Malbatgerî pewîste li ser hîmê rêgeza azadiyê were çareserkirin
Gelo
ji bo rastiyê dê hêz ava bibe? Ev yek bi asta azadiyê ve û ew kesên ku li gel
me ne çiqasî milîtanên azad û şoreşger in, bi bersiva wê ve gengaz e. Ger em
gihiştibin van encaman, ew bi şoreşgeriya me ve gengaz e. Ji ber ku em şoreşger
in. Ev jî tê wê wateyê ku pêwîste em li ser vê pirsgirêkê serê xwe biwestînin.
Em dîwarên malbat û zayendê ve rastî hev hatin. Ji ber wê jî çareserî xwe ferz
dike. Ger tu rêberê partiyê bî tuyê çareseriyê pêk bînî. Weke din tu nikari ji
bin vê pirsgirêkê derbikevî. Ez zehmetiyê dikişînim, bi nêzîkbûnê “serdestiya
min bihêz bû, ez xanedaniyekê ava bikim, dijberê rêgezê serokatiyê derbikevim”
ve xelaskirina rewşê ne gengaz e. Ev jî me lewaz dihêle, gotina “ezê înkar
bikim” jî dê bihelê mirov li şûna şoreşê bihêle, ku ev jî bi jiyanê ve tund
girêdayî ye. Ji ber vê sedemê pêwîste em çareseriyeke kûr di ferasetê de û ger
gengaz be di gavên xwe de pêk bînin. Em li ser vê bingehê nêzîk dibin.
Gelo
feraseta me ya di derbarê vê mijarê de dê çawa bin?
Ya
yekemîn, pêwîste em teqez li hemberî malbatgeriyê seknekê ava bikin. Pêwîste
hun taybetmendiyên malbatî derbas bikin. Pêwîste hest, hezkirin û bandorbûnê
xwe yên ku xwe disprên saziya malbatê hun dê teng bikin û derbas bikin. Ew
hiquqa ku bi yê malbatê ve bisînor e, hunê dev jê berdin. Hêvî û hînbûnên xwe
dev jê berdin. Reva ji malbatê jî weke rizgariyekê nebînin. Derbaskirina
malbatê cuda ye, jê rev cuda ye. Di vê astê de nêzîkatiyeke li vê pirsgirêkê
bikin. Vî tiştî jî ji bîr nekin, ev sazî bi serê xwe nîne. Saziyeke taybet e ku
dijmin bi ziravî bi dest digre û derdixe beramberî we. Bikartîne û bingehê xwe
yê dîrokî gelekî bihêz e. Xwe bi xwe nehatiye vê rewşê, ev sazî tenê saziyeke
ku di Kurdistan’ê de li ser piyan maye. Lê belê saziyeke ku belaya seriyan e.
Li pêşiya pêşketina hiquqî ya civakbûn, netewbûn û mirovahiyê astenga herî
mezin e. Ev pirsgirêk bi tenê bi milîtanbûneke bi pergal ve tê derbaskirin.
Derveyî vê mirov nikare tu riyeke din bihizire.
Ya
duyemîn, girêdayî ya yekem, têkîliyên jin û zilam, şêwazê têkîliyan a ku li ser
tê ferzkirin, weke encamekî jiyana çanda malbatgerî û dewletê hunê derbas
bikin. Hun dê li têkîliyan navbera zayendan pêwîste di vê çerçoveyê de lê
temaşe bikin. Hun dê nirxên ku ji têkîliyên zayendî û têkîliya navbera zayendan
re tê dayîn ne bi çanda sînema û televîzyonê, ne pîrozkirina dewletê û ne jî bi
helwestên exlaq ên malbatê ve wekhev nebînin. Hun dê bixebitin ku girêdaniya
uslub, rêgezên têkîliyên di navbera zayendan de bi dagirkeriyê ve, dewletê ve,
serdestiya paşverû ve û faşîzmê ve bibînin. Bi taybet hunê bibînin ku,
nêzîkbûnên îro li hember jinê tên kirin, ji faşizmê û çewisandinê re serdestiyê
re xizmet dike. Kesayetê tevlîhev dike û li xwe xerîb dike. Ev tenê ji bo zilam
derbasdar nîne, pêwîste her du alî jî hindekî vî tiştî bîbinin. Ev zelal e.
Hunê bibînin ku ev qada bi neyîniyên cidî ve dagirtiye. Mirovan girtî dihêle,
bêhêz dihêle, ji hêzê û fîzîkî û manewiyatê dixîne. Yê ku her dem li pey
têkîliya zayendî ye, ji aliyê madî û menewî ve ji hêz dikevin. Pêwîste hun vê
yekê bibînin û li hember wê helwestê daynin. Hunê bibînin ku ew nêzîkbûnê li
gor ol û mûmînan jî ne çare ye. Înkarkirin jî nabe çareserî. Ev dijberî
rêpîvanên jiyanê ye. Ev jî dê ji rêderketinan re weke din rê vebike.
Ya
sêyemîn; hunê xwe li ser bingehê pirsên weke, gelo ezê nêzîkbûnên rast û
xwezayî ji bo vê têkîliyê serbixim? Gelo ma hêzeke min heye, gelo ma di
têkîliyeke ku bi sedan sal in û bi taybet jî di nava pergala serdest de, ev
qasî ber bi xerîbûnê ve çûye bi ber bi paş ve çûyînan ve dagirtiye û bi derewan
ve hatiye hunandin, ezê çawa rastiyê bibînim xwe lêpirsîn bikin û bawer bikin
ku çareserî bi hêsanî çênabe. Hunê bawer bikin ku çareserî bi qasî çareserkirina
arîşeyeke felsefê yan jî siyasî zehmet e. Hunê vî tiştî baş bizanibin ku
çareseriyên hêsan nînin. Pirsgirêk li hevhatina du kesan jî nîne, ev pirsgirêk
di mercên şoreşê de hîn jî girantir e. Ger em bi rengê “me hev ecibandin û
gihane hev” nêzîkî pirsgirêkê bibin, tê wê wateyê ku me rêya dibe karesatan
hilbijartiye. Çareseriyeke wisa ya seranser bi qasî yên din dê we rû bi rûyê
encamên xeter ve bîne. Pirsgirêkeke sempatiyê ya ji rêzê, pirsgirêkeke ji hev
têgihiştin û fêmkirinê jî nîne. Hela pirsgirêka du kesan qet nîne. Bi qasî ku
pirsgirêkeke ya siyasî ya gelekî cidî ye, di heman demê de bi serê xwe
pirsgirêkeke şer e. Dibe ku gelek kes bibêjin, “tu gelekî mezin dikî, du kesan
li hev kirin, ji hev hezkirin û gihiştin hev” lê belê di nava me de jiyan nîşan
dide ku ev yek ne bi vî rengî ye. Tê dîtin ku di malbatên hatine avakirin de
rewş ne bi vî rengî ye. Weke ku pirsgirêk bi qasî dêwekê ye û ezmûnên di nava
partiyê de jî datîne holê ku ev ne bi vî rengî ye. Ji ber ku ger jêdera wê kûr
be, di bin dîrokê de veşartî be û xwe xapandin, xeflet hetanî çokê be, ev
encameke cuda nade. Tê wê wateyê ku hun bûne qurbanê sedan salan. Jixwe tiştên
li gel me tên kirin, bûyîna qurbanê niyeta baş e.
Ya
çaremîn, pêwîste li ser çareseriyeke rasteqîn lêgerînê wê hebin. Di vir de
zanebûn girîng e, hunê di derbarê vê mijarê de xwe zane bikin. Hunê bingehê wê
yê dîrokî bi roja me ve girêdana wê hebûna her sê nêzîkbûnên neyênî ku me di
mijarê de behs kiribû bizanibin, ji her alîyî ve bigihîne zanebûna wê. Piştî ku
hun gihiştin wê zanebûnê, pêwîste nêzîkbûneke we ya ku di giştî de were
pêşxistin, bi rengê şêwazê têkîliya di navbera zayendan de bi kîjan rêgezê ve
dê were sererastkirin, çêdibe bi exlaqî, felsefî û civakî ve girêdan hebe.
Nêzîkbûnên wê yên felsefî ji bo vî tiştî çi ye? Zilam jinê û jin jî zilam çawa
dibîne? Mêbûn û nêrbûnê hun çawa dibînin? Di vê mijarê de helwesteke we ya
exlaqî ya çawa heye? Ew helwestê exlaqî ku jêdera wê ew mijar e, ango ew
kategoriyên ku weke gelekî hişk-nerm an jî durû ku şêwêyên nêzîkbûnan e, yan jî
kes li hember hev rave dikin, dibe kategoriyên exlaqî. Jin ji bo ku li hember
zilam bikeve rengên exlaqî xwe dixe nava rewşên balkêş. Dîsa zilam jî xwedî
gelek helwestên ku dişibine vî tiştî ne. Rexneyên van helwestan hatine kirin.
Wê
demê pêwîste helwestên exlaqî çibin, divê nêzîkbûn çawa werin pêşxistin, ji ber
ku çareseriya şoreşgerî heye, girêdaniya vê yekê bi azadiyê ve çi ye? Hezkirin
û rêzdarî di nava kîjan pîvanan de ye? Girêdaniya vê yekê bi azadiyê re çiqas
e? Pêwîste mirov bersiva van pirsan tevî bide. Jixwe li gel me azadî tenê bi
şer tê bi destxistin. Ji ber ku em ne azadiyê koletiyê dijîn. Li gorî ku di bin
koletiyê de azadî nayê hizirandin, têkîliyeke azad jî nayê hizirandin. Ev jî
rastiyeke û dualî ye. Hunê aliyekî vê yekê jî wiha bibînin, her çiqas em xwe
azad hîs dikin û bi viyaneke azad têkîliyan datînin jî, ev xwe xelitandin e. Ev
tenê di qadekê de ne, di hemû qadên jiyanê de wisa ye. Hun azad nînin, ji
netewbûnê derketine, ji taybetmendiyên her civakê yên bingehîn dûr in. Bi vê rewşa
xwe ve hun dikarin çawa bibêjin ku em azad in? Ew qaşo demokratên ku li ser
bingehê dijmin, hatine xelaskirin dibêjin em azad in. Li ser bingehê tunekirin
û bişaftina dijmin dibin demokrat û xwe azad dibînin. Ev nêzîkbûneke xeter e,
tu pêwendiya xwe bi azadiyê re nîne, demagojîk e. Bi qasî ku bi welat û bi
rastiya civakî ve pêwendiya xwe nîne, li gel dijmin têkîliyeke xwe ya li ser
bingehê xayîniyê heye. Tu pêwendiyên xayînan jî bi azadiyê re nîne. Ji ber wê
jî têkîliyên jin û zilam bi azadiyê ve girêdayî ye. Azadî, bi derbaskirina
koletiyê ve gengaz e, ev yek jî bi şer ve gengaz e. Ji ber vê sedemê ger em
dixwazin di têkîliyên jin û zilam de bigihên azadiyê hun neçarin jiyanê azad
bikin.
Ev
yek gelekî zelal e. Ger hun vê pirsgirêkê weke hevxapandinê û xelitandinê
nabînin, ger hun dîtineke bi rengê hevpariya azad û şervantiya azad nêzîk
dibin, we pê bawerî aniye, wê demê hunê vê bibêjin, hîna gelek karên ku em bi
cih bînin hene. Tekoşîneke azadiyê ya ku em bi ser bixin heye. Gihiştina jinê
ya zilam, gihiştina zilam a ji jinê re, di vê çerçoveyê de wateyê diderbirîne.
Ger ne wiha be, dê bibe ji rêderxistin, dê bibe leyîstok, dê bibe durûtî.
Gotina we ya “me hev dît em li hev hatin” û hev xistina we nayê efûkirin. Jixwe
hindek hev digrin û direvin. Di vir de têkîliya şer û azadiyê ber bi xiyanetê
ve tê birin. Çi pêwendiya we bi avakirina têkîliya azad ve heye? Ma we kîjan
arîşeyê azadiyê çareser kir ku hun vê asayî bibînin? Bêyî ku hewldanên şerê
azadiyê ku gelekî pîroz e were jiyîn, bi rastiya me ve bi taybet di nava
partiyê de têkîliyên di navbera zayendan de yên bi wate, bi têkîliyên erzan ve
nayên pêşxistin. Pêwîste mirov ji vê yekê bawer neke. Ev tenê rêgezek nîne, di
heman demê de raveya rastiyê ye. Ji ber ku li gorî me, li ser têkîliyên jin û
zilam pêwîste azadî serdest be. Ev rêgeza giştî em şerê azadiyê bidin jî nedin
jî derbasdar e.
Lê
belê ji bo me tenê rêgez têr nake, yek jî rastiya îro heye. Ew jî koletî ye.
Hunê vê koletiyê bibînin, hun nikarin koletiyê ji neditî ve werin. Bi tenê xwe
spartina rêgez û bi wî rengî têkîlî pêşxistin jî têr nake. Jixwe xala herî zêde
ya ku heval xwe tê de şaş dikin ev der e. Qaşo li gor rêgeza azadiyê dikarin
têkîliyê avabikin, dibêjin “ez azad im” û xwe dispêrin rêgeza azadiyê têkîliyê
bi pêş dixînin. Ew şêwazê kesê ku di nava xefletê de ye. Gelo ma rêgeza azadiyê
di şênber de tê jiyîn an na? Bi serkeftiye yan na? Gelek kes vî tiştî
nahesibînin. Di bingehê têkîliyê
çelexwarî de ev yek heye. Wisa bawer dikin ku bêyî ku şerê azadiyê
bimeşînin, dê têkîliya azad, evîn, zewac û dostaniyê bijîn. Ev xwe şaşkirin e,
him jî xwe şaşkirineke gelekî cidî ye. Xwe şaşkirineke ku gelekî hêsan dikevine
navê ye. Ev jî ji hemû aliyan ve rewşeke derveyî rastiyê ye. Ji ber ku derveyî
rastiyê ye, têkîliyeke bitenduristî jî nîne. Qaşo girêdaniya dil, girêdaniya
hest ew qasî bi hêze ku tu şer nikare wê hilweşîne. Em li kesê ku di nava
têkîliyeke wisa de ne temaşe bikin, di nava du rojan de ava wê têkîliyê
derdixin. Tê wê wateyê ku hun derewkar in, hun nikarin rast binirxînin. Piştre
jî her yek ji we dibin belayek.
Me
ev tişt got, çawa ku malbat li pêşiya azadiyê asteng e, ger ew neyê derbaskirin
em nikarin bigihên azadiyê di nava partiyê de jî, ew pergala têkîliyan a ku
dualiye jî, neyê derbaskirin em nikarin di şerê azadiyê de pêş bikevin. Ger em
malbatê û malbatgeriyê derbas bikin, emê bikaribin di azadiya civakî û
netewbûnê de pêşketinan ava bikin. Di têkîliyên dualî de jî, ew seranserbûyîn
heye, tengbûn û sextetiya ku heye em çiqasî derbas bikin, hem dê şoreşê bi pêş
bikeve û şerê azadiyê bihêz bibe, hem jî ji ber şerê azadiyê dê wateya
têkîliyên di navbera zayendan de xwerû bibe, asayî bibe, dê her cure
sergirtinan, derewan, dûrûtiyan û ji xapandinan were rizgarkirin. Pêwîste ev
hêman baş were tê gihiştin û baş were pêkanînin. Erkeke me ya erênî jî, di vê
benda çaremîn de veşartiye. Rêgeza azadiyê baş e, lê belê her tişt bi wê nayê
çareserkirin. Ew bingeh e, ango di navbera zayendan de ferzkirin nîne.
Hizirandina bi ferzkirinê yan jî bi pereyan ferzkirina têkîliyan li dij rêgeza
me ya azadiyê ya giştî ye. Bêyî ku rewşa koletî ya ku heye were derbaskirin,
bêyî ku asta milîtanekî serkeftî were bidestxistin, bêyî ku ew bi xwe bandora
şer a azadkirinê pêk neyîne û wê nejî, mirovek nikare vê rêgeza azadiyê bi rê
ve bibe. Ger hem di rêgez de hem jî di şênber de rewş ev be, pêwîste ya kevin
ferz neke. Dawiya ew kesên ku dibêjin, “ezê tiştê dizanim bikim, azwerî gelekî
bihêz in, hest, rêgez û rêpîvanan nas nakim” diyar e. Li gel me gelek kes vî
tiştî dikin, ew jî yan dê biçin xiyanetê yan jî bibin xirabkarên ku nayên
zevtkirin. Ma bi vî rengî nabe? Li gelek cihan ên ku xwe ferz dikin hene. Ev
kes ji rêgez, azadî û ji bingehê dîrokî yên têkîliyên azad bê agahî ne. Ji
rewşa şênberiyê jî bê agahî ne. Çiye? qaşo gelekî hev di ecibînin û dê hev
bigrin û birevînin. Ev têkîliyekî dizî ya herî hov û ketîbûnê ye. Ji ber vê
sedemê yê ku ji refên me direvin jî hene. Hindek kes bûne navgînên
provakasyonan jî. Heta li partiyê rexneyên neheq jî dikin. Ev dijminê azadiyê
ne, mirov dikare tîpên wiha weke kujerên têkîliyên pîroz binirxîne. Wan gelekî
partî jî xirabkirin, ji hêz xistin, pêşkêş kişandin, ji bo azwerî û hestyariyê
nirxên herî bingehîn ber bi xiyanetê ve birin. Xebitîn ku gelek eniyan
birûxînin. Ev di nava partiyê de bûn û endamê partiyê yên demekê bûn. Lê belê ji ber ku bala xwe li
rêgezên azadiyê û şênberbûna wê nekişandin ketin vê rewşê. Di serî de ne sîxur
bûn, li ser bingehê hestan û azweriyên ku nikaribin xwe li ber bigrin nêzîk
bûn. Encam jî rewşeke ku ji xiyanetê hîn xetertir bû. Ji vî aliyî ve gelek
mînakên vî tiştî hatine jiyîn. Wê demê pêwîste em vê birînê baş fêm bikin.
Em
baş têbigihên ku ger kole bi hêsanî nikarin malbatan avabikin, ji bo me jî ku
em koletiyeke bi caran dijîn, têkîliyeke azad ewqas bi hêsanî nayê avakirin. Ev
pêwîste baş were zanîn, hun di dibistan û saziyên çandî yên Tirkiyê de fêrî “dê
çawa evîndarbûn çêbibe?” bûne. Dibe ku we romanên klasîk ên cîhanî de jî
xwendibe, gelek ceribandin li pêşiya çavên we ne. Ger ev tiştên ku di PKK’ê de
tê pêkanîn azadî be, ger her cure rabûnên ji nû ve di şoreşa Kurdistan’ê de be,
wê demê hunê girêdayî vê rêgezê bin û baş bizanibin û wê pêk bînin. Ger bi wî
rengî be ew têkîliyên di romanên cîhanî de çine? Ew têkîliyên ku bi zaravayên
Kemalîst tê pêşxistin çi ye? Ew têkîliyên ku di çarçoveya kapîtalîzma di
Tirkiyê de di bin zextên saziyên çandî ku bûrjuvaziya Tirkiyê bi rê ve dibe (di
bin zextên îdeolojîk, em bibêjin rêpîvanên feodalî) çi ne û ev tişt xwe di nava
me de çawa didin nîşandan? Di bin bandora van de mayîn, bi wan re tevgerîn û
çûyîna hindek çareseriyên sexte bi qasî ku li dijî xwezaya şerê me ye di heman
demê de jî zehmet e. Pratîk vî tiştî didin diyarkirin.
