Bersivên Gel:
-Zanista ruh e.
-Zanista lêkolîna hişmendiyê ye.
-Hizirîn e.
-Rêbaza zanistî ya bi karanîna
ceribandin, pîvandin û çavdêriya bi sîstematîke.
-Hemû awayê tevgerê yên ku kesek
yan civakekê diyar dike û bi rêve dibe ye.
-Îfadekirina hizirê mirovan e.
-Rêk û pêk kirina hestê mirovane.
-Şêwazê watedayîna jiyana mirovan
e.
-Sazûmankirina mirovan e.
Psîkolojî zanisteke xwe dispere
aqil e. Psîkolojî zanisteke hem diwarê civakî de hem jî di warê biyolojî de
lekolînan li ser mirov û lawiran dike.
Mirov çawa
bizanibe kesek psîkolojiya wî/ê ne rihete? Em dikarin bi van xalan nîşaneyên ku
di mirovan de xwe dide der diyar bikin. Mirovê ku di aliyê ruhî de ne saxlembe hertim
di nava gumanan de ne, dem dem lêdana dil bilez dibe, nefesa wan teng dibe, serê
wan di êse, laş, rû û çav xuhdan digre, laşê wan direcife, gêjdibin. Beriya
zanista ruh yanî psîkolojî, bibe zanisteke serbixwe, di nava zanistên civakî de
weke beşekê dihate destgirtin. Lê pîştre weke gelek zanistên din, dema pergal fêhm kir ku dikarin ji bo xwe bikin
berjewendî yekser dest danî ser psîkolojî û ew kir zanisteke teybet a serbixwe.
Ji ber ku pergalê berjewendiyê xwe têde didît, bi teybet di serdema kapîtalîzmê
de ne tenê weke beşeke ku bi nexweşiyên mirov yên psîkolojîk re eleqedar bibe,
ji bo gelek qadên xebatên cûda hate nirxandin. Ji van qadên xebatan mirov
dikare hinek mînakên weke psîkolojiya aborî, civakî, jin û ciwanan bide. Psîkolojiya
civakê hem bi awayekî giştî, hem jî li gor berjewendiyên xwe yê demkî çawa jêre
pêwîst bike wisa dinirxîne. Mînak, di warê giştî civakê de tişta herî zêde weke
çekek mezin bi kartîne, psîkolojiya zengîn-feqîr, dewlemend-xizan, têr û birsî
ye. Bi vê çekê weke rêbaza hertim bi karibe kontrola civakê di destê xwe de
bigre nêz dibe û ti car destûr nade ku kontrola vê çekê bikeve destê hineke
din. Em bala xwe bidinê di welatên herî ku aboriya wî baş de jî, lingê esasî yê
kapîtalîzmê netew-dewlet, bi şiklekî vê siyaseta dewlemend-xizan li ser civakê
dide meşandin. Di jin de aqilê hestiyar ji yê mêr bêtir di pêş de ye. Mixabin
pergal gelek baş di ferqa vê rastiyê de ye û di vî warî de gelek bê exlaq erişên
psîkolojîk li ser jin dimeşîne. Psîkolojiya herî zêde bi teybet di jiyana jinan
de pêş dixîne, psîkolojiya xweşik-nexweşik, tê hezkirin-nayê hezkirin, tê
ecibandin-nayê ecibandin, dayîka zarokan-jina mêr, tirsa şîdet û qetilkirina mêr-dewletê,
fikra ku derveyî karê mêr jêre diyar kiriye nikare karekî din bike û hwd mirov
dikare bi hezaran minakên din jî rêz bike. Ya herî girîng divê mirov bide diyar
kirin ewe ku bi giştî şaristanî bi teybet şaristaniya modernîteya kapîtalîst,
jin xistiye psîkolojiya koletiya xwebexş an jî koletiya ji dil. Ji ber vê weke
ku Rêber Apo dibêje; “Kapîtalîzm bi her awayî zanist avakiriye, lê ne hatiye
bîrê ku zanista jin ava bike.” Lewma Rêber Apo bi teybet li himber şaristaniya kapîtalîzmê,
pêşxistina zanista jineolojî weke zanista herî ferz û heqîqî, weke erkê sedemê
danî pêşiya tevgera azadiya jin. Bi wê ve girêdayî qasî ku civak ciwanan
pêşeroja xwe dibîne, ewqasî jî kapîtalîzm bi pêşeroja civakê dilîze. Gotin di
cîh de be ji bo roja me ya îro pir rehet dikare were gotin ku kapîtalîzm ciwan
teslîm girtiye. Her weha îro hemû cîhan şahîdiya vê heqîqeta bi êş dike ku dayîk
û bav ji %5 jî nikare kontrola zarokên xwe bikin. Di bingehê vê rastiyê de ev
heqîqet diraze. Hemû xwestek û armanca her dayîk û bavekî, kêfxweşbûna zarokê
xwe ye. Her dayîk û bavek dixwaze zaroka wî bi dilê xwe bijî. Kapîtalîzm jî li ser
vê psîkolojiya dayîk û bav êrişî ciwanan dike. Her roja ku diçe çi tişta ku
mejiyê ciwanan di tevizîne hîn bêhtir pêş dixîne. Vê tevîzandina mejî bi rêya mediya
civakî pêktîne. Piştî kapîtalîzm mejiyê ciwanan tevîzand, ji bo berjewendiyên
xwe çi guncav bibîne ji xwe ewê wê pêkbîne. Psîkolojiya ku herî zêde di ciwanan
de pêş dixîne, psîkollojiya pêşeroj nîne ye. Yanî heqîqeta “ciwan pêşeroja
civakê ye” dikuje. Pêşerojê ji pêşerojiyê dide bê bawer kirin. Lewma divê mirov
bipirse, ger ciwanên xwediyê pêşeroja civakê, xwe pêşeroj nebîne û ji pêşeroja
azad bawer neke gelo wê di dema pêş de halê civakê çibe?
Bi
gelemperî mirov dikaribû bahsa gelek aliyên psîkolojî yên teorîk jî bikiribaya.
Lê belê ji ber ku Rêber Apo di gelek aliyan de analîzên pir bi wate û bi qîmet
kiriye, bi teybetî gelek kûr analîzên civakî pêş xistiye, mirov gelek rihet
dikeve vê qeneetê ku psîkolojiya herî rast û exlaqî psîkolojiya “Heqîqet Eşqe û
Eşq Jî Jiyana Azade!”
0 Yorumlar