Ticker

10/recent/ticker-posts

WÊ TIBA ALTERNATÎF PÊŞBIXIN

Komîteya Tenduristî ya wargehê 6’emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya ‘Civaka ku tenduristiya xwe ne parêze, hebûna azadiya wê di metirsiyê de ye’ lidarxistin. Di konferansê de ji bo pêşerojê gelek pêşnûmebiryar hatin girtin.

Armanc Herekol

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo rêxistinkirina kar û xebatên dû salên pêşiya xwe, 6’emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya ‘Civaka ku tenduristiya xwe ne parêze, hebûna azadiya wê di metirsiyê de ye’ lidarxistin.

Konferans sê rojan li avahiya Mala Gel berdewam kir û di konferansê de ji bo pêşerojê gelek pêşnûmebiryar hatin girtin. Hevberdevkê Komîteya tenduristî ya wargehê Hisên Guzereşî ji rojnama me re axivî û behsa naveroka konferansê kir.

Ji bo pêşerojê nirxandin hatin kirin

Hisên di destpêka axaftinên xwe de 6’emîn Konferansa tenduristiyê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî şervanên azadiyê kir û got: “Bi tevlîbûna 80’î delege û 20 mêvanan, konferansa me destpêkir. Di heyvek wisa dîrokî de lidarxistina konferansekî, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Di konferansê de, xebatên dû salan hatin nirxandin. Rexne û rexnedayîn pêşketin û ji bo salên pêşiya me de proje û plansazî hatin çêkirin. Bi gelemperî xebatên tenduristiyê hatin nirxandin.”

Rewşa Rêber Apo bi taybet hat nirxandin

Hisên Guzereşî di nava axaftinên xwe de diyar kir ku di konferansê de rewşa Rêber Apo bi taybet hatiye nirxandin û wiha pêde çû: “Wek tê zanîn Rêber Apo ev bi salan e, di bin tecrîdek girankirî de li berxwe dide û têkoşîna xwe dide meşandin. Herî dawî gef li Rêber Apo hatibûn xwarin, em vê yekê qebûlnakin û bi tûndî şermezar dikin. Di konferansê de ji bo ku tecrîd bê şikandin û Rêber Apo bi awayekî fîzîkî bê azadkirin, nirxandin hatin kirin. Tenduristiya Rêber Apo, tenduristiya gelê Kurd e. Metirsiyên li ser Rêber Apo heyî, li ser gelê Kurd heye. Di konferansê de têkoşîna gerîla û çekên kîmyawî ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê tên barandin, hatin nîqaşkirin.”

Guzereşî di dewama axaftinên xwe de bal kişand li ser sektora ticaretê ya dermanan û diyarkir ku pergala heyî ji bo ku dermanên xwe bide firotin, bi jiyana mirovan dileyîzin û wiha behsa pergala kapîtalîst kir: “Êdî tenduristî di destê hêzên sermayedar de bûye sektora ticaretê. Li şûna ku pêşiya nexweşiyan bigirin, ticareta dermanan dikin. Lê belê tiba alternatîf ku ji aliyê Rêber Apo ve pêşkêşî me hatî kirin, ji bo civakê dibe bersiv. Tiba alternatîf, xwezayî ye û li dijî sermayedaran e. Civakê ji nexweşiyan diparêze û pêşiya nexweşiyan digire. Ev yek bi hezaran salin di nava civaka Kurd de heye, lê ji ber sektorên dermanan her ku diçe winda dibe. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo wê ev tiba alternatîf di nava civakê de bê rûnişkandin. Ev yek di konferansa me de pir hate nîqaşkirin.”

Kesên perwerde dîtine wê di komînên semtan de bên bicihkirin

Herî dawî Hevberdevkê Komîteya tenduristî ya wargehê Hisên Guzereşî anî ziman ku wê di pêşerojê de li wargehê cihek yê dermanên xwezayî vekin û axaftinên xwe bi van gotinan bi dawî anî: “Vekirina navendek a dermanên xwezayî, ji berê de di plana me de hebû. Di vê konferansê de carek din hat nîqaşkirin û wê di demên pêş de navendek ya dermanên xwezayî bê vekirin. Her wiha xebatên ku heyî wê bên xurtkirin. Wê dewreyên akademiyê bên vekirin û gel bên perwerdekirin. Bi wê ve girêdayî wê komînên tenduristiyê li her semtê bên avakirin û dolabên pêdiviyên tibî li wan deran bên bicihkirin. Kesên ku perwerdeya tenduristî bibînin wê li komînên semtan bên bicihkirin. Bi giştî 3 rojan gelek nirxandin û nîqaşên bi nirx hatin kirin. Emê jî wek Komîteya Tenduristî ya Mexmûrê, ji bo civaka xwe xizmetê bikin û tiba alternatîf li her derê bixin dewrê.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar