Weke erdnîgarî Zîlan navê geliyeke herema Wanê ya Erdîşê ye. Geliyeke xwedî pir bi gund û jiyaneke xwezayî ye. Xwedî zozan, rûbar, pir şînkahî û bereket e. Lê ji vê bêhtir me navê Geliyê Zîlan bi komkujiya sala 1930’an ji dîroka Kurdistanê bihîst. Bi hezaran jin, zarok, pîr û mêr di nîvê Tîrmehê de hatibûn qirkirin. Desthilatdariya Komara Tirkiye ya nû hatibû avakirin, dest bi paqijiyê kiribû. Wan navê vê kiribûn paqijî û yên qirêj jî li gorî aqilê netewperestan Kurd bûn. Mane Zîlan di wateya zîldayînê de navê şînbûnê bû? Mane şîn û jîn wek hev bûn di çanda me de? Her şînbûnek nîşaneya berdewamiya jiyanê bû. Ê ev şînahiya jiyanê çawa dikaribû qirêj ba? Wan dagirkeran rengê kesk ê şînbûna Geliyê Zîlan, bi xwînê kiribûn sor.
Gelek hevalan di têkoşîna azadiya gelê
Kurd de weke tola komkûjiyên li ser gelê me, navê van herêm û çiyayan li xwe
kirin û jiyana xwe ji bo bersivdana vê bi wate kirin. Yek ji van jî Hevala
Zîlan e ku bi çalakiyek bê hempa navê xwe di dîroka azadiya jin û Kurdistanê de
nivîsandiye. Geliyê Zîlan a bibû dergûşa qirkirinê, bi navê Zîlan veguherand
xofa mezin a di dilê dijmin de. Hêrsa
Geliyê Zîlan kir navê xwe û di navenda Dêrsimê de ji bo Seyît Riza, Alîşêr û
Zerîfeyan weke tola dîrokê li rûyê wan da.
Behsa Heval Zîlan kirin û nivîsandin ne hêsan
e. Çalakî û nameyên wê tevahî nêzîkbûnên ji rêzê hildiweşîne. Kuştina qirkirinê
ye. Bangewaziya jiyana azad e. Gotin û çalakî kirina yek e. Mînaka ger mirov bi
rastî bixwaze tiştekî bike, dikare bike ye. Wêneya rastî ya jina Kurd e. Mînaka
kesek-jinek dikare bibe artêşek e. Lewma bi tena xwe karî yekem car çalakiya
tabûrekê bike û biserbixe. Fermandarî ev e, ferman jî zelal e; mîsoger
serkeftine.
Ji bo çalekiyek wiha ya serkeftinê beriya
her tiştî zelaliyek bîrdozî pêwîst e. Ji bo zanebûnê jî pîvan, naskirina kûr a Rêbertî ye. Xwe
di heqîqeta PKK’ê de helandin û pêre bûyîna yek e. Jixwe baweriya xwe ya bi Rêbertî di vê
gotinê de jî eşkere kiriye; “Yê herî zêde bi
şehîdan re
girêdayî tû yî”. Zanî Rêbertî wê wateya jiyan û çalakiya wê biparêze û mezin bike. Wiha Zîlan bû
manîfesto, Zîlan bû xeta fedayî…
Ger jiyana mirov xwedî wate be, çalakiyên mirov jî mezin in. Jiyana wate jî hêvî yê, baweriye, hezkirine, nirx dayîne, dest ji berjewendiyên xwe berdanê dixwaze. Ev jî nebin jixwe jiyan
miriye û ti çalakî jî nabe. Ya girîng ne hema jiyan e, her kesek
dikare fîzîkî bijî, lê ya girîng çawa jiyankirina mirov e. Mirov dikare bijî lê
weke miriyek li ser linga, bê keneke ji dil, bê hest, bê vîn, bê welat, bê
azadî... Dibe mirov vê bizanibe, lê wê xwe bixapîne û çavên xwe ji vê heqîqetê re bigre. Ma xwe xapandin dibe
jiyan? Bi vê zanebûnê Hevala Zîlan pirsa jiyaneke çawa bi xwe re zelal kiriye û
weke; “çalakiyek mezin û
jiyaneke bi wate” bersivdaye.
Îro salvegera şahadeta Heval Zîlan e… Roja bîryardariya mezin û meşa bê
dawî…
Wê rojê dema di TV yê de me li nûçeya şehîdan temaşe dikir, dayîkekê got; ‘mirov dema li her wêneyê şehîdan temaşe dike, mirov dibêje çiqes xweşik in, kesên
herî bijardene û ji mirov re pir nasyar tên.’ Dayîk rast dibêjin, bijardebûna wan ji şêwazê jiyana wan a xwe
fedakirinê ye. Xweşikbûna wan ji wê çirûska baweriyê, hezkirin û hevaltiya di çavên wan de ye. Kenê ji dil ê li
ser lêvên wan weke yê zarokan paqij e û wan dike mirovê herî nêzîk ê jiyana me.
Ew in ên wekî Zîlan ji mirinê wateya jiyanê afirandine. Ev in ên çalakiya herî mezin kirine kuştina paşverûtî, dagirkerî û desthilatî. Ew in ên li
şûna wê bûne girêkek ji tevna rengîn a azadiyê.
Zîlan rê vekir, nîşan da û fêrkir. Ji wê rojê ve jî bi hezaran şervan
di bin fermandariya Hevala Zîlan de meşiyan. Bûn Êrîş û Andok, bûn Rûken û
Sara, bûn Helbest û Baz, bûn Xebat û Zana, bûn gelek…
Îro jî şopdarên Zîlanan hîn li ser rê ne, di nava çalakiyan de ne û EM Ê TEQEZ SERBIKEVIN… Soza ji
salvegera şahadeta Heval Zîlan re jî ev e.
Jiyan Aras
0 Yorumlar