Bi ser êrişa li ser Herêma Mexmûrê re 9 sal derbas bûn, beriya 9 salan serokê PDK’ê spasiya gerîlayên azadiyê kiribû û behsa girîngiya yekîtiyê kiribû. Îro heman PDK dijî tevgera azadî û têkoşerên Kurd hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike. Gerîlayên ku Mexmûr û Hewlêr ji DAIŞ’ê parastin, bi hevkariya PDK’ê şehîd bûn, Mexmûra ku xwe kir mertal ji bo Başûr, îro dibin gef, êriş û zextên PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker deye.
Îro 9’emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêma Mexmûrê ye. 9 sal beriya niha dema çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dabûn Hewlêrê û heta navçe û wargeha Mexmûrê hatibûn, gerîlayên HPG/YJA-STAR, li gel hêzên parastina wargehê berxwedanek mezin nîşan dabûn û cara yekem çete têk biribûn. Piştî 5 rojan Mesûd Barzanî çûbû wargehê û spasiya gerilayan kiribû.
Emê divê dosyaya xwe de behsa rastiya berxwedana gerîla û xelkê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya di sala 2014’an de, dijî çeteyên DAIŞ’ê, rizgarkirina Herêma Mexmûrê, parastina Hewlêrê, peyamên yekîtiyê, rola PKK’ê, serdana serokê PDK’ê ya ji bo Mexmûr û peyamên Barzanî ên wê demê yên bi navê yekîtiyê , bikin.
Pêla DAIŞ’ê
Roj bi roj DAIŞ li Suriye, Iraq û Başûrê Kurdistanê bi pêş ve diçû û komkujiyan pêktanî, metirsî her ku diçû zêdetir dibû, bi vê re xelkê wargehê jî kete nava liv û tevgera parastinê. Xelkê wargehê wê demê ji PDK’ê û YNK’ê xwestin, li Mexmûrê bi hevre tevbigerin û dijî DAIŞ’ê li ber xwe bidin.
Li ser vî esasî li Mexmûra jêr, civînek ku hemû partiyên siyasî amadebûn, pêkhat. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê jî tevlî civînê bûn. Xelkê Mexmûrê di civînê de xwest fermandariyek hevbeş di navbera xelkê wargehê û pêşmergeyan de were avakirin û dijî DAIŞ’ê şer bikin. Lê PDK nêzî vê daxwazê nebû, ji xwe PDK’ê wê demê digot, dibe ku DAIŞ êrişî herêma Mexmûrê neke. Her ku diçû li herêmê tirsek mezin çêdibû, DAIŞ’ê Musilê girt, êrişî Şengal kir û komkujî pêkanî.
Nobed girtin
Bi vê metirsiyê re xelkê wargehê bi xwe di nava xwe de xwe bi rêxistinkir. Hêdî hêdî DAIŞ nêz dibû, metirsî her ku diçû mezin dibû. DAIŞ nêzî bajarokê Baqirtê bibû, heya li wir êrişî pêşmergeyan jî kir. Ji ber ku Baqirtê gelek nêzî wargehê bû, metirsî hîn mezintir bû. Xelkê wargehê êdî dest bi parastina xwe kir û nobedê li xwe girtin.
Beriya DAIŞ’ê çend rojan, gundên derdora wargehê hemû vale bibûn. Mexmûra jêr hemû vale bû, tenê xelkê wargehê li herêmê mabû. Piştî metirsî zêdetir bû bi neçarî xelkê wargehê bi kal û zarokan ve ji wargehê hatin derxistin. Li herêma Mexmûrê tenê xelkê penaber mabû.
6 Tebax
Bi metirsiyê re li beramberî êrişek muthemel tedbîr hatin girtin. Di çarçoveya van tedbîran de şêniyên wargehê di 6’ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Parastina Wargehê ve ji wargehê hatin derxistin.
Bi derxistina şêniyan re, komek xelkê wargehê ji bo rê li DAIŞ’ê bigrin, di wargehê de ma. Lê YNK, PDK û leşkerên Iraqê hemû ji herêmê derketin, bi vê re xelkê ji bo parastinê mayî, biryar dan ku derbikevin ser çiyayê Qereçox a Mexmûrê. Carek din xelkê wargehê ji PDK û YNK’ê xwestin dijî DAIŞ’ê hêzek ava bikin, lê carek din nêz nebûn.
7’ê Tebax
Dema ev metirsî çêbû, gerîlayên azadiyê berê xwe dan Mexmûrê. Di 7’ê Tebaxê de DAIŞ ket Mexmûra jêr, komek gerîla û hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê, li rexa wargehê ma bûn.
Yekem derbe li DAIŞ’ê dan
Dema ku DAIŞ hat, gerîlayên azadiyê û xelkê wargehê li DAIŞ’ê xistin. Li nêzî wargehê 3 wesayîtên DAIŞ’ê hatin derbkirin. Piştî vê, PDK’ê dît gerîla û xelkê wargehê li hemberî DAIŞ’ê şer dike, ji ber ku DAIŞ tirsek mezin di nava wan de çêkiribû, kesê bawer nedikir wê berxwedanek dijî DAIŞ’ê çêbibe. Di rastiyê de cara yekem, DAIŞ li wir şikest û paş de reviyan.
Dema gerîla DAIŞ’ê şikand, PDK’ê berê xwe da gerîla
Bi şikestina DAIŞ’ê re rayedarên PDK’ê xeber ji gerîlayên azadiyê re şandin. Rayedarên PDK’ê ji fermandarê wê demê şehîd Tekoşer re gotin, ‘Mesûd Barzanî gotiye divê hun biçin û wan gerîlayan xelat bikin.’
Lê gerîlayên azadiyê ne ji bo xelatkirinê li wir bûn, ji bo vê jî fermandar Tekoşer ji PDK’ê re got; “Parastina axa Kurdistanê erka me ye. Em ne ji bo xelatkirinê şer dikin, ev erkek gerîlaye.”
Rojnamevan Denîz şehîd xistin
Şer dewam dike, komek DAIŞ xwest bikeve çiya, nêzî çiya jî bibûn. Rojnamevana heqîqetê Denîz Firat li wir, bû hedefa çeteyên DAIŞ’ê û şehîd bû.
Piştî wê gerîlayên azadiyê li DAIŞ’ê dan û 2 çete kuştin. Cenazeyê wan jî ket destê gerîla, dema ev xeber belav bû, ji Hewlêr û her derê bi sedan kes berê xwe dan çiyayê Qereçox. Ji ber kesê bawer nedikir, DAIŞ wê werin kuştin û cenaze bikevin destê wan.
Her kesê dît PKK’ê DAIŞ’ê şikand
Dema ev bûyer çêbû, êdî hewayek cûda di nava pêşmerge û xelkê Başûr de ava bû. Her kesê dît PKK’ê êrişa DAIŞ’ê şikand. Her kesê got, PKK dikare dijî DAIŞ’ê şer bike û PKK ji bo wan bû hêvî. Ji ber ku em dikarin bêjin, cara yekem li Başûr û Iraqê, êrişa DAIŞ’ê ji aliyê gerîla û xelkê Mexmûrê ve hate şikandin.
DAIŞ jî gav paş de avêt
Dema DAIŞ’ê berxwedana gerîla dît, bi paş de çûn, ji ber ku ger çiyayê Qereçox ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiba girtin, wê Hewlêr jî ketiba destê wan de. Piştî berxwedana xelkê wargehê û gerîla, PDK’ê vê carê ji gerîla û xelkê wargehê re got ku hun çi dixwazin em amadene.
Xeyala sed salî pêkhatibû
Piştî vê ji bo rizgarkirina Mexmûrê bi pêşmergeyan fermandariyek hevbeş hate avakirin. Dema DAIŞ’ê berxwedana gerîla dît, li ber xwe neda. Yekser reviyan. Piştî wê PDK’ê ji gerîla xwest, hêzek xwe li Giwêre bicih bikin, wê demê gerîla û pêşmerge bihevre şerkirin. Dema gerîla, pêşmerge û gel bi hevre dest bi parastinê kirin, kêfxweşiyek mezin çêbû. Rastî jî xeyala Kurdan ya sedsal bû pêknehat, wê demê pêkhat.
Barzanî berê xwe da Mexmûrê
Piştî wargeh û Mexmûra jêr hat rizgarkirin û her kesê berxwedana gerîla dît, serokê PDK’ê Mesud Barzanî berê xwe da Mexmûr. Barzanî di 13’yê Tebaxê de serdana Mexmûrê kir. Barzanî xwest bi gerîla û xelkê wargehê re hevdîtin bike, li ser vê heya Mexmûr hat. Li ser navê wargehê endamên Parastina Cewherî, fermandarê gerîla şehîd Tekoşer, bi Barzanî re civiyan.
Barzanî çi got?
Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe de ji gerîla û xelkê wargehê re ev tişt gotibû; “Tişta ku em Kurd sedsalin li bendê bûn, îro pêkhat. Ev tişt me bi çavê xwe dît, miletê Kurd bû yek. Me nakokiyên xwe hemû dane aliyekê, ji ber ku dijminê me yeke, armanca me jî yeke. Me dît dema yekîtiya me Kurdan hebe, dijmin çiqas hebin, wê bişkên. Ev yekîtiya me wê bihêle ku dijmin bi ser me de neyê. Me vê rastiyê dît, me dît we çawa dijî dijminê wehş şer kir û îradeyek çawa nîşanda. Em gelek spasiya we gerîla dikin, em dixwazin ev hevkariya heyî dewam bike.”
Şehîd Tekoşer jî li ser van peyamên Barzanî wiha bersiva Barzanî dabû; “Em jî vê yekîtiyê dixwazin. Em êdî naxwazin xeletiyên berê dûbare bibin, dixwazin bi hevre miletê xwe biparêzin û yekbin.”
Barzanî dîsan dewam dike û dibêje; ‘Em gelek spasiya we dikin, em dixwazin yekîtiya me dewam bike, hêzek hevbeş ava bikîn û dijî dijmin rawestîn. Her çend partiyên me cûda bin, ji bo ku em bigihin armanca xwe, divê em hevkariya xwe dewam bikin. Hun çi bixwazin em amadene ji bo we bikin.”
Gerîla û pêşmerge di yek çeperê de
Piştî hevdîtina bi Barzanî re, gelek caran bi YNK’ê û PDK’ê re civîn çêbûn, piştre, pêşmerge û gerîla dijî DAIŞ’ê bihev re şer kir. Gerîla şehîd ketin, pêşmerge şehît ketin, gelek xelkê wargehê jî birîndar bûn. Gerîla, pêşmerge û gel, bi hevre di yek mewziyê de xwîn rijandin. Heya di şerê dijî DAIŞ’ê de gerîlayek ji Bakurê Kurdistan, yek ji Rojhilatê Kurdistan û yek jî ji Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn. Yanî Kurd li wir bibûn yek. Heta wê demê PDK’ê ji gerîla xwest, ew pêşmergeyan perwerde bikin.
Destwerdana dijmin ya dijî yekîtiyê
Dema her kesê dît, di nava Kurdan de yekîtiyek avabûye, vê carê dijmin destwerdan kir. Her roja çû PDK’ê helwesta xwe netewî ya a di nava Kurdan de sist dikir, PDK êdî ji yekîtiyê dûr diket. Dema dijmin dît Barzanî bi gerîla re rûnişt û yekîtiyek di nava Kurdan de ava bû, yekser destwerdanê kir.
Mixabin êdî gihişt wê astê, gerîla bi destê nokeran şehîd bûn. Êdî li Başûr sîxurtiya dijî gerîla pêşket, bi dehan gerîla û fermandar bi destê sîxuran hatin şehîd xistin. Dewleta Tirk jî bi hemû hêza xwe dijî gerîla dest bi şer kir. Şehîd Tekoşer, yek ji wan gerîlayên ku dema DAIŞ’ê de Hewlêr parastî bû, şehîd bû.
Rêveberiya Barzanî berxwedan, fedekarî û vê helwesta netewî ya gerîlayên azadiyê nedît. Piştî ku parastina Hewlêrê bû garantî, êdî Barzanî carek din li Tirkiyeyê zivirî û dest bi hevkariya bi Tirkiyeyê re kir.
Di roja me ya îro de gerîlayên azadiyê yên ku xwe ji bo Başûrê Kurdistanê kirin çeper, bi hevkariya PDK’ê li serê çiyayên Kurdistanê tên şehîdxistin. Têkoşer û azadîxwazên ku ji bo yekîtiya netewî têdikoşan, bi hevkariya PDK’ê li nav gund û bajarên Başûrê Kurdistanê dibin hedefa êrişan û tên şehîdxistin.
Mexmûra ku 30 salin penaber û ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker koç bûye, bi hevkariya PDK’ê dibin gef, êriş û ambargoyê deye.
Îro 9 sal bi ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê re derbas bûn, piştî êrişê hewldanên valekirinê, gefên êrişên dewleta Tirk hê jî li ser wergehê dewam dikin. Piştî berxwedana xelkê Mexmûr ya dijî DAIŞ’ê û heya niha, gelek welatiyên Mexmûrê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne. Tevî hemû êriş û gefan berxwedana şêniyên wargehê, ya dijî zilm, zordarî, hewldanên valekirin, teslîmgirtin û bê îradekirinê dewam dike.
0 Yorumlar