Eger em rewşa girtiyan a li Tirkiye bidin nîşandan em ê nikaribin bi temamî ya rû dide û binpêkirinên tên kirin bidin nîşandan. Ji ber ku ewqas pêkanînên kêfî û nêzîkatiyên der mirovî li ser wan tên kirin ku ji bo bikarin vîna wan bişkînin û teslîm bigirin. Ji pêvajoya contaya 12’ê Îlona 1980’î bigire heta vê kêliyê jî ne rêbazên teslîmyet dawî bûne, ne jî berxwedana girtiyên azadiyê qediyaye. Girtiyên siyasî û taybet milîtanên Tevgera Azadî ya Kurd tim di nava hemû şert û mercên giran ên êşkenceyê de jî rêbaza berxwedanê peyda kirine, hîle, fen û fûtên dagirker û celadan vala derxistiye. Dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e, Teslîmyet Xiyanet e’ a yek ji pêşengên PKK’ê Mezlûm Dogan ku li Zîndana Amedê sîstema êşkence û teslîmgirtinê têkşikand, ji bo hemû girtiyan bûye îlham û mohra xwe her demê li qonaxên hestyar daye.
Li
ser vî esasî girtîgeh ne bûne qadeke ya ‘îslahkirinê’ ango terbiyekirinê, bûye
qadeke ji nû ve ya berxwedan û têkoşîneke domdarî. Ji bo vê yekê tim dijmin
xwestiye têkoşer û milîtanên azadîxwaz bi rêbaza girtin û terbiyekirinê ji ya
wê vegeîrîne.
Çawa
ku dagirkeran xwestine girtîgehan bikin meskenên milîtan û şoreşgeran, heman
demê xwestine bikin odeya tarî ya şopdarên Çapemeniya Azad jî. Her li ser vî
esasî di her qonaxên hestiyar û dema têkoşîna xurt de, ji bo civak ji mijarên
heyî haydar nebin, rojnamevan bûne hedef û hatine qetilkirin û girtin. Ji Apê
Mûsa bigire heta îro rojnamevanên Kurd tim bûne hedefa faşîzma Tirk.
Bi
taybet piştî ‘Pilana Çokdanînê’ ya ku li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya sala
2015’an ku weke ‘Pêvajoya Aşîtiyê’ hatibû binavkirin dawî bû û şûnde gelek kes
hatin girtin û taybet sazî û dezgehên ragihandinê hatin hedefkirin.
Di
sala 2016’an pêvajoya Rewşa Awarte de bi rêya KHK'ê nêzî 300 sazî û dezgehên
çapemeniyê yên di bin kontrola wan de girtin. Parvekirineke li ser medyaya
dîjîtal dema desthilat aciz bike dozê vedike. Rojnamevan cihê ku li qadan
nûçeyan bişopînin ji ber dozan wexta xwe li edliyeyan derbas dikin. Dema mijar
dibe rojnamevanên Kurd şert û merc hê girantir dibin. Di van 7 mehên dawî de 27
hevalên me yên rojnamevan hatin girtin û hejmara rojnamevanên girtî derket
87’an. Rojnamevanên ku di 16’ê Heziranê de li Amedê hatin girtin û hê jî ne
diyar e bi çi tên sûcdar kirin li ser medyaya alîgir tên krîmînalîzekirin. Tevî
ku salek li ser girtina rojnamevan Abdurrahman Oncu, Azîz Oruç, Elîf Ungur,
Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Alî Ertaş, Mehmet
Şahîn, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Safîye Alagaş,
Serdar Altan, Suat Doguhan û Zeynel Abîdîn Bulut re derbasbûn jî di derheqê wan
de hêj jî lêpirsîn bi dawî nebûye.
Li
gorî daxuyaniya TÎHV, ÎHD û TTB'ê di sala 2022’yan de li girtîgehan 83 mirinên
biguman çêbûne. Her wiha di heman salê de li cihên fermî û nefermî yên
binçavkirinan de 4 hezar û 275 kes rastî îşkence û miameleya xerab hatine.
Ev
yek wê nîşan dide ku asta êşkence û zordariya li ser girtiyan û dîsa taybet rojnamevana
di çi astê de ye.
Li
vir mirov nikare rojnamevan û girtiyên siyasî ji hev cihê bike, ji ber ku her
du jî ji ber raman û fikrên xwe yên di çarçoveya azadiya raderbirîn de hatine
girtin. Ji bo wê nêzîkatî û kiryarên kêfî ji aliyê gardiyanan ve bê navber li
ser wan tên kirin. Nimûne; Girtiyên nexweş ku divê bên berdan, bi hincetên ku
ji bo ewlehiya civakê nabe, nayên berdan, her wiha înfaza girtiyên siyasî ji
ber ku ‘poşmaniyê’ qebûl nakin, tên betalkirin û nayên berdan.
Her
wiha nûçegihan ji ber karê xwe bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘terorê’ tên
mehkûmkirin û cezakirin. Bi awayeke giştî dixwazin bi rêbaza girtinê mirovan ji
doz û dewa wan bike, poşmaniyê lê bide qebûlkirin û marjînal bike. Li hember vê
jî çi rojnamevan be, çi jî girtiyên siyasî be ku girtîgeh kirine qadeke ya
berxwedanê têkoşîna xwe û doza xwe didomîne. Ev yek jî bûye, yek ji serketinên
mezin ên Têkoşîna Azadiya Kurd di her şert û mercan de bizane rêbaza berxwedanê
bibîne û li ber xwe bide.
Awyer
Botan
0 Yorumlar