Di dîroka civaka xwezayî de ji bo pêşxistina amûrên maddî û menewî ya di civakî de bi qasî rola jinê, rola ciwanan jî pir giring bû. Tê zanîn ku pergala desthilatdar ji bo heyîna xwe mayînde bike destpekê avakerê vê civakê (jin) kir kole û hemû destkeftiyên jinê xist bin kontrola xwe. Lê bi vê tenê sînordar nema. Sîstema xanedan ku di bingeh de prototîpa sîstema dewletê ye ciwanan wek tehlukeyekê mezin li pêşiya xwe dît, di heman demê de ket ferqa vê ku: Ger bikaribe ciwanan li gor bîrdoziya xwe (hişmendiya zilamsalar) avabike û bixe bin xizmeta xwe de, wê demê dikare hebûna xwe jî li cihanê bide qebûl kirin. Ji bo vê jî bi rêbazên perwerde, lawiktî (oğlancılık) û avakirina artêşên zilaman ên şer, hêza ciwanan kir amûra xwe ya herî bingehîn. Bi vî awayî pergala hegoman desthilatdariya xwe heta roja me ya îro domand. Polîtîkayên sîstema pênç hezar salî ya li dijî ciwanan di serdema fînanseya kapîtal de ku em dikarin jê re modernîteya kapîtalîst jî bêjin, piştî serhildanên di pêşengtiya tevgera ciwanên 68’an de pêşketî neçar ma ku şikil bigûhere. Pergala kapîtalîst baş dît ku di ciwanan de lêgerînên pir xurt hene û ev lêgerînên wan dikarin pergala heyî birûxînin. Ev yek di şoreşên li Kuba, Angola, Çîn û Sovyetan de şêmber derket holê. Hezên dij-şoreş ji bo pêşiya hilweşandina xwe bigrin, rêbaza destpêkê jî bikaranîn bi darê zorê girtin, êşkence, îdam û bi koçberiyê xwestin pêşî li pêşketina fikrên ciwanan bigrin. Lê ev rêbaz wê heta demekê encam bigre. Fikrên Sosyalîst hêrsa ciwanan li hember koletiyê mezintir dike û ev hêrs wan ber bi têkoşînê ve dibe. Ji ber vê modernîteya kapîtalîst êdî wê polîtîkayên hîn ziraftir û berfirehtir li ser ciwanan bide meşandin. Piştî di salên 1980’an de dijminê civaka exlaqî û polîtîk wê hîn zedetir hêza xwe bide ciwanên Rojhilata Navîn. Ji ber ku di wan salan de bi derketina meşa azadiya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina PKK’ê re di serî de li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û giştî Rojhilata Navîn pêvajoyek nû destpê dike. Bihara gelan di sala 2010’an de bi pêşengtiya gelê Tunusê destpê kir û di sala 2012’an de bû bingihê Şoreşa Rojava û li tevahî Rojhilata Navîn belavbû ku heta niha jî bandorek mezin li ser hemû cîhanê dike. Êdî ciwanên Kurd, Tirk, Ereb, Êzîdî û yên giştî cîhanê fikir û felsefeya Rêber Apo nasdikin û bi paradigmaya Netewa Demokratîk xwe perwerde dikin û li dijî pergala desthilatdar têkoşîn dikin. Ev yek darbeyek pir mezin li pergala kapîtalîst dide. Sîstem ji bo ku tola xwe ji ciwanan hilde dest bi operasyonên pir mezin kir û di serî de hewl da ew ruhê şoreşê pûç bike û ciwanan ji têkoşînê dûr bixe. Ji bo vê jî, destpêkê êrişî hestên ciwanan ku wan ber bi lêgerîna heqîqetê ve dibe dike. Bi pêşxistina amûrên teknolojîk, maddeyên hişbir, zayendbûna çors û dibistanên dewletê (mînaka YUBO) dixwaze mejiyê ciwanan qirêj bike. Bi vekirina rêyên koçberiyê berê ciwanan dide welatên derve û bi vî awayî jiyana aborî li dijî jiyana menewî li ber çavê ciwanan dike hingiv. Di encamên van polîtîkayan de ciwan ji cewhera xwe dûr dikevin û bê zanebûn li dijî rastiya pîvanên azadî û rûmetê, xiyanetê dikin. Lê ev rastî jî li ber çavane ku pergal çiqas hewl bide jî wê nikaribe radîkal bûyîna ciwanan bi giştî tinebike. Têkoşîna ciwanên Kurd ku îro îlham dide ciwanên Enternasyonalîst wê faşîzma heyî birûxîne.
Amara Tîjda
0 Yorumlar