Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma sêyemîn didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin bi koma sêyemîn didome.

Çalakiya nobetê ya Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin bi dewir girtina koma sêyemîn berdewam dike. Bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan çalakî bi deqek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma duyemîn Emîn Mijînî axivî.

Emîn Mijînî di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Wek tê zanîn ev demek dirêje ku tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me tê ferz kirin. Ev tecrîd li ser giştî gelê Kurd û Kurdistanê tê pêkanîn. Pêwîste gelê Kurd li hember vê tecrîdê yekîtiya xwe çêbike. Xwezaya Kurdistanê talan dike, dişewitînin û welataparêzên Kurd qetil dikin. Nikare li hember gerîlayên serdemê şer bike çekên qedexekirî bikartîne. Em van êrişên li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikîn.”

Piştî axaftinê çalakî ji aliyê koma Meclîsa Îştar ve hat dewir girtin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar