Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê, Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji pêngava KJK’ê bi dirûşmeya ‘Li hemberî êrişên mêran yên hegoman, em bi jinên Efgan û Şengelî re ne’ re ragihand.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi pêngava KJK’ê ya bi dirûşmeya ‘Li hemberî êrişên mêran yên hegoman, em bi jinên Efgan û Şengelî re ne’ re ragihand. Beriya daxuyaniyê, ji bo giyanê pîroz yê şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd rêz hate girtin.
Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xantûr Kara ve hate xwendin.
Daxuyaniya Meclisa Îştar wiha ye:
“Wek jinên berxwedêr yên Wargeha Mexmûrê tevlîbûna xwe ji pêngava KJK’ê ya bi dirûşmeya ‘Li dijî êrişên mêran yên hegoman, em bi jinên Efgan û Şengelî re ne’ çêdikin. Êrişên li ser jinên Şengal, Efganîstan û her jinekê tê kirin li ser tevahiya jin û jiyanê ye. Em jin ji bo jiyana mirovahiyê rizgar bikin û avakirina pergala netewa demokratîk ya azad û ekolojîk xwe berpirs dibînin. Ji bo jiyanek azad destpêkê divê xwe ji êrişên pergala hegemonîk rizgar bikin. Heta jin azad nebe, jiyan jî azad nebe. Bi vê zanabûnê divê em xwe rêkxistin bikin, yekîtiya xwe ya jinan ava bikin, bi hêza yekbûnê têkoşîna xwe bihêztir bikin. Êrişên qirkirina jinê çiqas zêde û mezin bin, pêwîste em têkoşîna xwe ya jinan jî qat bi qat zêdetir û bilintir bikîn.
Weke jin, em xwedî yek nasnemeyê ne. Li kîjan erdnîgariyê, netew, bawerî, reng be bila bibe em jinên Kurd, Ereb, Efgan, Fars, Efrîqî û Tirk, hest û bêrîkirinê me yekîn. Êşên em ji desthilatdaran dikişîn jî yekîn. Ev çi ji destê DAIŞ’ê, Telîban, AKP-Erdogan, rejîma Îran ya Mela be, hemû xwedî heman hişmendiyê ne. Zêdebûna êrişan ji bo me tenê dikare bibe sedema bihêzkirina yekîtî û têkoşînê.”
Daxuyaniya Meclisa Îştar bi berzkirina dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Jinan’ bidawî bû.
0 Yorumlar