Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê bi meşekê hate şermezarkirin

Şêniyên Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi meşekî girseyî êrişa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an ya li ser Êzidiyên Şengalê şermezar kir.

Çeteyên DAIŞ’ê ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kiribûn û di encama vê êrişê de bi hezaran kes hatibûn qetilkirin û bi hezaran jin û keçên Êzidîyan jî hatibûn girtin, firotin û heta niha jî aqûbeta gelek ji wan ne diyare. 9 sal li ser vê komkujiyê re derbaz bûn, lê hîn jî aqûbeta kesên ku wê demê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin, ne diyare.

Şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi meşekî girseyî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an ya li ser Êzidiyên Şengalê şermezar kirin.

Meşê bi kombûna xelkê wargehê ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşê de al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên xelkê Şengalê yên ku di dema êrişê êrişa çeteyên DAIŞ’ê de, herwiha dovîzên li ser ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’, ‘Xwedî li Şengalê Derbikeve’ û ‘Fermana 74’an Erê Neke’ hatin hildan û bi dirûşmeyan piştgiriya xwe ya bi xelkê Şengalê re anîn ziman. Xelkê wargehê heta parka Şehîd Aryen Cûdî meşiyan. Li wê derê di kesayeta Şehîd Mam Zekî, Egîd Civyan û şehîdên berxwedana Şengalê û tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê de deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgiritinê ji aliyê Mamoste Hêlîn Kara ve daxuyaniyek hat dayîn.

Hêlîn Kara di destpêka axaftina xwe de qurbaniyên êrişa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê bibîr anîn û wiha got; “Bi boneya êrişa 3’yê Tebaxê ku weke Fermana 74’an tê binavkirin û ji aliyê hişmendiya serdest ve ya ku tu pîvanên xwe ji mirovahiyê negirtiye, pêk aniye. Em qurbaniyên vê fermanê her wiha hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd yên ji bo pêşîlêgirtina vê fermanê canê xwe fedakirin, bibîr tînin.”

Kara di dewama axaftina xwe de da zanîn ku, weke tê zanîn beriya salekê jinên Efganîstanê radestî Talîbanê hatibûn kirin û wiha pêde çû; “Li wê derê jî Talîbanê bi heman hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê jinên zane û pêşeng qetil kirin, li hemberî wê zilma Talîbanê jinan heta roja me ya îro têkoşînek dimeşîne. Em vê têkoşîna jinên Efgan silav dikin. Di seredemekî ku mirov di aliyê mejî de ewqaz zane û pêşketî de, pêkanîna fermanek wisa, şermeke herî mezin ya mirovahiyê ye. Bijî şerê gel, bijî têkoşîna jin.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar