Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 9. salvegera êrişa DAIŞ’ê hat şermezar kirin

Bi boneya 9’emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê, şêniyên wargeha Mexmûrê daxuyaniyek dan û ragihandin ku xeta Rêber Apo ya ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşket, lîstoka hêzên dagirker vala derxist.

Di 6’ê Tebaxa sala 2014’yan de çeteyên DAIŞ’ê êrişî wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kirin. Piştî du rojan ango di 8’ê Tebaxê de HPC-Mexmûr li gel hêzên HPG û YJA-STAR’ê Mexmûr rizgarkirin.

Di 9’emîn salvegera êrişê de şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û daxuyaniyek dan. Destpêkê de di kesayeta şehîdên meha Tebaxê de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê de deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Endama Têkiliyên Derve ya Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan ve daxuyaniyek hat dayîn.

Leyla Arzû Îlhan di destpêka axaftinên xwe de, di kesayeta Rojnamevan Şehîd Deniz Firat, Şehîd Siyamend û Şehîd Avesta de hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîranî û wiha got: “Wek tê zanîn ev 9 salin li ser lîstoka hêzên dagirker ya ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser Rojhilata Navîn, li ser gelê Kurd bi taybet li ser xeta Rêber Apo hatî pêkanîn re derbaz dibe. Ji ber ku em dizanin çeteyên DAIŞ’ê encama projeya Rojhilata Navîn a ku bi destê hêzên desthilatdar hatibûn çêkirin û bi alîkariya hêzên herîmî ku bi karibin carekî din gelê herêmê bêxin nava qirkirinekê û ji bo desthilatdariya xwe carekî din bikevin nava planên qirêj de hatibû pêkanîn. Lê xeta Rêber Apo ya ku li Rojhilata Navîn li Kurdistanê pêşdiket, ev lîstoka hêzên dagirker vala derxistin. Hêzên hegemon yên cîhanî êdî nekarîn bi leyîstokên xwe yên qirêj Rojhilata Navîn bixe bin bandora xwe. Li ser vê yekê weke koma qirêj ya ku ji her aliyê cîhanê komî ser hev kirî û di Rojhilata Navîn de bi taybet di Kurdistanê de navê DAIŞ’ê lê kirîn, êrişî gelê Kurd, baweriyên Kurdistanê, êrişî xeta civakî ya ku li himberî sîstema desthilatdar pêşdiket kirin.”

Leyla Arzû Îlhan di dewama axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Ev 25 salin Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de tê girtin û ev ji du salan zêdetire bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Niha em dibînin bi van lîstokan tola têkbirina DAIŞ’ê sîstema desthilatdar ji gelê Kurd, ji xeta Rêber Apo ya azadîxwaz radike. 9 Sal derbaz bû ku DAIŞ’ê bi êrişekî hovane bi ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî de anîbû. Di xwest di kesayeta wargehê de li ser tevahî herêmê  xwe bike desthilatdar. Her wiha xwest bi zihniyeta xwe ya qirêj û tirsonek civakê hemûyê teslîm bigre. Lê me dît ku xelkê wargeha Mexmûrê hêza ku ji Rêber Apo û gerîlayên azadiyê girtiye, bi cara yekemîn ku DAIŞ di Mexmûr de têkbirin û ev bû bingehek yê têkbirina DAIŞ’ê. Di roja me ya îro de eger hêjî êriş li ser me hene, ev zihniyeta DAIŞ’ê ye. Ji bo wê jî em bang li tevahî gelê Kurd û mirovahiya pêşverû dikin ku rê nedin sîstema desthilatdar bi lîstokên xwe yên qirêj planan li ser me çêbike.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar