Bi milyonan kes ketine xefika wê û salane hazaran mirov pê dimirin. Bi navê dûyem yê mirinê tê nasîn. Amûreke dewletên dagirkere ku ciwanan pê kole dikin û civakê dihilweşînin. Hedef jî dagirkerî, helandin û desthilatdariya xwe meşandine. Ev xeteriya mezin madeyên hişbere. Ji cûreyên madeyên hişber yên ku tên bikaranîn; Haşhaş, Tiryak, Kokayîn, Heroyîn, Morfîn, LSD, Flaka û bi dehan cûreyên din hene. Li gorî lêkolîneke ya di sala 2017’an de 2 milyon kes ji ber bikaranîna madeyên hişber vîrûsa AIDS girtine û salane jî 60 hezar kes bi vê nexweşiyê dimrin. Piştî 5 salan niha ev îstatîstîk pir zêdetire. Li Rojhilata Navîn; Dewleta Tirk, Îran, Misir, Siudiye, Afxanistan û Pakistan rêza yekemîn a bikaranîn, bazirganî û çêkirina madeyên hişber de ne. Her wiha Sûriye û Iraq jî ji ber hemsînorên her du welatên Tirkiye û Îranin, niha weke korîdoreke bazirganî û firotina madeyên hişber tên bikaranîn. Tirkiye hilbirîner û korîdora madeyên hişber e! Di dîrokê de Împratorya Osmanî, weke yek ji hilberînerê herî bi nav û deng yê madeyên hişber hatiye nasîn. Bazirganên Tirk di sedsalên 16 û 17’an de, madeyên hişber (Afiyûn) birine Çînê û bazirganiyek wan ya sereke bû ye. Piştre jî di bin siya Împratoriya Osmanî de bazirganî û belavkirina madeyên hişber bi destûrî bûye. Niha jî mîna sedsalên 16 û 17’an, dewleta Tirk yek ji dewletên herî bi nav û deng a hilbirîn, bikaranîn û firotina madeyên hişbere. Bazara firotina van madeyan jî ji bo dewleta Tirk; Ewrûpa, Asiya Navîn û Rojhilata Navîne ku armanca sereke jî gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê bixwe ye. Gelek îsbat hene ku dewleta Tirk qebareyeke mezin ji madeyên Efiyûn, Haşhaş, Heruyin û Kokayinê hildiberîne û belav dike. Bazara gerim a van madeyan ji aliyê qaçaxçî û mafiyayên Tirk ve tê kontrol kirin. Salane dewleta Tirk herî kêm bi qasî 60 miliyon dolaran madeyên morfîn û kodîn, bi fermî û bi navê tendirûstiyê ji dewletên Amerîkaya Latîn re dişîne. Madeyên mîtafîtamîn ji Îranê ber bi bazarên Başûr -Rojavayê Asiya re dişîne. Kokayîn ji Başûrê Afrîka ve tê Tirkiye û bi rêya bazirganên van madeyan derbasî Ewropa û Rojhilata Navîn tê kirin. Madeyên Haşhaş li Afxanistan, Lûbnan û Albaniya tînin Tirkiye. Ji bo Tirkiye jî rêyeke sereke a firotin û belavkirina van madeyan Kurdistan e. Li gor raporeke lêkolînê ya kanaleke Rûsiya di sala 2015’an de, madeyên afiyûn ji Afxanistan hatiye Tirkiye, li labaratowarên Tirkiyê kirine Heroyîn piştre jî belavê Ewrûpa û Rojhilata Navîn hatiye kirin. Kurdistan di bin gefa madeyên hişber de ye. Madeyên hişber amûreke di destê dijminên Kurdan de ye. Bi taybet dewletên Tirk, Îran, Sûriye ku pir bê deng, dixwazin civaka me pê qir bikin. Bazirganî û bikaranîna van madeyan li Kurdistanê, bi rêya Şane, Sîxûr û Mît’ê tên belav kirin. Kurditsan sînorê dewletên Tirk, Îran, Iraq û Sûriye bi hev re girê dide ku bazirganên herî mezin ên van madeyan têde ne. Bi hezaran sale gelên Kurdistanê, li hemberî dagirkeriya van dewletên dagirker, di berxwedaniyekî piralî de ye. Niha jî ev made li dijî vê berxwedanê, weke çekekî şerê taybet tê bikaranîn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wan; bi rêya der exlaqî, wate bi rêya “Madeyên hişber” ciwanan girêdayî xwe dike û bazirganiya xwe ser wan dimeşîne, Bi navek din (dike sîxur) Madeyên hişber di nava ciwanan de belav dike, wan dixe xefikên şaneyên xwe û di aliyê Civakî, Tenduristî, Aborî û Ewlehiyê de, dixwaze civaka me felic bike. Dewleta Tirk bi vî şerî dixwaze bigihije xewna sed salan Împaratoriya Osmanî. Kurdistanê bi temamî dagir kirin û Rojhilata Navîn xistina bin kontrola xwe. Ev jî dixwaze bi rêya madeyên hişber bike, bi armanca ku; civak û taybet jî ciwanan bi pirsgerekên exlaqî û civakî re bifetisîne. Mirovên ku tenê xwe difikirin û ji civak û berpirsyartiyê dûr dafirîne. Bi vê re jî dixwazin civak û welat bê parastin bihêle daku bikaribe hêsanî bi çeteyan dagir bike! Gelo ciwan çiqas ji vê rewşê agahdarin ku tahlûkeya çawan li ser Kurdistanê heye? Bazirganiya madeyên hişber di asta serokên dewletên dagirker de bi bername û pilan tê kirin. Armaca wan jî ne pere, armanc şikandina kerameta civakê ye. Ya din lewaz kirina prensîbên exlaqî ya civakê, bi pirsgerekan re mijûl kirin û encam jî hilweşandina civakê ye.
0 Yorumlar