbere. Di heman demê de di van sê salên dawî de bê navber li ser gerîlayên azadiya Kurdistan şerekî bê eman tê meşandin. Di vî şerî de ne pîvan tên naskirin û ne jî tu wijdan û exlaq vê yekê qebûl dike. Li ser gerîlayên azadiyê hemû cûrên çekên qedexekirî tên bikaranîn. Dixwazin di van heşt salên dawî de bi van şeran bigihijin encamê. Lê çi dikin bila bikin ew nikarin bigihijin daxwazên xwe.”

Di dawiyê de Şirîşeyî wiha got; “Wek tê zanîn bi hatina Hakan Fîdan ya ji bo Iraq û Bexdayê re ev êriş ketiye qonaxekî nû. Em bang li raya giştî û cîhanê dikin ku bila şiyarbe û vê rewşê ji nêz ve bişopîne. Ev êriş ne tenê li ser hizbekêye yan jî li ser parçeyekê ye, ev êriş êrişekî sedsaliye. Kesên ku hevkariya vê xiyanetê dike em wek gelê wargehê wan şermezar dikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Xiyanet’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar