Helbestvan û nivîskarê Kurd Arjen Arî di Nîsana 1956’an de li Mehserta Mêrdînê ji dayîkbûye. Di 3-4 saliya xwe de ji gund derbazî navçeya Nisêbînê dibin. Arjen dibistana xwe ya sertayî li Nisêbînê diqedîn e. Hîn di 12 saliya xwe de bavê wî jiyana xwe ji destdide. Piştî wefata bavê wî zehmetiya jiyanê û berpirsyartiya malbatê li ser milê wî dimîne. Mamostayê wêjeya Kurdî yê destpêkê yê Arejn Arî bê guman dapîra wî ye. Ji ber ku di got ‘Ez bi serpêhatî û çîrokên dapîra xwe yên mîna helbestan şîrîn mezin bûme.’ Dibistana Navîn û Amadeyî li Mêrdînê di dibistana şevînî de dixwîne. Di fikrê wî de bûyîna wêjevan yan jî rojnemevan heye. Lê malbata wî di ya xwe de israr dikin. Ji ber vê yekê destpêkê li ser israra mamê xwe diçe ku beşa bîrkarî bixwîne, lê li wir fikrê xwe diguhere û diçe zankoya Dîcle ya Amedê beşa Tirkî dixwîne. Hîn beşê mamostayî neqedandî wek teknîkçiyê avahîsaziyê dest bi kar dike. Di sala 1979’an de li Enstîtûya Perwerdeyê ya li Amedê beşa zimanê Tirkî xilas kir. Piştî qedandina zanîngehê li ser xwesteka qeymiqamê Nisêbînê, li Nisêbinê dest bi dayîna waneyên wêjeyî dike. Helbesta wî ya destpêkê di kovara Tîrêj de hat weşandin. Di wê demê de êrişek li Nisêbênê çêdibe, hêşedarek dimire û polîsek birîdar dibe. Ji bo wê bûyerê Arjen Arî bi qasî 27 rojan li Mêrdînê tê dîlgirtin. Piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1982’an de 53 roj din jî tê dîlgirtin. Piştî van bûyeran jiyana wî ya mamostayî tê bidawîkirin. Arjen Arî dîlgirtina xwe bi helbestek a bi navê ‘13 roj û 23 roj’ vedibêj. Her wiha di jiyanê de jî wiha qala wan rojan dike; ‘Min ne dizanî ez ewqas xwegir û bi sebirim, em ji bo mirinê biribûn wir. Rûxmê ewqas demdirêj di ser de derbaz bûye jî ez hîn êşa wê jiyan dikim.’ Ji ber vê yekê cihê lê ji dayîkbûyî dihêle û berê xwe dide Amedê. Êdî dest ji karkirinê berdide, jiyana xwe hemû dide nivîskariyê. Di gelek kovarên Kurdî de helbestên wî tên weşandin. Bi qasî 4 salan di rojnameya ‘Azadiya Welat’ de nivîsên wî tên weşandin. Arjen jî yek ji wan kesan bû ku tevahiya jiyana xwe li gor azadiya gelê Kurd saz kiribû. Ew bi pênûsa xwe bûbû şervanê azadiya gelê xwe. Di demeke ku gelê Kurd dihat înkarkirin, zimanê Kurdî qedexe bû, wî bêrawestan bi Kurdî nivîsî. Arjen di helbesta Kurdî ya modern de bû navekî nemir. Ew li ser şopa Ehmedê Xanî, li ser şopa Cegerxwîn meşiya. Tama zimanê Kurdî bi helbestên xwe derxist ser rûpelên pirtûkan. Helbestên Arjen, hestên me yên mirovhezî, welatparêzî û berxwedanê gûr kir. Ji ber qedexekirin, zext û zorên li ser zimanê Kurdî, wî biryar da ku tenê bi Kurdî binivîse. Gotibû ‘Min têkiliyên xwe ji zimanê Tirkî qut kir.’ Ew ne dijberê zimanê Tirkî bû, wî weke helwestekê biryareke wisa dabû. Di 12’ê Cotmeha 2012’an li Amedê çavê xwe li jiyanê digire. Arjen Arî li pey xwe 9 pirtûkên helbestên Kurdî mîrateya xwe ya herî mezin ji bo gelê Kurd hêla.
Yek ji
helbestên Arjen Arî ku qala berxwedaniyê û nokeriyê dike.
HEYRANO
Ji
çiyayên Tûjik ku bi çil qevzî çil çav
Ji tere
hanîme ev çengek av
Ka vexwe
heyrano tu tî yî tu tî
Tu tî yî
heyrano, û tu birîndar jî
Heyrano…lo…
Şervano…lo…
Kîjan şopa
cilis li te da
Ji
çiyayên Tûjik te xwe berda
Xopana
vî bajarî dafik li ber te veda
Pezkoviyê
Cûdî heyrano
Nikarim
bibim melhema te jî
Heyrano…lo…
Şervano…lo…
0 Yorumlar