Li ser erdnîgariya Kurdîstanê ya ku di pirtûkên pîroz de weke bihuşt hatî pênasekirin gelek lehengan, qehremantî bi tîpên zêrîn nivîsandin û bûn parêzvanek ya jiyana bi rumet. Bi fedekarî û wêrekiya xwe ve, lorîkên dayîkan hunandin. Bûn hevokên helbestan li ser lêvên helbestvanan. Yek ji van lehengan jî rêheval Hemîd bû.
Hemîd Kabûl
bi nasnav Bedran di sala 1968’an de li gundê Avyan di nava malbatek welatparêz de,
wek zarokê sêyemîn yê malbatê çevê xwe li cîhanê vedike. Ji ber ku li gund
dibistan nebû, rêheval Hemîd nikare dibistanê bixwîne. Xwastaka wî ya xwandinê
wek xeyalekî di mejiyê wîde dima. Xeyal dikir ku wê rojek were ku fêrê xwandin
û nivîsê bibe. Di gundê Avyan de her ciwanek bi karê xwe yê cuda cuda dihat
naskirin. Rêheval Hemîd jî bi zîrekbûna xwe ya di her karan de û bi fîkrê xwe yê
berfireh û zane dihat naskirin. Di karê xwe de bi îsrar bû û dema dest davêt
karekî mîsoger bi cih di anî. Karê xwe bi rêk û pêk bi cîh dikir. Rêheval Hemîd
di nav gundê Avyan de, ciwanek bi fedekar, dilnizmiya xwe ve û di her hêlê de
dayîna alîkariyê ya ji bo cînar û hevalên xwe mînakek li ser zimanan bû. Sohbet
xweş bû. Bi kalan re kal, bi pîran re pîr û bi zarokan re zarok bû. Bi sohbetên
xwe dikaribû ku çawa bi mirovekî di her temenekî de bide bistîne û bi mirovên
her temenî re eleqeder dibû. Piştî tevgera azad tê gund heval Hemîd dikeve nav
lêgerînek ku rêxistinê ji nêzîk ve nasbike. Ji ber wê jî dema hevalan didît di
hemû hêlan de bi pirsê xwe hewl dida ku dîroka tevgera azad, dîroka Kurdîstanê û
bûyerên ku hatiye serê Kurdan di nêz de nasbike. Her ku nasdikir xwasteka wî ya
pêşketinê û tevlîbûnê pêşdiket. Rêheval Hemîd bi rêya hevalan re xeyalê xwe yê
bi salan bi cîh tîne xwe ferî xwandin û nîvîsê dike.
Heval Hemîd
di 20 saliya xwe de diçe leşkeriyê. Rojekê qomtanê wî lêdide û neheqiyê lê
dike. Heval Hemîd vê neheqiyê qebûl nake. Belê rêheval Hemîd her tim li
beranberê hêzên kolonyalîst ên ku dixwazin mîrateya berxwedan û vîna jiyana
azad a gelê Kurdistanê tîne bikin wê têbikoşîya û ji bo siberoja azadiyê ji nû ve
zîndî bike wê bibûya hêviya hemû bindestan. Heval Hemîd ji bo nebe şirîkê
neheqiya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê ji leşkeriyê fîrar dike diçe Şirnaxê
û xwe digihîne malbatê. Dema diçe gel malbatê ji malbata xwe re dibêje ezê tevlî
Gerîla bibim, ezê carek din nevegerim neçim leşkeriya dijmin nekim. Ezê biçim
ji bo doza welatê xwe têkoşîn bikim. Belê heval Hemîd ji bo gelê xwe biryar
dabû ku li himberî welatê xwe bi dijmin re nebe yek. Li ser vî bingehî ji bo
têkoşînek bi rûmet û ji bo parastina rûmeta xwe, xatirê xwe ji malbatê dixwaze
û di sala 1985’an de berê xwe dide çiyayên azad. Êdî ew gîrala bû. Wê heta nevesa dawî
ya jiyana xwe li ser rêya heqîqetê ya jiyanek nû bêwestan bimeşiya. Di
demek kin de, di hêla bîrdoziya Rêbertî de xwe pêşdixe û dibe şopdarê felsefeya
Rêbertî. Di her warê jiyanê de xwe pêşxist û serkeftî bû. Di her çalakiyê de li
eniya pêş cîh digirt û pêşengî ji bo hevalên xwe dikir. Ji bo tolhildana salan
darbeyên mezin li dijmin dixist. Bu xovek di nav dil û mejiyê dijminê xwe de. Di
sala 1990’an de li Garzanê di nav çalakiya li dijî qereqolê de cîh digre. Dema diçe
çalekiya ser qereqolê piştî vegerê, di pevçûnê de bîrîndar dibe. Bi bîrîndarî
xwe xilas dike, lê ji ber ku ji hevalên xwe qut dibe digije karwanên nemiran.
Belê rêheval
Hemîd, li serê her çiyayekî ji bo azadiyê qêriya û wêneyê jiyaneke jibîrkîrî
xêz kir. Bû navek ji nav lehengên çîrok û helbestan.
0 Yorumlar