Ticker

10/recent/ticker-posts

Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar li Mexmûrê hate bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar (Vedat Otun) hate bîranîn. Di merasîmê de soza şopandina rêye şehîdan hate dayîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar (Vedat Otun) ku di sala 2019’an de li Herêmên Parastina Medyê şehîd bibû hate bîranîn. destpêkê di kesayeta Şehîd Soro Gabar ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevberdevka Komîteya Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan axivî.

Sultan Yildiztan di destpêka axaftinê xwe de hemû şehîdê tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Em minetarên malbata şehîd Soro, şehîd Soro sêyemîn lawê wan yê şehîd bû û niha ji xwedî şervanin. Emê vê malbatê ji bo xwe bikin mînak û vê têkoşînê bi ser bixin. Pêwîste em bi kar û xebatê xwe em xwedî li şehîdê xwe derbikevin. Serê Serokatî, Gerîlayên serê çiya û gelê Kurd saxbe.”

Her wiha dayîka Şehîd Soro, Emîne Otun jî hemû şehîdên tevgera Azadiya Kurdistanê bi minetarî bibîranî û got; “Emê heta dawî şop darê şehîd û şervanên xwe bin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku têde qala jiyan û têkoşîna Şehîd Soro Gabar dike hat nîşandan.

Herî dawî merasîm bi bilind kirina dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê serok jiyan be’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar