Bersivên Gel:
-Qirkirin
e.
-Parçekirin
e.
-Vegera li
padîşatiya Osmantî ye.
-Jînosayît
e.
-Berjewendiyên
take kesiye.
-Sinorê
Osmaniyan e.
-Dagirkeriya
li ser Rojhilata Navîn e.
-Dagirkerina
Kurdistanê ye.
-Osmaniyên
nû avakirin e.
-Kurdistan
ji holê rakirine.
-Peymana
li dijî yekîtiya Kurdan e.
-Berfirehkirina
desthilatdariya dewleta Tirkan e.
-Faşîzma
dewleta Tirk e.
-Sînor
diyarkirine.
-Çar parçekirina
Kurdistan e.
-Sinorên
beriya 100 salane.
Mîsakî MÎllî
du peyvên ji hev cûda ye lê ji bo yek mebestê hatiye bikaranîn. Peyva ‘Mîsak’
koka xwe ji zimanê Erebî digire û di zimanê Tirk de jî bi heman wateyê tê
bikaranîn. Di zimanê Kurdî de jî tê wateya peyman, girêbest an jî lihevkirin. Peyva
‘Mîllî’ jî koka xwe ji zimanê Erebî digre, Lê di zimanê Tirkî de mîna peyvek
Tirkî tê bikaranîn. Hatina gelhev ya van her du peyvan Mîsakî û Mîllî dibe ku
di aliyê rêziman de gelek hêsan be. Lê di aliyê siyasî û leşkerî de ji bo hemû civak
û pêkhateyên Rojhilata Navîn peymanek girîng û bi wate ye. Dewletên desthilatdar
yên ku bi mezinkirina sînorên xwe hêza xwe destnîşan dikirin, gelek caran li
Rojhilata Navîn û cîhanê bi berfirehkirina sînorên desthilatdariya dagirkeriya
xwe îspat dikirin. Împaratoriya Osamaniyan jî yek ji van hêzan bû ku dixwest
cîhanê bi giştî bixe di bin desthilatdariya xwe de. Di vê pêvajoya desthilatadariya xwe de ne tenê
gelê Rojhilata Navîn, belku hemû gelê cîhanê para xwe ji vê êş û desthilatdariya
dagirkeriyê girt. Lê wek hemû desthilatdariyên Rojhilata Navîn di şerê cîhanê
yê yekemîn de Osmanî li hember biloka şer ya Rus, Îngilîz û Firansa binket.
Gelek herêmên dagirkirî yên di destê wan de ji wan hatin sitandin û ji aliyê
dewletên din ve hatin birêvbirin û li gel vê yekê împaratoriya Osmaniya tê
hilweşandin. Gelek caran bi Îngîlîzan re hevdîtin tên çêkirin, di van
hevdîtinan de sînorên dewleta Tirkiye yên ku niha dewleta Tirk cardin dixwaze
bike rojev ango sînorê Mîsakî Mîllî tê diyar kirin. Piştî vê lihevkirinê di
demek kin de Îngîlîz ferq dike ku herêmên ji bo dewleta Tirkan destnîşan kirî
ji aliyê petrolê ve gelek dewlemendin. Ji ber vê yekê peymana bi dewleta Tirk
re hatî tomarkirin tê hilweşandin. Di wê pêvajoyê de Suudî Erbistan û Iraqê ji
aliyê Îngîlîzan ve dihatin birêvebirin, Suriye û Rojavayê Kurdistanê jî ji
aliyê Firansayê ve dihat birêvebirin. Îngîlîz nahêlin ku Tirkiye bikeve sînorê
Mîsakî Mîllî û li wan herêman desthilatdariyê bike. Di wan deman de jî hevdîtinên Lozanê tên
destpêkirin. Di wan hevdîtinan de jî nîqaşa sereke ewbû ku wê sînorê Mîsakî
Mîllî yê dewleta Tirkiyê ji ku destpê bike bû. Di Peymana Lozanê de xetên sereke
yên sînorê Tirkiyê tên diyar kirin. Lê ji ber ku beriya wê peyman bi Îngîlîzan
re li ser xeta Mûsil, Kerkuk û herêma Kurdistanê ya ku niha lihevkirin bû, ji
bo bi destxistina vê xetê gelek hewldan kir. Dewleta Tirk bi Firansa re li ser
sînorê Rojavayê Kurdistanê lihevdikin. Îngîlîz di wê demê de ji bo ya heyî bi
Tirkan bidin pejirandin gefên Serhildana Şêx Seîd li dewleta Tirk dixwe û
dibêje; ‘Ger tû biya heyî ne razîbî, emê piştgirî bidin vê serhildana heyî û ya
di destê we de ye jî ji we bistînin.’ Ji bo dewleta Tirk zêdetir xaka di destê
xwe de nede neçar dimîne ku ya heyî bipejirîne. Heta niha jî dewleta Tirk li
pey vê xeyala xwe ya Osmanî ketiye û dibêjin, heta Asaya Navîn sînorê dewleta
me Tirkane yanî sînorê ‘Mîsakî Mîllî’ ye divê em bi destê xwe ve bînin. Ji sînoran
zêdetir biryarên ku di Mîsakî Mîllî de hatîn girtin ewe ku dewleta Tirk yeke,
divê yekîtiya Tirk ti caran ji nedîtive neyê. Hemû pêkhate û neteweyên cûda yên
di nava vê sinorî de divê xwe Tirk bizanîn û ji bo Tirk bûnê jiyan bikin e.
0 Yorumlar