Ji dîrokê heta roja me yê îro têkoşîna gelê Kurd li beranberî hemû êrişên dijmin yên li ser çand, nasname û erdnîgariya wî her tim berdewam kiriye. Berdewamiya vê têkoşînê di kesayeta şervanên leheng ên vî welatî de dîrok careke din xwe dûbare dike. Yên ku temenê gelên azad nîşan didin, bi lehengiya xwe û bi dilsoziya xwe ya ji dil a li van xakên pîroz destanan dafrînin. Di kesayeta Egîd û Berîtanan de mîrasên pêşengên Kurdan carek din li çiyayên azad şîn dibe û hêviyên azadiyê yên bi sedsalan hatî qeyd û zîncîr kirin carek din zindîbûnê bi xwe re tîne. Belê yek ji van Egîdan ku di nava destanên Kurdan de navê xwe bi hevok û tîpên zêrîn nivîsî rêheval Azad e.
Azad Ozer
bi nasnav Zana Dûman di sala 1978’an de li gundê Nêrweh di nava malbatek
welatparêz a ku Tevgera Apoyî û kadroyên pêşeng naskirî de çavên xwe li dinyayê
vedike. Bi hestên kevnar ên welatparêzî û cewhera civakî ya xurt a gelê Botanê
mezin dibe. Li gund heta Dibistanê Navîn dixwîne û di her dersek yê xwe de bi
serkeftî yekemîntî bi dest dixe. Rêheval Zana bi kesayeta xwe a jîr, zana û rêk
û pêk di dilê her ferdek yê gund de cih digre. Li beranberî her kesekî bê ferq
û cûdahî di nav danûstandinekê de bû û kesê ku hewcedariya alîkariyê ye, bi
dilnizmî û fedekariyek mezin alîkarî dike. Wek her gundekê, gundê Nêrweh jî di
wan salan de bi êrişên dijmin re rû bi rû dima. Di hinek şevan de dijmin bi
dehan top davêt gund. Her ku Rêheval Zana van metirsiyên li ser gund dibîne
hêrsa di dilê wî de mezintir dibe û waha dibêje; ‘ev zilim û neheqiyek mezine
li ser me tê meşandin, divê em vê yekê qebûl nekin.’ Bi cesaretek mezin helwesta
xwe dide diyarkirin. Li ser vî esasî lêgerîna wî ya azadiyê her diçe mezintir
dibe. Di sala 1992’an de di hêla tevgera azadiyê de dema çalekî li ser qereqola
gundê Nêrweh tê kirin ev hem dibe bersiv ji bo lêgerîna wî ya azadiyê û hem jî
dibe heviyê azadiyê yên ku bi sedsalan hatî zincîr kirin. Rêheval Azad bi vê
hêvêyê biryara xwe ya tevlê nav refên gerîla dide û di sala 1993’an de berê xwe
dide çiyayên azad. Rêheval Azad wê ji vê kêliyê û şûnde li çiyayên azad bibûya
parêzvanê azadiya gelê xwe ya mafdar. Rêheval Zana di gelek herêman de jiyana
xwe ya gerîlatî bi têkoşînek bê hempa tacîdar kir. Di demek kin de xwe di hêla
bîrdozî û fikîr de pêşdixe û bi kûrbûna di bîrdoziya Apoyî de xwe digihîne
asteke girîng a zanîn û ezmûnan. Di jiyana xwe de her tim bi berpirs radibe û
çanda rêxistinî di kesayeta xwe de dide runişkandin. Erkê fermandariya taximê
radike. Di her çalekiyê de di pêşde cîh digre û bi serkeftî darbeyê giran li
dijmin dixe. Rêheval Zana di operasyona çelîk de birîndar dibe lê ti carî ji bo
têkoşîna xwe naxe asteng. Heval Zana ji bo her hevalek yê xwe erka xwe ya
pêşengtiyê bi cih tîne û dibe evîna di nav dilê hevalên xwe de. Dema Rêbertî
dîl tê girtin, ji hevalên xwe re dibêje; ‘divê em têkoşîna xwe bilitir bikin. Divê
em ji gelê xwe re bibin moralek ku dijminê xwe vala derxînin.’ Rêheval Zana bi
vê helwestê ve wek navê xwe ji bo azadiya gelê xwe heta nefesa xwe ya dawiyê
têkoşîn dike û di sala 10.09.1999’an de li Gabar’ê digihêje karwanên nemira.
0 Yorumlar