Koleyan
ji bo ku mafên xwe yên avakirina malbatê bi dest bixin bi sedan salan şer
kirin. Bi heman rengî pêwîste herî kêm hun jî çend salan şer bikin ku bikaribin
mafê têkîliya azad bi dest bixin. Gelek ji we ji vî tiştî agahdar nînin. Bi
destxistina mafê têkîliya azad hêsan nîne. Dest danîna ser hindek têkîliyên
partiyê yên amade xeter e. Ew nêzîkbûnên ku dibêje, “çawa be jî ez bi bandor
im, çi bibêjim dê bikin ji bo şervanan bibêjim bimre dê bimire, ji jînê re
bibêjim xwe bispêre min dê xwe bispêre” xwe rave dike nêzîkbûnên kevin û gelekî
xeter in. Di nava PKK’ê de bikaranîna bi vî rengî ya têkîliyan tê wateya
nîşandana wêrektiyê ku berê xwe dide şêweyên xeter û ew jî wî kesî mehkum dike.
Têkîliya xeter dê zû yan jî dereng wî kesî xilas bike.
Ya
pêncemîn, ger têkîlî bi azadiyê ve, ger azadî jî bi şer ve were girêdan di
encamên vê de dê hezkirin bi pêş bikeve. Ev rêgezeke rast e û hezkirina rast jî
bi van rêgezan ve hatiye girêdan. Ger ji çar hêmanên destpêkê encam were girtin
wê demê ji hêmanê pêncemîn jî dê encam were girtin û emê bikaribin ji
pirsgirêka hezkirinê re nêzîkbûneke rast avabikin. Ger li gel we ev her çar
hêman di nava hev de negihiştibe serkeftinê hunê jî nekaribin bigihên
hezkirinê. Hezkirin, encameke ku weke dareke fêkî bide, hunê şitil mezin bikin
dê şax û çiqilên darê çêbibin, gul bidin û piştre jî fêkî bide. Vaye hezkirin
ev e. Di gelekan de hezkirin, bêdar û bêgiha ye. Tenê bi rengê encam e.
Min
hîna di serî de ji hestan û hezkirinan guman dikirin, min digot ev van hestên
seyîr ji bo çi dipejirînin? Hez dikirin lê belê li ser kîjan bingehî? Ma welatê
wî, mala wî xirab bûye, paşeroja wî nîne, ev ji bo çi pêwîstî bi evqasî bi hev
ve girêdaniyê dibînin? Min ev dîtin û ez jê zinixîm. Him jî gelekî jê zinixîm.
Niha tê dîtin ku ez biheq im, li gor min hezkirina rast piştî bi cih anîna her
çar hêmanan dê bi pêş bikeve. Di hezkirinê de kêmasî û xirabî nayê gerîn.
Hezkirin nayê rexnekirin. Lê belê ger girêdayî wan hêmanên bingehîn be. Ev wiha
ye. Berovajiyê vê bi lenet e, bi zinixî ye. Hezkirin pirsgirêkeke netar (notr)
nîne. Dagirkerî û faşîzm bi taybetî ferz dikin ku ev bi vî rengî ye. Faşîzmê
got ku “li hemberî hev bi dilrehm bin, ji hev hez bikin” herî zêde ev peyv bi
kar anî. Mî û gur kirin gel hev û gotin “ji hev hez bikin” di asteke balkêş de,
kirêt û xweşik anîn gel hev û gotin hez bikin. Faşîst û şoreşger anîn gel hev
gotin “li hev werin” em dizanin ku pergalê dixwest çi qasî tiştên “nabe” bike
“bibe”. Qaşo vê gavê jî dibêjin, Kurd û Tirk dê bi hezkirinê bikelijin.
Dixwazin bang li hestan bikin ku li ser bingehê ji rastiyan qut vê rewşê xilas
bikin.
Ev
feraseta hezkirinê feraseta faşîzm û dagirkeriyê ye. Feraseta hezkirinê ku
gelek kes tê de dijî û salane ferz dike jî ev e. Ev hezkirin ji naveroka dîrokî
dûr e. Ji pergala çewisandin û dagirkeriyê, ji kirêtî û pirsgirêkên malbatî
dîsa ji kedê bê agahî ye. Ez bawer nakim ku hezkirineke li ser bingehê derveyî
rastiyê bi wate be. Hebe nebe, nirxê vê hezkirinê bi qasî ku hun di kerxaneyan
de dibînin e. Ew bi qasî têkîliyên li bazarên Ewrûpa û metrepolên wê ku di
navbera zayendan de pêş xistiye bi nirx e. Dibe ku ew qas nirxê wê jî tunebe.
Ew hezkirina ku berdevkê faşîzma Tirkan ferz dike ew qas nirxê wê jî nîne.
Jixwe wiha nebûna vî tiştî jiyan bi xwe nîşanî me dide. Tirs, zext, dagirkirin,
kirêtî, bêhezkirinî û helwestên hovane hiştiye ku civak mehf bibe. Di rastiyê
de herî zêde di bin navê hezkirinê de hezkirin kuştine û tunekirin e, lê belê
dîsa jî herî zêde ew behsa hezkirinê dikin.
Ya
rast, feraseta hezkirinê ya ku em dixwazin pêş bixin e. Pêwîste em di hezkirina
ku bingehê wê yê rastî heye û feraseta wê de bi israr bin. Lê belê pêwîste em
rasteqîn bin. Bêyî ku di van hêmanan de hun serkeftî bin, hun nikarin di
hezkirinê de serkeftî bin, hez bikin û werin hezkirin. Bi gotina “min hez kir,
çavên min dît, dilê min xwest, me li hev nihêrî em li hev hatin” ve hezkirin
nabe. Ji bo çi? Ji ber ku hun ji xeteriyên mezin û wê ev hezkirin çi bîne bê agahî
ne. Bi vê têkîliyê ve hunê di roja diduyan de bibin xayîn. Ji bo ku hun vê
têkîliyê rizgar bikin, hunê xwe bispêrin dijmin, naxwe ev feraseta hezkirinê
rast nîne, hela meseleyeke din qet nîne. Ew mijareke şer e.
Koleyan
ji bo çi bi sedan salan hizra avakirina malbatê ne anîne bîra xwe? Ji bo çi
karê dil bi hêsanî nayê bîra jinên kole, zilamê kole, rêncberên jin, rêncberê
zilam, karkerên jin û karkerên zilam? Ew nikarin wisa bi hêsanî têkîliya dil bi
pêş bixin. Jiyan, ji bo wan tiştekî gelekî cuda ye. Sedemên wê hene, naxwe yên
din rewşeke ji rê derketinê rave dike. Ber bi qurbanbûna taktîkên faşîzmê yên
xapandina gelan, dagirkeriyê û emperyalîzmê ve dibe. Wê demê hunê di vir de
helwesteke exlaqî raber bikin. Di mijara hezkirinê de helwesta exlaqî ew e ku
mirov nebe esîrê têkîliyeke erzan a hest û dil. Hunê di vir de gelekî hişk bin.
Hunê bi xwe re di nava şerekî rast de bin. Bi qasî şerê ku hun li hemberî dijmin
dikin, hunê li hemberî şêweyê têkîliyan ku ew ferz dikin û gelê me dixe jî şer
bikin. Hunê li hemberî şêweyên sîxuriyê yên objektîf û subjektîf ku li ser vî
bingehî pêş dikeve jî şer bikin. Bi qasî ku şer hate kirin, bûyera ku jê re tê
gotin hezkirin jî dê bingeh bigre.
Rêber
APO
0 Yorumlar