Ticker

10/recent/ticker-posts

WÊ YEKÎTIYA NETEWÎ PEYMANA LOZANÊ HILWEŞÎNE

 

Ev demek dirêje amadekariyên Kongireya Lozanê tê kirinê. Biryarên beriya sed salan hatibûn girtin bi xwe re gelek komkujî anîn. Ev peyman li hember tinekirina Kurdan û gelan hat îmze kirin. Dema ev biryar hatî girtin wek tê xwestin gelê Kurd ne rêxistinkirî bû. Bêyî ku gelê Kurd bê agahdar kirin û pirsîn ev peyman hat îmze kirin. Îro me jî bi kongireya Lozanê da diyar kirin ku biyarên di peymana Lozanê de hatîn girtin wê neyên pejirandin. Bi yekîtiya Kurdan a di kongireyê de derketî pêş biryarên vê peymanê ji  holê hatin rakirin û ne gengaze ku Kurd mîna beriya 100 salan ji van biyaran re serî bitewîne. Her kesê ku beşdariya xwe ji vê kongireyê re çêkirî daxwaza xwe ya yekîtiya Kurdan baştir anî ziman û dan diyar kirin ku wê ti hêz nekaribin bi serê xwe biryaran li ser navê Kurdan bigirin. Her wiha diyar bû ku êdî gelê Kurd dikare li hev bicive û li ser heyîn û nasnameya xwe bibe xwedî biryar. Lê wek em hemû jî dizanin kar û xebatên tê kirin ne têrkerin. Ji derveyî PDK’ê wekîlên hemû partiyên Kurdan beşdariya xwe ji vê kongireyê re dan çêkirin. PDK’ê cardin diyar kir ku wê li gel dewletên dagirkerên Kurdistanê cih bigirin. Piranî nîqaşên li ser helwesta gelê Kurda a li hember vala derxistina peymana Lozanê û têkoşîna li hember dagirkerên Kurdistanê bûn. Di heman demê de biryarên ku ji bo pêşeroja Kurdan ya piştî vê kongirê hatin nîqaş kirin. Di çerçoveya Deklerasyona hatî destnîşankirin de emê çawan bikaribin ji bo pêşe rojê xwe birêxistin bikin û wê Kurd çawan bikaribin bi hev re tevbigerin bû. Êdî Kurd gihiştin wê astê ku bikaribin bi hevre pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û li ser wan nîqaşan bigihin biryaran. Kurdan bi têkoşîna xwe ya 50’î salan peymana reş ya li ser Kurdan hatibû ferz kirin vala derxistin. Em dikarin bêjin êdî ti serweriya Peymana Lozanê ji bo gelê Kurd nemaye. Lê di aliyê din de ne naskirina statuya gelê Kurd ya di nava dewletên heyî de metirsiyeke divê li hember wê têkoşîn bê kirin. Bi taybet ji divê destkeftiyên gelê Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê hatî bi destxistin werin parastin. Kesê ji derveyî Kurdan yên ku beşdarî kongireyê bibûn destkeftiyên Rojava û şoreşa Rojava girtin dest û nirxandin. Ev jî ji bo me şanaziyek herî mezine. Statuya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi destxistî, vala derxistina peyaman beriya sed sala ye. Bi têkoşîna xwe gelê Kurd bi fîlî statuya xwe diyar kiriye. Lê her ku diçe metirsiyên li ser gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan zêdetir dibe. Êriş û qirkirinên li hember gelê Kurd tên pêkanîn vê baştir diyar dike. Lê ya divê were zanîn Kurd ne Kurdên beriya sed salan in. Kurdan têkoşîn kirin û xwe bi rêxistin kirin. Kurdan çand û zimanê xwe parast. Beriya 50’î salan bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re li hember qirkirina çand, nasname, hebûn û zimanê Kurdan têkoşînek bêhempa hat meşandin. Bedelên giran û têkoşînek dîrokî ya nayê ji bîr kirin hat nivîsandin. Di vê kongireyê de li ser pirsgirêk û qetilkirina jinan jî hat nîqaş kirin. Ji ber ku her çiqas ev peyman ji bo civaka Kurd xeteriyek bû ewqas jî di jiyana jinan de texrîbat û qetilkirin daye çêkirin. Komkujiyên ku li hember jinê tê kirin sedemên serek jî Peyêman Lozanê ye. Her wiha divê gelê Kurd hesabê ji dewletên dagirker ên ku îmzeya wan dibin vê peymanê de heye bipirsin û têkoşîna wê bidin. Têkoşîna ku were dayîn divê di aliyê huquq û diplomasî de were meşandin. Ev biryarên di Peymana Lozanê de li ser navê gelan hatî girtin ne birayarên huquqî ne. Divê di qadan de li ser lingê civakê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê bê dayîn. Pêwîst dike ku pirsgirêkên heyî hîn zêdetir bên nîqaş kirin û li ser were rawestandin. Ji niha û şûnde divê gelê Kurd li ser çêkirina yekîtiya netewî xebat bide meşandin û hîn zêdetir gelê Kurd li ser kijan pêngavê dikare yekîtiya xwe saz bike kar û xebat werin pêkanîn.

Zubeyda Zumrut


Yorum Gönder

0 Yorumlar