Ticker

10/recent/ticker-posts

Li hevkirina Surye, Rusya û Tirkiye li ser tunekirina Kurdan e


Sedsala Lozanê nêzdibe, di sedsala derbazbûyî de mîna polîtîkaya desthilatdaran diyarkirî ku di bingeh de bikaribin cîhanê bi rêvebibin hatin sazûmankirin. Lê belê tişta dixwestin pêknehat. Ji ber ku peymanek ne bi edalete, bi destê netewdewletên desthilatdar hatibûn tomarkirin. Têkiliya van dewletan jî li ser berjewandiyên dewletên xwe pêşketin ku bikaribin xwe li ser hev ferzbikin. Dibe ku ev dewletên bi hev re peyman tomarkirine wek dost diyar bibin, lê di rastiyê de gelek nakokiyên wan li gel hev hene. Ji bo ku gelê Kurd bikaribe xwe bi xwe rêvebibe û bandoriya dewletê ser nemîne, têkoşînê di pêşenktiya Rêber Apo dide meşandin. Bi vê têkoşînê jî pêşketinek diyar di Rojhilata Navîn de derxistiye holê. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî serkêşiya vê yekê dike. Netewdewletên ku dixwazin desthilatadariya xwe berfireh bikin û cîhanê hemû birêve bibin jî, ji fikir û sîstema Serokatî ne razîne. Ji bo ku ev fikir pêşnekeve û civak nebe xwedî îrade, li ser Rêbertî û rêxistina me zextek mezin heye. Di heman demê de ji bo serwext û mîsogerbûna peymana Lozanê, hêzên desthilatdar hevdîtin û hevgirtinê niha çêdikin. Yan jî em dikarin wiha çavdêrî bikin, cîhan di şerê sêyemîn de derbaz dibe ne tenê em, gelek kes vê pêvajoyê wiha dinirxînin. Hemû hêzên desthilatdar li Rojhilata Navîn bi cih bûne. Rusya ketiye nava Suryê, Tirkiye bi ser Surye, dewletên Ereb û Îranê re dixwaze di Rojhilata Navîn de bibe hêzek diyar. Dema em temeşedikin Emerîka ketiye nava Iraq û gelek dewletên Ereban. Ji wan zêdetir Firansa, Elmanya û hemû dewletên gladyator dest avêtiye Rojhilata Navîn ku sîstema xwe li wir bicih bikin. Ji ber ku sîstema beriya vê ya hatî diyarkirin êdî li giştî cîhanê xetimiye. Niha jî hewldidin qadek cûdatir ji xwe re diyar bikin. NATO rolê qeleyê di Rojhilata Navîn de da dewleta Tirk, lê Tirk ji xwestek û daxwazên wan re nebû bersiv. Di cihê ku dewleta Tirk tê de xetimî mayî ewe ku ti carê dest ji fikrê xwe yê Osmancîtî neberda. Di heman demê de rolê tinekirin û înkar kirina Kurdan jî ji bo Tirkan hêlabûn. Lê rûxmê hemû înkar û îmhayan gelê Kurd xwe li ser lingan girt. Dema em temaşe dikin dewleta Tirk ji bo NATO’ê hemû hêza xwe seferber kiriye. Polîtîkaya dewleta Tirk ya li hember Kurdan, wan roj bi roj ber bi tinebûnê ve dibe. Niha li hevkirinên Tirkiye yên li gel Rusya li ser Kurdane. Ji ber ku di Surye de şoreş çêbû Kurdan li hember DAIŞ’ê destkeftiyên mezin bi gelê Ereb û netewên din ên herêm re bidestxistin û sîstema nû avakirin. Ti dijbertiya wan li hember Suriye û Rusya tineye. Lê dewleta Tirk vê sîstemê ji bo xwe gef dibîne, ji ber vê jî Tirk xwe nêzî Rusya dike ku nehêlin li Surye xwesertiyek Kurdan çêbibe. Rusya jî wek garantorekî dixwaze Surye bi rêve bibe. Hêza ku nehêlayî Surye bikeve jî destwerdana Rusyayê bû. Hevdîtina Rusya û Tirkye ya li ser lihevkirina Tirk û Suryeyê ye. Mercên wan yê sereke jî ji nav birina rêvberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Suryê ye. Rusya ji bo Kurd di Surye de nebin hêzek, di navbera Surye û Tirkiyê de lihevkirinê çêdike. Rûxmê ku nakokiyên dîrokî yên Tirk û Rusya jî hene ji bo Emerîka li aliyê cizîrê bi pêş nekeve vê yekê dike. Li hevkirina Surye, Rusya û Tirkiye li ser tinekirina Kurdan e. Ger sîstemek li ser tinekirina Kurdan were kirin, wê ne li hevkirinek bi edalet be. Tirk dibêje, divê Surye Kurdan nepejirîne lê Tirkiye Surye dagirkiriye. Tirkiye bi dagirkirina Efrîn û Girêsipî ve sinordar namîne. Armanca wê dagirkirina giştî Surye ye. Ger heta niha jî ev hevdîtin ne bi encama ji navbirinêbin, ji nerast bûna van hêzan ya bi hevre ye. Di demek wisa de ku berjewendiyên hemû dewleta bi hev dikeve ger rêyek ya sêyemîn neyê peydakirin, wê li hevkirinên niha bi encam nebin. Yên ku ev lihevkirin li ser tên kirin jî di vana hevdîtinan de ne. Yên ku muxatabê pirsgirêkanin ger bi hevre rûniştine dikarin encamek baş bê bidestxistin. Pirsgirêka heyî ne pirsgirêka Kurdan tenê ye, ya giştî Rojhilata Navîn e. Ji ber ku di hevdîtinan de encam nayê girtin dibe ku şerê heyî zêdetir bibe. Bi têkoşîna hatî meşandin siyaseta îmha û înkarê encam negirt. Gelek xeterî hene lê bi qasî xeteriyan jî pêngavên dîrokî jî  hene. Ger gelê Kurd di sekna xwe de pêşketinek mezintir çêneke, wê Kurd bibin qurbanê berjewendiyê dewletên desthilatdar.    

Baz Mordem


Yorum Gönder

0 Yorumlar