Ticker

10/recent/ticker-posts

ENFORMASYON ÇIYE?


Bersivên Gel:

-Agahiya heyî

- Avantajeke

-Zanîn di derbarê tiştekê de girtine.

-Di derbarê mijarekê de lêkolîn kirin û agahî komkirine.

-Gihandina encamekê li ser çavdêrî kirinê ye.

-Agahîdayîne.

-Komkirina agahiyane.

-Ronîkirina neyîniyê ye.

-Agehiyên cûda cûda komkirin û watedayîna agahiyê ye.

-Zanînên nû di derbarê mijarek diyar de ye.

-Agahiyên berhevkirî yên têkildarî mijarekî taybet.

Enformasyon peyveke ku koka xwe ji zimanê fransî digre. Enformasyon di zimanê Kurdî de tê wateya 'agahdarî' ku em dikarin bêjin şêwegirtin yan jî agahdarkirinên heyî ye. Di gelek warên jiyanê de, pênaseyên li ser peyva agahiyê(enformasyon) derdikevin holê. Ji ber vê sedemê, pirsa agahî çiye? yek ji mijarên herî zêde tên lêkolîn kirin e. Ew diyardeyek e ku civakê eleqedar dike, aboriyê eleqedar dike û di bin sîwana pergalek agahdarî ya bi bandor de jî dikare were pênase kirin. Bi saya agahiyanê hêza çavdêrî kirina mijarê û perspektîfa demê ji bo pêkhatina zanînê hêmaneke pêwîst e. Agahdarî sûd dide zanînê û bandor dike. Dibe ku agahdarî wekî daneyên rêxistinkirî bêne diyar kirin, lê di rastiyê de naveroka wê jî daneyan dewlemendtire. Dane bi mebest tên kategorîzekirin, hesab kirin, rast kirin û kurt kirin da ku di hemû pêvajoyên din ên pêwîst de bibin forma agahdariyê. Dema ku guherandina daneyan ji hêla kesekê ve tê kirin, ew tenê ji kesê têkildar re watedar dibe. Ji bo mirov û zanyarên di cîhana matematîkî de agahdarî tê wateya kêmkirina nediyariyê di pergalek ragihandinê de. Ji vî alî ve enerjî an jî madeyek ku di xwezayê de heye agahdarî dihewîne. Lewma zengilên li ser daran, parçeyên DNA, ronahiya stêrkekê, şopa lawirekî jî agahdarî di nava xwe de dihewîne. Dema ku em dewlet û şirîktê di ber çavê xwe re derbaz bikin, agahdarî ji bo wan pir girîng xuya dike. Di lêkolînên tên kirin de agahdarî şêwazek pir bi bandortir di nava xwe de digre. Bi vî rengî kes, şirîke û hikûmet di derheqê plansaziyên karsaziya xwe de ji bo berjewendiyên xwe agahdarî bikar tînin. Bi wergirtina bêhtir agahdarî re ew wekî pergalek ku rasterast bi navgîniya aboriyê baştir kirin xuya dike. Bi gotineke din bi aboriya agahiyê re bi bandor tevdigere û ji bo partiyan avantajan peyda dike. Dema ku danûstandin hebe, girîngiya agahî û agahdariyê cihekî mezin digire. Dem ji bo bi dest xistina kara zêde tişta herê esase. Ji bo ku wê demê bi awayekî aktîf bikar bînin, pêvajo bi rêya ragihandinê pêk tê. Ji bo ku alî vê rewşê di aliyê erênî de bigre dest divê hertim di nava danûstandina berdewam de bin da ku agahdarî cûda mayînde bike. Di vê rewşê de, bi sazkirina danûstandinên xurt û rast re agahdarî pir bi bandortir destpê dike ku cihê xwe bigire. Ji ber vê yekê, ew li ser gelek faktoran, nemaze aboriyê, erênî nîşan dide. Ji ber ku şirîket û kesayet bijîn, divê danûstandin her dem çalak be, ev jî bi agahdariyê dibe. Agahdariyên bi bandor li xalên ku lê hewcene têne veguheztin. Di vê çerçoveyê de mirov dikare li ser gelek qadên ku bi agahiyê re têkildarin baxive. Ev herêm ev in; Aborî, Tenduristî, Rojeva Cîhanê, Spor, Siyaset, Pêşketina Civakî û Têkiliya Çandî. Agahdariyên birêxistinkirî yê di nav qada îstatîstîkê de bixwe ye. Nirxa ku li vir heye, ji hêla din ve pêvajoya berhevkirina îstatîstîkî ya piştî berhevkirina daneyên hemû hêmanên di nav mijara lêkolînkirî de vedibêje. Piştî ku pêvajoya berhevkirinê qediya, daneyên ku li ser agahdariya hêjmar têne ferz kirin ji bo karanîna mirovan di tabloyên cihêreng de peyda dibin. Informatîk sektoreke ku ji komputer û amûrên teknolojiyê pêk tê. Her agahiyên ku tên bidestxistin di encama lêkolîn û lêkolînên dûr û dirêj de derdikeve. Di pêvajoya lêkolînê de, di warê enformatîk de daneyên ku bi rêkûpêk cuda û bêwate ne û dema ku taybetmendî bi tenê bin, vê bêwatebûnê nîşan dide dafirîne. Van daneyan bi jimar an tîpên ku ji rêzê nayên fêhm kirin têne diyarkirin. Dema ku van daneyan bi hev re têne xistina yek, ew bi tevahî têgihîştinek çêdibe. Ji ber ku qadek pir berfireh e, karsazî gelek mijarên ku ew serdest e jî hene. Pir rengiya qada pisporiyê lêkolînê li ser mijarên cûda hewce dike. Her wiha, ew dikare di nava xwe de bibe sedema tevliheviyê. Agahdarî xwedî taybetmendiyeke ku hemû mijarên lêkolînkirî bi tevahî bêyî tevliheviyekî çêbike, birêk û pêk dike.

Yorum Gönder

0 Yorumlar