Peyva
Amêdî ji tîpên erebî hatiye wergerkirin, li devera Behdînan qeza û bajarekî
biçûk e. Di serdema Mîrektiya Behdînan de paytextî kiriye.
Amêdiyê
bajarekî yê Başûrê Kurdistanê ye û dikeve di nava sînorê Behdînan de. Nifûsa vî
bajarî nêzî 6000 kesan e. Di serdema
mirnişîna Behdînan de Amêdî paytexta vê mirnişînê bû. Li vê derê peymangeheke
teknîkî ya bi navê Peymangeha Teknîkî ya Amêdiyê heye.
Rûberê
qezayê 93’ê km², hejmara gundên derdorê wê 15 bûn hemû hatine wêrankirin, lê
piştî damezirandina Hikûmeta Herêmê piraniya gundan hatine avakirin.
Bajarê
Amêdiyê dikeve bakurê rojihelatê Parêzgeha Dihokê bi dûriya 70 km. Yê ku bajar
ava kirî, li ser kelhekî siroştî ku rûberê wê digihe 17,5 km² û bilindahiya wê
ji nêzî 1000 firehe. Ev bajar xwedî dîrokekî kevnar û pir rûdan li ser heye ku
dizivire dema Împeratoriya Aşûriyan. Zanayên şûnwaran dibêjin; Amêdiyê bajarê
Amat e yê ku di belgenameyên Aşûriyan de li serdema Şems Addê pêncê (823-810) Bz
û nivîsînên Adedinîrar yê siyê (804-782) Bz û behsa Amat di nivîsînên çerxê
Babiliya nû de hatiye kirin û piştre rewşa wê hatiye guhirîn û ketiye bin desthilatdariya
dewleta Îslamî Yaqût el-Hemewî de ku di derbarê Amêdiyê de dibêje; Yê ku
avakirî Imadedînê Zengî sala 537'ê koçî 1142'ê zayînî mişextî. Belê Hemdalle
Alimstufa el-Qezwînî ji bo wê çendê diçe yê ku Amat nûkirî dibêjin Madaldule
al-Dilîmiye ku li sala 0338'ê mişextî mirî û wî Amêdiyê bi navê xwe nav kiriye.
Dîroknas
Ibn el-Esîr her cara ku navê Amêdiyê bilêvkiriye ev bajar tûşî ne aramiyê bûye,
heta ku mîrên mîrgeha Sêvdîna Kurdî kiriye paytextê desthelatdariya xwe. Li nêzîk
sala 740'ê koçî 1339'ê zayînî di bin desthelata wan de ev cih pêşket û berdewam
ma paytextê mîrgeha Behdîna heta sala 1842'’ê zayînî. Dema ji aliyê Mihmed Ance
Beyireqdar ve hatiye dagirkirin piştre sultanê osmanî Mihmûdê dûyem sîstema navendî
ya rasterast li wîlayetên Osmanî li ser sepand û bi yek carî dest bi ser
mîrgehên Kurdî de girtin û bi wîlayeta Colemêrgê piştre jî bi wîlayeta Mûsilê
ve hate girêdan.
Li
ser demê Brîtaniya ya di sala 1918'ê zayinî de desthelatdarek Brîtanî li ser
hate sepandin û li gel pêkhatina dewleta Iraqê Amêdiyê bû qezayek ser bi lîwaya
Mûsilê ve û yekemîn qeymiqam li sala 1924'ê zayinî lê hate damezirandin.
Amêdiyê bi ciwaniya xwe, çem, bîstan û cihên xwe yên guzarî navdare. Nexasim Sîlavê
û Sincê ku berdewam şînkatî û ava kaniyan, her wiha xwezayekî ciwan û sermest
heye. Geliyê Sîlavê bi çendîn cûrên fêkiyên navdar wek: Hêjîr, Gûz, Hilûk û sêv
hene. Her çiqas erdê çandiniyê kêm be jî lê cihekî qelew û xwedî berhem e, piraniya
dar û barên Amêdiyê bi ava kaniyan tê avdan. Ev bajar bi sazkariyên millî
navdare, weke guskên axê û çendîn karên din yên ku bi dest tên çêkirin.
Bajar
bixwe bi bazarekî bazirganiyê tê naskirin. Li deverê aşikiraye ku Amêdiyê hemû
muzexaneye gelek cih û avahiyên keltur û şûwênewar lê hene.
Şûnwarên Amêdiyê
-Dergehê
Rojhilatê
-Dergehê
Rojavayê
-Minareya
mizgefta Amêdiyê
-Cihê
Mîrgehê
-Goristana
Mîran
-Dibistana
Qubehan
-Pêşangeha
şûnwarên Amêdiyê
0 Yorumlar