Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Mexmûrê bi koma 12’emîn berdewam dike

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 12’emîn ve hat dewr girtin.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan Ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 12’emîn ve hat dewr girtin.

Dewirgirtin li Saziya Malbatên Şehîdan, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir û piştî wê li ser navê koma 11’emîn çalakvanê bi navê Elî Ziravikî axivî.

Elî Ziravikî di serî de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got: “Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, li ser tevahî gelê Kurde. Em wek gelê Mexmûrê vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin. Ji bo ku em xwe azad bikin, divê em destpêkê Rêber Apo bi fîzîkî azadbikin. Emê wek gel û gerîla bi yekitiya xwe û bi şerê gel yê şoreşgerî vê tecrîdê bişkînin. Gelê Kurd divê hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo derbikeve. Taybet bang li gelê Kurd yê li Ewropa dikim, rabin qadan û li her derê banga azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bikin. Bi vê boneyê, em ji koma nû re serkeftinê dixwazin.”

Çalakiya Nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma 12’emîn hate kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar