Endamê Koordînasyona Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz têkildarî qetilkirina jinên pêşeng axivî û diyar kir ku xeta jina azad ji bo dewletên desthildar gefeke ji ber wê êrişî jinên pêşeng dikin û wiha got: “Jinên pêşeng yên ku erk û mîsyona civakê girtiye ser milê xwe tên hedefgirtin. Desthilatdar û sermayedar bi van êrişan dixwazin hêza xwe li ser ciwan, jin û xwezayê bidin ferzkirin”
Jiyan Pîran
Li Tirkiyeyê konsepta êriş û polîtîka dijminê mirovahiyê, neteweperestî, nîjadperestî
û olperestiyê ku klîka faşîst a Erdogan û Bahçelî serkêşiyê jê re dike, bi
qetilkirina Kurdan dixwaze li herêmê bibe hêza yekane ya hegemon. Li ser vê
armanca xwe li her çar aliyê Kurdistan û cîhanê êrişî pêşengên jin ên gelê Kurd
dike. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz ji
rojname me re axivî.
‘Êrişên tên kirin ji bo çewisandina jinan e’
Çiçek Cengîz di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser berxwedana jinan
ya li hember sîstema dagirker a ku dixwaze jinê bike qurbana xwe kir û wiha
got: “Jinên pêşeng yên ku erk û mîsyona civakê girtiye ser milê xwe tên
hedefgirtin. Desthilatdar û sermayedar bi van êrişan dixwazin hêza xwe li ser ciwan,
jin û xwezayê bidin ferzkirin. Ev nêzîkatiya wan ya ji tirsa wan a li beranberî
jinan tê. Ji bo bidestxistin û dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe êrişî
xweza, jin, civak û gelên bindest dikin. Ji dîrokê heta niha jinan kariye civak
û cîhanê li ser lingan bigrin. Êrişên tên kirin ji bo çewisandina jinan e. Ger
ev berxwedan û têkoşîna jinan nebûya, wê hîn zêdetir jin bihatibûya çewisandin.
Ji bo têkbirina van êrişan divê jin hîn zêdetir sazûmankirina xwe di nava qadên
civakî de rêxistin bikin.”
‘PDK li ser kar e’
Cengîz di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku êrişên li ser pêşengên
jin çêdibe bi armanca têkbirina sîstema Netewa Demokratîk tê pêkanîn û wiha
pêde çû: “Li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi
pêşengtiya jinan hatibû destpêkirin li tevahî cîhanê belav bûye. Bi vê re jî tirsa
dewlet û rejîmên dagirker ya li hember jinê zêde bûye. Weke li Bakur çawa ku AKP-MHP
nêzîkatî li gelê Kurd û jinan dikin, bi heman awayî li Başûr jî ji bo
bêdengkirina jinan PDK li ser kar e. Jinên ku dixwazin di qada civakî de, bi
keda destê xwe û hêza xwe bibe xwedî berpirsyartî, maf jêre nayê naskirin û bi
çewisandin, heqaret û girtinê re rû bi rû dimînin. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi
salane di êrişên hewayî de pêşengên jin tê qetilkirin, ji ber ku xeta jina azad
ji bo dewleta Tirk gefeke. Herî dawî jî li dijî Hevseroka Kantona Qamişlo û
cîgira wê hatî pêkanîn vê radixe berçavan. Bi hemû şêwazan êrişî jinan dike ev
çi li Kurdistanê be, çi li derveyî Kurdistanê be.”
‘Em xwedî Rêberekî giranbiha ne’
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Çiçek Cengîz di dawiya gotinên xwe de destnîşan
kir ku êrişên li ser jinan çêdibin bi awayek topyekûn tên meşandin. Wek jin pêwîstî bi berxwedanek
topyekûn a li hember van êrişan heye û wiha got: “Ya ku ji me tê xwestin yekîtî
û hevgirtinekî topyekûn e. Ez weke Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê
tevahî êrişên li ser jinan bi taybet li dijî Hevseroka Kantona Qamişlo şermezar
dikim. Her wiha wek jinên wargeha Penaberan a Mexmûrê em piştgiriya xwe ji bo
hemû jinên ku di berxwedan û têkoşînê de bi israre didin nîşandan. Pêwîste jin
hîn zêdetir di xebat, berpirsyarî û erkê di civakî de xwe birêxistinkirin û
sazûmaniya bingeh bigre. Di heman demê de ji bo şikandina desthilatdariyê divê
hemû jin li erk xwe rabe. Em wekî jinên Kurd bi taybet di pêkanîna erkên xwe de
xwedî mîsyonekî mezinin ji ber ku em xwedî Rêberekî giran biha ne.”
0 Yorumlar