Ticker

10/recent/ticker-posts

Gerîlaya YJA-STAR’ê Mardîn Penaber li Mexmûrê hat bîranîn

Gerîlaya YJA-STAR’ê Mardîn Penaber di 1’emîn salvegera şahadeta xwe de, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat bîranîn û di bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.


Li Wargaha Penaberan a Mexmûrê, gerîlaya YJA-STAR Mardîn Penaber (Beybûn Kara) ku di 4’ê Tîrmeha 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê li gel 4 rêhevalên xwe di encama êrişên çekên kîmyayî de gihiştibûn şahadetê, di 1’emîn salvegera şahadeta xwe de  hat bîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê, bavê şehîd, Cemîl Kara axivî û xêrhatina gelê amade kir û got: “We em di rojek wisa de tenê nehiştin, em ji ber vê spasiya we tevan dikin. Şehîd ne şehîdê mine, şehîdê we tevan e. Em wek malbat ji ber keça xwe serbilindin. Em soz didin ku emê heta dawî li ser rêya wan bimeşin. Serê Rêber Apo, gelê Kurd û bi taybet jî serê gelê wargehê saxbe.”

Piştî wî, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos jî axivî û wê jî anî ziman ku xwedî li şehîdan derketin, xwedî li Rêber Apo derketine û wiha axivî: “Serê gelê Kurd saxbe. Em bi şehîdên xwe serbilindin û emê heta dawî li ser rêya wan bimeşin. Serê gelê wargehê û serê rêhevalên wê yên ku niha li çeper şerdikin saxbe.”

Bernameya bîranînê bi temaşekirina sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Mardîn Penaber berdewam kir.

Piştî sînevîzyonê bîranîn bi diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar