Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê semînerek ser tecrîd û gefên li ser Ocalan hat dayîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî tecrîda girankirî û gefên ku li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, semînerek hat dayîn.

Bapîr di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan şermezarkir û got: “Wek tê zanîn ev pêvajoyek pir dirêje Rêber Apo di zindana Îmralî de tê ragirtin û kesek agahiyê jê nagire. Ji bo em agahiyekê jê bigirin, rewşa serokatî fêhm bikin, pêwîste em her yek di mala xwe de, kolana xwe de, di saziya xwe de li kuderê dibe bila bibe, divê rabin ser lingan. Wek di daxuyaniya konseya rêveber a KCK’ê jî dayî diyarkirin ku dewlet bi çi awayî nêzî Rêbertî dibin, ji bo wê jî divê her Kurdek li kuderê dibe bila bibe bikevin nava çalakiyan. Çalakiyên ku beriya niha me pêkanîn wek daxuyanî, meş, greva birçîbûnê hem di zindanan de û hem jî ji dervede, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne bû bersiv. Ji niha û şûnde li her derê ku kurdek lê hebe divê bikevin nava çalakiyan. Wek wargeh jî rêzeçalakiyên me hene. Wê çalakiyên me 14’ê Tîrmehê destpê bike, di nava vê rêzeçalakiyê de wê di wê rojê de bîranîna şehîdan hebin, semîner, daxuyanî û hwd hebe.”

Semîner bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar