Ticker

10/recent/ticker-posts

JI BER STRANÊN KURDÎ 19 SAL CEZA!

Hunermend Bengî Agirî ji bo azadiya Stranbêja Kurd Nûdem Dûrak ev bang kir: “Ya ku civakê li ser lingan digire ziman, çand û huner e. Kiryarên li ser hunermend Nûdem Dûrak dij mirovahî ye û divê demildest bê azadkirin.”

Armanc Herekol

Stranbêja Kurd Nûdem Dûrak li Tirkiyê girtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M’yê girtî ye. Ew bi hinceta ku stranên Kurdî gotiye, di sala 2015’an de bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hatiye girtin. Du doz lê vebûne û ji her du dosyayan 19 sal ceza lê hatiye birîn. Herî dawî mûzîkjen, nivîskar û derhenêrên li seranserî cîhanê ku tên nasîn, ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin.

Li ser vê mijarê Hunermendê navdar ê Kurd Bengî Agirî ji rojanma me re peyivî û da zanîn ku kiryarên li ser Hunermend Nûdem Dûrak ku tên pêkanîn, dijî mirovahiyê ye û ji bo berdana Hunermend Nûdem Dûrak banga lezgîn kir.

Bi girtinan ziman nayê tûnekirin


Bengî di destpêka axaftinên xwe de destnîşankir ku ziman di jiyanê de, cihekî taybet heye û ziman girîngtirîn meteryale ji bo civakê û got: “Ziman gerdûnî ye. Zimanê Kurdî di cîhanê de kevintirîn ziman e. Çiqas xwestin ji dîrokê bidin tûnekirin jî, nekarîn pêkbînin û timî xwe daye jiyankirin. Bi hezaran hunermendên me yên weke Nûdem Dûrak, ji ber ku bi zimanê Kurdî hunera xwe kirine, hatine girtin û kuştin. Beşa herî girîng di çandê de, stran gotin û mûzîk e. Bi hezaran hunermendên me di girtîgehan de ne û divê demildest bên berdan. Yek ji wan jî hunermend Nûdem Dûrak e. Wek hunermend em van nêzikatiyên desthilatdariyê şermezar dikin. Bila her kes bizane, bi girtin û kuştinan ziman nayê windakirin.”

‘Çandên cûda divê xwedî li hevdû derbikevin’

Bengî Agirî da zanîn ku ziman û huner dihêle ku çand bê parastin û wiha pêde çû: “Bi hezaran sale, gelê Kurd bi stran, dengbêjî û hunera xwe, çanda xwe ya kevnar didin jiyankirin û diparêzin. Gel divê çandên cûda biparêzin û xwedî li çandan derbikevin. Herî dawî hunermendên biyanî ji bo berdana Hunermend Nûdem Dûrak bang kirin, ev yek cihê şanaziyê ye. Ev yek dihêle ku çandên cûda hevdû biparêzin.”

Yek ziman û yek çandî didin ferzkirin

Bengî di nava axaftinên xwe de qala êriş û zextên li ser hunera Kurdî kir û anî ziman ku desthilatdarî dixwaze, huner û zimanê Kurdî ji erdnîgariya Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bide windakirin û wiha berdewam kir: “Ne tenê zimanê Kurdî, bi dehan zimanên cûda jî hene û desthilatdarî dixwaze tenê ziman û çanda xwe bide ferzkirin. Hunermend Nûdem ji ber ku stranên şoreşgerî bi zimanê Kurdî got, îro di girtîgehê de ye. Ev yek sûce û divê demildest bê berdan. Hunermend rastiya civakê ye û divê tevahî hunermend xwedî li civaka xwe derbikeve.”

Yekitiya hunermendan pêwîste

Hunermendê navdar ê Kurd Bengî Agirî herî dawî bang li tevahî hunermendan kir da ku li dijî bê mafiya ku li hunermend Nûdem Dûrak tên pêkanîn, bêdeng nemînin û bi van gotinan axaftinên xwe bi dawî anî: “Hunermend Nûdem bi hinceta ku stran li ser gerîlayan gotiye, 19 sal ceza jê re hatiye birîn. Ev yek dij mirovî ye. Desthilatdariya AKP-MHP bê ferq û cûdahî li dijî tevahî Kurdan e. Hunermendên Kurd û yên biyanî divê bibin yek. Bang li tevahî hunermend û kesên azadîxwaz dikim, li dijî zilma li ser hunermendên Kurd, zimanê Kurdî û hunera Kurdî bibin xwedî helwest. Hunermendên me yên Kurd divê êdî dest ji zimanê biyanî berde û bi zimanê xwe Kurdî stranan bêje. Raste mûzîk gerdûnî ye, lê divê mirov xwedî li zimanê xwe jî derbikeve, ne bi zimanê biyanî huner bike û zimanê xwe ji bîr bike. Ev yek asîmîlebûn e. Em xemgînin ji ber hunermendên me yên hatine girtin û yên ku hatine kûştin. Em herî dawî dibêjin, zimanê xwe biparêzin û bi Kurdî baxivin, binvîsin û bixwînin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar