Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, ji aliyê koma 4’emîn ku TCM û TJCM ne ve hat dewrgirtin.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 20’ê Tîrmehê de hatiye destpêkirin, ji aliyê koma 4’emîn ve hat dewrgirtin. Koma çaremîn ji Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê (TJCM) ve hat dewrgirtin.
Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê, bi amadebûna xelkê wargehê çalakiya dewrgirtina nobetê bi deqek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên doza Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 3’emîn daxuyaniyek ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen ve hat dayîn.
‘Xeterî li ser Rêber Apo heye’
Bîlen di destpêka axaftinên xwe de, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got: “Ev bi salane, hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin û tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin, em vê tecrîdê şermezar dikin. Em dizanîn, xeteriyek li ser Rêber Apo heye. Ji bo wê divê demildest tecrîd bê şikandin. Tecrîda heyî, ne tenê li ser Rêber Apo, li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin. Ji ber ku agahî ji Rêber Apo negirtin, ji bo me îşkence ye.”
‘Dixwazin Kurdan qir bikin’
Bîlen di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku dewleta Tirk bi zanabûn êrişî Kurdan dike, dixwaze Kurdan qir bike û wiha behsa êrişên rejîma AKP-MHP’ê kir: “Dewleta Tirk ya dagirker û hêzên komploger dixwazin Rêber Apo û gel ji hev qut bikin. Em van planên wan dizanîn û emê li hember van planan serî netewînin. Rejîma AKP-MHP’ê tunebûna gelê Kurd ji xwe re kirine armanc. Ji ber wê yekê jî li her derê Kurdistanê êrişî Kurdan dikin.”
Herî dawî Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen bang li tevahî Kurd û dostên Kurdan kir da ku demildest li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bibin xwedî helwest û li her derê çalakiyan lidar bixin.
Piştî daxuyaniyê, çalakî ji aliyê koma 4’emîn, Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê (TJCM) ve hat dewrgirtin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, Bijî Berxwedana Îmralî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.
0 Yorumlar