Ticker

10/recent/ticker-posts

Hunermendê Nemir Hozan Serhad


Hozan Serhad (Suleyman Alpdogan) 24’ê Tîrmeha 1970’an li navçeya Zêtka (Eleşgirt) a Agiriyê ji dayîk bûye. Di temenê zarokatiyê de ji birayê xwe yê mezin bandor dibe û dest bi jenîna tembûrê dike. Stranên Hozan Serhad li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû û bandorî li gelek mûzîkjenên Kurd kir.

Di sala 1988’an de di nava hezar û 800 xwendekarên Zanîngeha Îzmîrê de, di beşa mûzîkê de dibe dûyemîn. Li wir li şûna tembûrê, dest bi xwendina tar a ji mûzîka Azerî dike. Piştre jî hêdî hêdî fêrî piyano, gîtar û bilûrê dibe.

Li zangîngehê bi girîngî qala mûzîk û stranên Kurdî dike. Dest bi lêkolînan dike. Hozan Serhad  di sala 1991’an de li gel xwendekara bi navê Yildiz dizewice û Tîrmeha heman salê de bi hev re beşdarî nava refên PKK’ê dibin. Yildiz piştî demekê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê girtin û dibin girtîgeha Amasya, 12 sal ceza lê tê birîn. Piştî vê bûyerê Serhad berê xwe dide Şamê û destpêkê diçe Akademîya Mahsûm Korkmaz perwerdeyê dibîne. Ji ber di karê hunerê de şareza bû li Ewrûpa karê hunerî dike.

Hozan Serhad di sala 1996’an de ji Ewrûpayê vedigere Kurdistanê û piştî çend mehan li Zapê dimîne, tê Başûrê Kurdistanê û li Navenda Reşwenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê dimîne, piştre jî li Silêmaniyê karê xwe berdewam dike.

Piştî ku di 17’ê Gulana 1997’an de hêzên PDK’ê êrişî Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê û mala birîndaran kirin û hinek hevalên wî yên hunermend û bi dehan welatparêz, rojnameger û gerîlayên birîndar şehîd bûn, Hozan Serhad strana bi navê ‘Hewlêr’ tomar kir. Vê stranê Hozan Serhad li Başûrê Kurdistanê hêbêhtir da naskirin.

Hozan Serhad 22’ê Tîrmeha 1999’an dema ji bo tomarkirina kilîbekê li gel çend gerîlayên din berê xwe dide herêma Botanê, dikeve kemîna leşkerên Tirk û şehîd dikeve.

Beriya 21 salan Hozan Serhad şehîd bûye, lê hîna jî hunera wî zindî ye û niha li Silêmaniyê komek ciwan bi navê Şehîd Hozan Serhad komek avakirine û li ser şopa wî hunera Kurdî bi pêş dixin. Koma Şehîd Hozan Serhad di sala 2013’an de hatiye damezrandin. Endamên wê ji Başûrê Kurdistan û parçên din ên Kurdistanê ne.

Yorum Gönder

0 Yorumlar