Li ser Herêma Mexmûrê ji danê siharê ve liv û tevgerek balafirên şer heye, nayê zanîn balafir ên kîjan welatîne.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, ji danê siharê ve balafirên şer li ser Herêma Mexmûrê digerin. Liv û tevgera balafiran ya li herêmê dewam dike, dengê balafiran xweş tê bihîstin.
Li gorî agahiyan li herêmê ti operasyonek ya Koalîsyona Navnetewî û Iraqê ya dijî DAIŞ’ê jî nîne.
Ji ber vê nayê zanîn balafirên şer yên kêne û ji bo çi li ser Herêma Mexmûrê digerin.
0 Yorumlar