Emê vê carê di vê nivîsê de behsa jina têkoşer rêheval Sozdar bikin. Jina ku di nava du civakên cuda de jiyan kiriye li hemberî zilm, zordarî û desthilatan serî netewandiye. Jina ku temen biçûk û bi xayalek mezin jiyan kiriye.
Sabîha
Oren bi nasnav Sozdar di sala 1982’an de li gundê Mehrav di nava malbatek
welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Dibistana xwe heta seratayî dixwîne.
Welatpariziya
malbat û têkoşîna ku dida, dîhîşt ku dijmin êrişê malbatê bike û hîşt ku
rêheval Sozdar hê di temenê biçûk de rastiya dijmin baş nasbike. Ji ber erişê
dijmin malbat neçar dimîne ku derbazî bajarê Mêrsînê bibin. Dema derbazî bajar
dibin, ferq û cudahiya di nav jiyana gund û bajar de dihêle ku heval Sozdar bikeve
di nav nakokiyekê de. Di hêla ziman, çand, jiyana Kurdewarî û jiyana bajarê Tirkan
de bi ferqek mezin re rû bi rû dimînin. Ferq xistine nav mirovan û newekheviya
tê jiyankirin dihêle ku bertekek bi heval Sozdar re çêbibe. Belê Rêheval Sozdar di jiyana xwe de her tim
xwedî wijdan û exlaq bû. Ti carî neheqî û bêhiqûqiyê qebûl nedikir. Dema
neheqiya di nav pergalê de didît diket nava lêgerîna edaletê. Di malbatê de, di
hêla pêşketin û fêmkirinê de kesek pir bi hêrs û her tim di nav lêgerînê de bû.
Heval Sozdar kesayetek zindî, dilnimiz,
zîrek û xwedî seknekî rûnîştîbû. Li
beranberî pergala ku mirovan ji cewher derdixe û di her hêlê de bişavtinê dike,
wek jinekê û wek ciwaneke Kurd bi çanda xwe ve girêdayî dimîne û xwedî nêrînek
zelale. Gor temenê xwe yê ciwan jî bi têgîhştina xwe ve di nav malbatê de dibe
mînak. Ev taybetmendiyê wê dihîşt ku hem di malbatê de hem jî di nav derdor de bê hezkirin. Rêheval Sozdar dema neheqiya di
nav pergalê de didît, diket nav xeyalê
ku rojek beştarî nava refên gerîla bibe, çek hilbigire û li beranberî neheqiyê
şer bike. Belê dem hatibû divê li pey xayalê xwe bikeve û tola keç û xortên Kurdan
hilîne. Heval Sabîha ji bo ku ji êşên
gelê xwe re bibe bersiv û wan bigihîne azadiyê serî li hember faşîzmê rakir û di
sala 1995’an de berê xwe da çiyayê azad. Navê xwe dike Sozdar. Wek navê xwe
dibe dozdar û sozdara bilintkirina berxwedan û têkoşîna li dijî faşîzmê. Dibe
sozdara tola rakirina hêsirê çavên dayîkan. Ew teybetmendiyên xwe yên heyî li
çiyayên azad bi bîrdoziya Rêbertî re pêşdixe û dibe mîlîtanek ser rêya Bêrîtanan.
Zehmetiyên ku di civakê de kişandiye dihêle ku di jiyana xwe ya gerîlatî de aktîf
û israrcî be. Tola di dilê wê de her diçe mezin dibe û her çalekiya ku têde cîh
digre bi zanebûna tolhildana keç û xortên Kurdan armanc dike. Rêhevala Sozdar
dizanibû ku ruhê azadîxwazî û israra jina ciwan a Kurd zindî bihêle, bi vê
helwesta xwe di pir qadan de ma û bi cesaretek mezin çû ser dijmin. Di sala 1997’an
de li Heftanîn dema li ser dijminê xwînxwar çalekî dikin, di vegerê de digihije
karwanên nemiran. Belê her şehîdek bi berxwedanî û fedekariya xwe û bi can
bexşiya xwe dara azadiyê şînkir û bûn heviyên pêşerojê.
0 Yorumlar